Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

Kanada deriyê xwe ji kurdên êzîdî re vekirIRAQ-UNREST-YAZIDIS-KURDS

 Dewleta Kanadayê deriye xwe ji kurdên êzîdî re vekir ku berê ji bo wan gotibû; ‘ew di bin gef û tehdîda komkujiyê de ne.

Reşnûsa ku ji hêla parlamenterên Partiya Mûhefezekar ve pêşkêşî meclîsê hatibû kirin, hate pejirandin. Li gorî vê pêşniyar û reşnûsê, partiya mûxalefeta mezin dixwest ku kurdên êzîdî ji bo Kanadayê werin veguhestin.

Wezîrê Karên Derve Yê Kanadayê Stephane Dion berê diyar kiribû ku tişta hatiye serê kurdên êzîdî komkujî ye. Piştî vê gotinê daxwaznameya ji meclîsê re hate şandin, ji hêla tevahiya partiyên meclîsê ve hate pejirandin.

Wezîrê Hemwelatîbûn û Penaberiyê John McCallum piştî pejirandina daxwaznameyê diyar kir ku ew serfiraz in ku Kanada parastin û piştevaniya hewcedaran dike.

Mc Callum eşkere kir ku gelê Kanadayê jî xwediyê heman hest û ramanê ye û bi vê piştgiriyê kêfxweş e. McCallum wiha got:

“Ez zehf şa me ku tevahiya partiyên me hemêzên xwe ji kurdên êzîdî re vekirin ku rastî gelek êş, azar û astengiyan hatine. Hikûmeta Kanadayê bibiryar e ku kurdên êzîdî bîne Kanadayê k udi bin rîskeke mezin de ne.”

McCallum got ku ewê bi bernameyeke 120 rojan kurdên êzîdî bînin Kanadayê, lê ji bo destpêka vê yekê tarîxekê neda.

Wezîrê Tirk Çavûşoglu: Emê heta El Babê herin

 el-bab-wezirWezîrê Karên Derve Yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku operasyonên artêşa tirk ku bi navê Mertalê Feratê tê zanîn wê heta El Babê berdewam bike.

Çavûşoglu îdîa kir ku yekane armanca wan ji vê operasyonê ew e ku Daiş ji herêmê bi tevahî were paqijkirin.

Mevlut Çavuşoglu tevî Wezîrê Karên Derve Yê Sûdanê Îbrahîm Ahmed Abdulazîz Xandur daxuyaniyeke çapemeniyê saz kir û pirsen rojnamegeran bersivandin.

Wezîrê Tirk di daxuyaniya çapemeniyê de hikûmeta Sûriyê tewabar kir û got ku rejim êrîşê wan hêzan dike ku lli dijî Daişê şer dikin û berdewam kir:

“Êrîşên li ser Artêşa Azad a Sûriyê, operasyona me nikare bide sekinandin. Evê nikaribe rê li ber têkoşîna me ya bi Daişê re bigire. Operasyona Mertalê Feratê jî wê berdewam bike. Armanca me ew e ku em Daişê ji herêmêpaqij bikin.”

Mevlut Çavuşoglu bi eşkereyî got ewê heta El Babê herin û heke li Telehferê tehdîdek hebe, ewê tedbîrên xwe bistînin.

Hevşaredarên Diyarbekir hatin binçavkirin

kisanak-anliHevşaredarên Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin û şaredariya Diyarbekirê jî heta niha di bin kontrola polîsên tirk de ye.

Tê ragihandin li Diyarbekir rewş aloz e, li gelek deveran kontrola kesan û nasnameyan tê kirin, gelek rê û kolan hatine girtin û li bajêr înternet jî hatiye qûtkirin.

Kişanak û Anli di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya li Diyarbekirê duh hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku Kişanak dema ku ji Enqerê dihat, li Balafirgeha Diyarbekirê; Anli jî li mala xwe hate binçavkirin.

Tê ragihandin ku Gulten Kişanak û Firat Anli li Midûriyeta Emniyeta Diyarbekirê têne ragirtin û heta niha jî nahêlin ku parêzerên wan herin ba wan û bi wan re hevdîtinan bikin.

Herdu şaredar bi tawanbarî ango sûcdariya endametî û alîkariya PKK-ê hatine binçavkirin.

Çav li rê ye ku wekî 26 şaredariyên HDP û BDP-ê, qayyûm ji bo şaredariya Diyarbekirê jî were tayînkirin.

Îro danê sibê li ser bangawaziya rêveberiyên HDP, BDP û KCD-ê gelek kes derketin kûçe û kolanan û li ber şaredariyê nerazîbûn hatin nişandan. Lê hêzên ewlekariya dewleta tirkan rê neda ku kom li hev bicivin û gelek kes jî binçav kirin.

Li gorî agahdariyên ku Ria Taza ji bajêr wergirtin, aloziya li nav bajêr berdewam e.

HRW: Tirkiye guh nade temînatên li dijî îşkenceyan

 hrw

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan “Human Rights Watch-HRW” ku navenda wê li New Yorkê ye di raporên xwe de diyar kir kul i Tirkiyê polis di bin çavan de îşkence û mûameleya xerab li girtî û binçavkiriyan dike.

Human Rights Watch-ê îro raporekê li ser Tirkiyê weşand ku ji 43 rûpelan pêk tê.

Di raporê de hatiye gotin ku piştî Rewşa Awarte (OHAL) û biryarnameyên di hikmê qanûnan de (KHK) şert û mercên binçavkirinê û mafên girtî û binçavkiriyan her ku diçe zirabtir dibe.

Eşkere bû ku rapor piştî hevdîtinên ji 40-î parêzer, parêzvanên mafên mirovan û doktoran hatiye amadekirin. Di raporê de behsa 13 bûyeran jî tê kirin ku piştî hewldana derbeya leşkeri pêk hatine.

Li gorî axaftinên kesên ku behsa wan hatiye kirin, di bin çavan de rastî destdirêjiya cinsî hatine, îşkence dîtine, bi tecawizkirinê ve hatine tehdîtkiein û di pozîzyonên stresê de hatine hiştin.

Di şevekê de cihê 59 Midûrên Emniyetê hatin guherandin

59-veguhertin

Jikaravêtin û cihguhertina serkar û karmendên li Tirkiyê roj bi roj berdewam dike. Cara dawî di şevekê de cihê 59 midûrên emniyete hatin veguherandin.

Serokê Daîreya Îstîxbarata Emniyetê ku ji ber doza kuştina Hrant Dînk 26 cezayê hepse jê re tê xwestin, ji bo Midûriyeta Emniyeta Eskîşehîrê hate tayînkirin.

bi biryarmaneyê re 34 midûrên emniyetê şandin navendê ango Enqerê. Cihên 34 midûrên emniyetê û du serokên daîreyan jî hatin veguherandin.

37 midûrên emniyetê jî bûn midûrên emniyetên bajaran.

Biryarname di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Li gorî vê Alîkarên Midûriyeta Giştî Yê Emniyetê jî hatin guherandin.

Midûrê Emniyeta Mereşê Servet Yilmaz û Midûrê Emniyeta Rîzeyê Adem Çakici bûn Alîkarên Midûriyeta Giştî Yê Emniyetê.

Alîkarê Midûriyeta Giştî Yê Emniyetê Faruk Ûnsal jî vekişandin Enqerê û ew jî bû sermufetîşê polîsan.

 

 

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev