Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Gerdeniya Gewherî: Şerha Dîwana Melayê Cizîrî

Gerdeniya Gewherî: Şerha Dîwana Melayê Cizîrî

Amadekarî û wergera ji erebî: Emîn Narozî

Bêguman ev berhema bi navê ‘Iqd el-Cewherî/Gerdeniya Gewherî’ ya şerha Dîwana şaheser a [Mewlana] Melayê Cizîrî gava ji hêla Miftiyê Qamişloyê zanayê hêja Mele Ehmedê Zivingî (1893-1971) ve hat nivîsîn û weşandin hingê di nav feqî, mela û zanayên wextê yên erebîxwên û erebîaxêv de gelekî nav da, lê navûdengê wê bi tenê ne li nav zana û xwendeyên kurdan ên derva û yên nav Kurdistanê belav bû. Lê herweha navûdengê wê gihîşt heya gelek welatên biyanî û bi taybetî jî welatên ereban ên mîna Misir, dewletên erebîaxêv ên bakurên Afrîka û paytextên Ewropa jî.

Çawa ku weşanxaneya es-Sebah gava çapa duyem ya erebî weşandiye jî ew ji devê Zivingî lê bi kurtî weha daye nasîn: “Bi vî awayî wergerandin û şiroveya Dîwanê qediya û bû mînakek ji bo rewanbêjî, balkşiya ser rêkûpêkiyê û baweriya wêjeyî. Bêguman bêzêdekirin ev kitêba pêşî ye di cûreyê xwe de ku di dewlemendiya kitêbxaneya erebî de beşdariyeke weha pir çalak kiriye û jixwe pêrabûna bi karên weha ve jî ji bo danenasîna edebiyata gelê kurd ê misilman bi gelên din gaveke mezin î giring e. Wergêr bi xwe di çapa pêşî ya sala 1377/1957an de gava ku li çapxaneya el-Rafidîn a bajarê Qamişlo hatiye weşandin, serpereştiya qonaxên rastkirin, çapkirin û derxistina vê Şerha Dîwanê kiriye. Hingê ew li welatên rojhilata erebî û rojhilata navîn heya bigihê balatirîn deverên Kurdistanê belav bûye û bi saya mezinî û gerrvedana tora weşandin û belavkirina gelemperî û taybetî ew ketiye Qahîre û paytextên Ewropa jî û pê re jî ji bo hêjadîtina vê xebata mezin a wergeranê ji wergêrî re ji kesên bîrewer, edîb û siyasî peyam û nameyên rûmetgirî û pesindanê raweşiyane.

Jixwe bi derketina vê Şerhê re xwendevan û xemdarên hunera klasîk bi taybetî jî yên Cizîrî êdî dikaribûn wê baştir fêhm bikin û qenc bizanibin ku şi‘rên Cizîrî ne bi tenê hinek qesîdeyên sofîkî yên devkî ne, lê belkî ew xwedî naverokeke evînî, fîlozofî, mitesewifî feleknasî, dîroknasî, civaknasî, ol û dînnasî, zimannasî û nîşan û dirûvên sembolî û gelekên din in.

Zivingî bi wê xebata xwe ya giranbiha gelek tevlîheviyên ser dema jiyana Cizîrî û evîna wî jî ji holê rakir, ew cudahiyên ku li ser jiyan û evîna wî hem di nav xelkê de belav bû û hem jî di gelek berhemên tarîxî û edebî de hebûn, komî ser hev kir, pirên wan paqij û sererast kirin û ne temam be jî dema jiyana wî ya nêzîktirînê rastiyê derxist holê.

Herweha ji ber ku heya dereng jî bi piranî çapa Dîwana Cizîrî ya Stembolê li ber dest hebû û ew jî bê zêr û ziber (bêvokal) bû xwendina wê zehmet bû ku ji ber vê jî herkesê erebîxwên jî dest ji naverokê berde jixwe nikaribûn honraweyên wî rast bixwînin jî. Lê Şerha Zivingî bi zêr û ziberkirina (vokaldanîna ser) gotinan xwendina wê jî hêsantir kir ku hemî kesên erebîxwên heya quranxwên jî êdî bêzehmetî dikaribûn wê bixwînin.

Mela Ehmedê Zivingî di pêşgotinê de wiha dibêje: “Ev karekî weha bû ku berê kes pê ve ranebûbû û ji wê bonê jî hêmanên ku ez jê sûd werbigirim û li ser wê riyê herim tunebûn. Herweha ez di paşiya temenê xwe de digel kêmbûna materyalan, qelsiya bîr û hizra xwe, piriya karûbarê pêwendiyên xwe û astengên peywest e cara pêşî bi karekî weha ve radibûm. Ji ber van sedeman jî bi rastî ji bo qedandin û derxistina wê bi alîkariya Şahê perestî ez pêrgî gelek zehmetî û erqele hatim û min hew karibû gotinên wê bi ferhengî mane bikim û hima di ser rû de maneyên wan rave bikim. Lê belê ji bilî çend cihên kêm ez qet neketim kûrahî û berfirehiya maneya rastî ya ku Mela jî mîna şairên hemdemên xwe yên tesewifê yên din dixwest bi mînakên xezelî û telmîhên rewanbêjî destnîşan bike. Lewra ez ji têgihîştina wan pênîşandanên hêja yî kûr dûr im û min ew ji kesên din ên ku ji heq dertên re hişt bi hêviya ku xîret li yekî bixe, bi vê kêmasiyê bihise û wê temam bike.

Min bi xwe cehd û xebata ji bo rastkirina gotinên xerabkirî û sererastkirina hevok û derbirînên tevlîhevkirî û diyarkirina raz û dirûvan û kifşkirina destnîşanan li gor hêz û biriya xwe ya kêm tu kêmasî nexistiyê, lê digel vê jî doza berîbûna ji şaşî û kêmasiyan nakim çunkî mirov cihê petatî û şetatiyê, dûrbûna ji rastiyê û wargeha gunehan e û xwedî mafê lêborîn û bexşînê ji hevcinsê xwe û ji Şahê mihrîvan e. Jixwe ger tu serkeftî bî ew bi alîkariya Wî yê payeberz e û ger tu şaş û çewt bî jî jixwe ji ber ku şaşî û kêmasî adet û hêwişiyên mirovan e. Çendî ku ez di karê ravekirinê de negiham encameke bi dilê xwe jî lê ez tirsiyam ku mirin berî wê bigihîje min û xelaskirina wê ji dest bifewite, çunkî pêjn û hisên me qels bûne û paşiya temen jî nêzîk bûye.

Di ravekirina vê dîwanê de min gelek kêm destnîşanên tesewifî û maneyên rastî diyar kiriye, lê ger ravekarek li pey ramanên wê bikudîne û ji bo dorgirtina hemiyê wê bixebite û bivê qenc diyar bike hingê defter hemî têra hinek jê jî nakin û xame jî dê berî gihîştina amancê lawaz bibin û hibir jî dê hişk bibe.”
Evd el-Rehîm Rehmiyê Hekarî bi honraweyekê serwextiya Melayê Cizîrî ya bi zimên destnîşan kiriye û pê pesnê wî daye:

Şîrazî li nav fursan kêşa êlema/elema ‘işqê
Mella te bire ew can Hafiz bike pê meşqê
Lakin bi kirasek dî nûrê şefeqek tê da
Dîbayekî kurmancî raçand di Cizîrê da
Mella te wekî Hafiz Firdewsî nekir ustad
Hem ‘işqê ji nû hilkir kurmancî te kir îcad
Pûlêd zexel kurdî te bi yek nezerek zêr kir
Mala ku feqîr mayî tijî durr û gewher kir
Kurmancî divê herdem fexrê bi te kin el-heq
Lakin tu ku Mensûr î rutba te bû ena l-Heq
Şairê alman Goethe (1749-1832) jî wiha dibêje:
Şahberhema kitêban 
ya evînê ye 
Min ew xwend pir bi baldarî 
Hindik pelên wê xweşî
Hemiyên din kul û keder
Hicran û cudahî beşektî 
Pareke kurt hevgihanî 
Dû re raveya xem û derdan 
Dirêj dibe bi cildan, 
Bêdawî û bêhejmar.
Ey Nisamî/Nîşanî axir 
Te riya rast dît 
Kî dikare hişkegirêkê veke? 
Da evîndar vebigihin hev.

Johann Wolfgang von Goethe, Dîwana Rojhilat ji Şairê Rojava, wergera swêdî, ji M. Tegenana; Naîf Tahir Mikaîl, b. n., r. 66

Gerdeniya Gewherî
Şerha Dîwana Melayê Cizîrî
Mela Ehmedê Zivingî
Amadekarî û wergera ji erebî: Emîn Narozî
ISBN: 978-605-5279-02-8 140 TL
17×25, 1200 rûpel, şamûa kaxet, bergê çerm, di qotiyê de
Weşanxaneya Avesta

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev