Zirnevanê henekbêj û lixwerexnekirin

Zirnevanê henekbêj û lixwerexnekirin

Husên Duzen
Baṣ li zirnê dixist. Zirnevanekî bi navûdeng bû li derdorê. Kêm dawet bêyî wî û zirna wî li dar diketin. Bê çiqasî bi zirneya xwe di dawetan de bala beṣdaran dikṣand ser xwe, bi henek û pêkenokên xwe jî her di navenda civatan de bû. Mîna zirnevanê henekvan û pêkenokbêjê yekemîn bû li derdorê.

Roj hat, zirnevan bi emrê xwedê û qewlê resûl zewicî. Bi keçeke têra xwe bedew î henûn î jîr re. Piṣtî salekê duduyan hat bihîstin ku zirnecî û kevaniya xwe hev berdane. Kê bihîst ṣaṣwaz man; bi taybetî jî ji ber ku jinik hew bi zirnevanî qayil bûbû. Pirr derbas nebû rojekê ji rojan, jina zirnevên tevahiya ṣêniyên bajêr kom kirin û bi ser wan de qîriya: Ṣênîno! Delalno! We fam kiriye ku henek tiṣtekî baṣ in. Her weha hûn tê gihiṣtine ku henekvan jî ji mirovên bi mirûzên tirṣ balkêṣtir in, lê belê henek tenê jî ne tu kar e, ji bo jiyaneke bi hev re ne bes in.

Hîn jinikê peyvên xwe neqedandibûn, piraniya guhdarvanan paṣê xwe dayê. Hinekan ji wan di ber xwe de: Ya ya bê fediyê! Jiyana bi hev re çi ye? Ma bê henek dibe? Tu bi qurbana wî zirnevanê henekvan bûyê….

Jinik li cihê xwe tenê ma. Bi dirêjahiya gelek xulekan. Piṣtre mizicî, serê xwe doṣ kir û ji wir bi dûr ket.

Ez doh êvarî di konsereke jazzê de li wê xanimê rast hatim. Di koma jazzê de li saksafonê dixist. Di navbera bêhvedanê de me derfeta ku em li halê hev bipirsin dît. Di wan çend xulekên behnvedanê de wek her carê peyv hat ser civaka me. Saksafonîsta biserketî, got çi baṣ e ku niha rewṣenbîrên me bi rêya înternetê dikarin rexneyên xwe bi hêsanî belav bikin. Berî ku gulpa dawî ji piyala li ber xwe vexwe, bi ṣêweyekî mizurî biṣirî got: Êdî nivîskarên me rexneyan ne li civakê tenê dikin, her ku pêwist dibînin, lêborinê jî dixwazin. Ev peyv bû sedem ku ez û wê bi hev re bimizicin.

Balkêṣ e ku heman peyv bi hev re ji devê me herduyan derketin: Li ser hev lêborîn xwestin jî ne tu kar e…
Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev