Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

PÊŞMERGEYÊN KURDISTANÊ YÊN JIN LI ENIYÊN ŞERÎ WEK ŞÊR Û PILINGAN DICENGIN !

PÊŞMERGEYÊN KURDISTANÊ YÊN JIN LI ENIYÊN ŞERÎ WEK ŞÊR Û PILINGAN DICENGIN !
Bayram Ayaz
Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e!
Ev dem ew dem e ku divê em roja xwedê 24 saetan çi jin çi mêr li van cengaweran bifikirin.
Kurdistan di saya wan de ji dijmin tê pak kirin û dê di saya wan de DEWLETA KURDISTANê were îlan kirin.
Cenga pêşmergeyên egîd û mêrxasan a azadiyê û medeniyetê li dinyayê ji Kurdan û Kurdistaniyan re rûmetekî mezin peyda kiriye.
Em saya wan de bi serbilindî dibêjin: Em Kurd in, em keç û kurên wî xelkî ne, wî welatî ne:
Ew welatê îro lê şerê mirovayetiyê tê meşandin,
Em keç û kurên wî xelkî ne evên îro di ber meşa hevçaxiyê de canê xwe didin.
Cenga we pîroz be, hûn hertim parastî bin,
Ey cengawerên doza Kurd û Kurdistan, pêşmergeyên qehreman.
Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev