Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Dijminê ji DAIŞê xetertir kî ye?

Dijminê ji DAIŞê xetertir kî ye?

Herçiqasî hîn dest pê nekiriye, lê dengê dahola şerê kontrolkirina Mûsilê her ku diçe bilindtir dibe. Heyder Ebadî bi şanazî dibêje ku wî soz dabû sala 2016an bike sala serketinan û qewitandina DAIŞê ji Iraqê û wiha dixuye ewê sozê xwe bicih bîne.

Mesûd Barzanî jî ragihand ku dê Pêşmerge beşdarî şerê Mûsilê bibin. Lê nabe bikaranîna hizbî bi wê beşdariyê bê kirin. Wêneya Kurdistanê heta beşdariya di şerê Mûsilê de zelal e, lê tiştê ne zelal ew e ku Kurdistan piştî şer rastî qonaxeke çawa tê?

Kesayetiyeke iraqî ya şîe ya agehdar ji min re digot: Serkirdên şîe yên Iraqê qenahet anîne ku serxwebûna Kurdistanê di berjewendiya xewna dirustkirina dewleta şîe de ye jî û bi wan xweş e heçî zû ye rû bide.

Lê, wek wê kesayetiyê digot, tu serkirdekî şîe newêre vê rastiyê bi eşkereyî bêje. Wî digot: Li Iraqê pirsgirêkeke şîeyan a mezin li ser xakê bi kurdan re nîne û aliyê ku ev pirsgirêka wî heye sunî ne. Di dewleta Iraqa erebî de, piştî cudabûna Kurdistanê jî sunî dibin kêmîneyek ku çiqasî lawaztir bin ji şîeyan re çêtir e.

Herçiqasî ev gotin dilê kurdan xweş dikin jî, lê ez hest nakim ku bi temamî rast bin. Çimkî divê em ji bîr nekin tevî ku Malikî û alîgirên hêla hizrîna wî di desthilatê de nemane jî, lê sîbera wan li ser parlamento û dezgehên ewlekarî û dadwerî û darayî yên Iraqê bi zelalî xuya ye.

Alîgirên wê hizrînê ji dawiya salên 70yî yên sedsala borî ve li Ehwaza Îranê li ser şênkirina komara îslamî ya Iraqê û tepeserkirina hewldana cudabûna ji wê komarê tên perwerdekirin. Lewra gava kesayetiyeke şîe dibêje serkirdên şîe yên Iraqê razî bi dewleta Kurdistanê razî dibin, wek ku bêje “beşek” ji wan serkirdan razî dibin û yên din bi tundî li dijî wê derdikevin.

Êdî bi rastî bi qasî ku qonaxa piştî şerê Mûsilê ji kurdan re rahejên e, qonaxa niha û beşdariya Pêşmerge di şerê Mûsilê de ewqasî ne metirsîdar e. Çimkî niha Kurd di qada şer de nûnertiya hemû dinyayê dikin li dijî neyarekî mîna DAIŞê, ku hemû cîhan wê wek metirsî li ser xwe dibîne. Lê sibe eger şîe bêne Mûsilê û ligel hêzên sunî yên nêzîkî xwe û bi çek û teqemeniyên pêşketî û firokeyên iraqî û îranî û rûsî li hember Pêşmergeyan rawestin, ne merc e hemû cîhan dîsa li pişta me be û berevaniya me bike.

Ew zanyariyên ku li ser peymana serkirdayetiya Kurdistanê û hevpeymanan û Bexdayê ji bo beşdariya Pêşmerge di şerê Mûsilê de li ba min hene, têra wê yekê nakin ez piştrast bibim ku garantiyeke baş ji bo qonaxa piştî şerê Mûsilê hatiye wergirtin.

Lê naxuye û nabe em bawer bikin ku kekê Mesûd bi wê hemû tecrûbeya wî ku ligel peymanên şoreşê di salên şêstî û heftê û dûre jî di salên 2000 î û vir ve ligel Bexdayê heye, herwiha bi wê bîreweriya nexweş ligel dostaniya lastîkî ya Amerîkayê ligel Barzaniyê bav, wiha bi hêsanî razî bûbe beşdariyê di şerekî de bike ku dijminekî ji DAIŞê xetertir û metirsîdartir tîne ser sînorên Kurdistanê.

records Source:Rûdaw

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev