Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

necirvan-barzaniNêçîrvan Barzanî: Piştî Mûsilê dora serxwebûna Kurdistanê ye

Serokwezîrê Kurdistana Federal Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku piştî Daiş ji Mûsilê were avêtin, ewê bi Hikûmeta Bexdayê re behsa meseleya serxwebûna Kurdistanê bikin.

Barzanî daxuyanî da rojnameya Bild-a Almanyayê ku 2,5 milyon tîraja wê heye. Serokwezîr Barzanî li ser serxwebûna Kurdistanê wiha got: “Dema serxwebûnê ji zûve ye ku hatiye. Lê niha me bala xwe daye şerê bi Daişê re.”

AFP ya fransî jî xwe spartiye Bild-ê û nivîsiye ku Serokwezîrê Kurdistanê gotiye piştî azadiya Mûsilê ewê bi şirîkên xwe yên li Bexdayê re li ser serxwebûna Kurdistanê bicivin.

Barzanî di hevpeyvînê de wiha gotiye: “Sala 2003-yê dema ku mudaxeleya Amerîkayê destpê kir, em fikirîn ku wê ji bo Îraqeke demokrat destpêkeke baş be, lê ev proje bi ser neket.”

Neçîrvan Barzanî wiha berdewam kiriye: “Em ne ereb in. Em miletê kurd in. Di vê xalê de wê jib o serxwebûna Kurdistanê referendum çêbe. Emê biryarê ji gelê xwe re bihêlin.”

Meha sibatê Serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî jî diyar kiribû ku ewê jib o serxwebûna Kurdistanê herin referandûmê û ji bo vê yekê jî ewê ji tu kesî destûrê nexwazin.

Pêşmergeyên Kurdistanê tevî leşkerên Îraqê li Mûsilê li dijî terorîstên Daişê şer dikin.

Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînê de diyar kiriye ku rizgarkirina Mûsilê dibe ku 3 mehan bajo û wiha gotiye: “Me derveyê Mûsilê standin, lê em nizanin wê Daiş li navenda bajêr çiqas li ber xwe bide.”

mosul op photos 9Di operasyona Mûsilê de heta niha 800 Daişî hatine kuştin

Joseph Votelê Fermandarê Hêzên Navendî Yên Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê diyar kir ku ji destpêka Şerê Mûsilê ku 17-ê Cotmehê destpê kir heta niha li derdora 800-900 terorîstên Daişê hatine kuştin.

Joseph Votel daxuyanî daye ajansa fransî AFP-ê û wiha gotiye: “Daişî li kûçe û kolanên Mûsilê digerin û xwe di nav gel de vedişêrin. Lewre jî zehmet e ku em reqemeke teqez ji kuştî û birîndarên Daişê bidin.”

Tê texmînkirin ku beriya operasyona Mûsilê li navenda bajêr bi qasî 5 hezar çekdarên Daişê hebûne.

Ji destpêka operasyonê heta niha di êrîşên bejayî û hewayî de pêşveçûneke berbiçav hatiye qeydkirin. Lê dîsa jî fermandarên leşkerî diyar dikin ku wê rizgarkirina Mûsilê bi hefteyan berdewam bike.

50 hezar hêzên ku jip êşmergeyên Kurdistanê, leşkerên ^ıraqê û hêzên Sûnnî beşdarî operasyonê dibin.

Tê zanîn ku 100 şêwirmendên leşkerî jî di qada şer de ne û êrîşên hewayî yên hêzên koalîsyonê koordîne dikin.

Hinek yekîneyên din jî ji baregehên din ên şer piştgiriya operasyonê dikin.

muvaffak-el-rubai”Heke leşkerên tirk li qada şer bêne dîtin, ewê bêne hingaftin”

Parlamenterê Şîe Muvaffeq El Rûbaî ku berê Şêwirmendê Parastina Neteweyî Yê Hikûmeta Îraqê bû ji BBC –yê re diyar kiriye ku hikûmeta Îraqê bi tu awayî naxwaze ku Tirkiye beşdarî operasyona Mûsilê bibe, lewre jî Îraq ji bo beşdariya Tirkiyê tu dawetname neşandiye.

Muvaffak El Rubaî, li ser pirsa ku Tirkiye beşdarî operasyonê bûye jî got ku ev tê wateya binpêkirina serxwebûna Îraqê.
Rûbaî diyar kiriye ku ew nexwazin bi Tirkiyê re şer bikin lê heke leşkerên Tirkiyê bêyî daxwaza hikûmeta Îraqê di qada şerê Mûsilê de bêne dîtin, ewê bi çavê leşkerên dijmin li wan binêrin û li gorî vê yekê tevbigerin.

Parlamenterê Îraqî her wiha got heke ew leşkerên tirk li derdora Mûsilê bibînin, ewê ji hêla hêzên Îraqî ve bêne hingaftin.

Li gorî Rûbaî Tirkiye dixwaze li herêmê, wekî Osmaniyên kalikê xwe berbelav bibe. Daxuyaniyên Rûbaî yên derbarê vê yekê de jî wiha ne:

“Şiî, sunnî û kurd tu kes ji kiryarên Tirkiyê ne kêfxweş e. Tirkiye tevli karê navxweyî yê Îraqê dibe. Ji ber ku pirsgirêkên wan ên navxweyî hene. Dixwazin van pirsgirêkan berbelavî derve bikin. Di nav hikûmetê de daxwaza osmanicîtiyeke nû heye û dixwazin axa xwe zêde bikin. Ev yek nayê qebûlkirin.”

erdogannErdoğan: Emê berê xwe bidin Reqayê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan çend roj berê diyar kiribû ku wê Daiş terka El Babê bike, ewê jî ewê berê xwe bidin Minbîc û Reqayê.

Erdogan di vê daxuyaniyê de gotibû ku wî bi Barack Obama re bi riya telefonê axivîye û wî jê re gotiye ku ewê vê yekê bikin.

Lê berevajî gotinên Erdogan ji baskê Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê derbarê operasyona Reqayê daxuyaniyên cihê tên.

Fermandarê herî payebilind ê Amerîkayê li Îraqê Stephen Townsend 26-ê mehê daxuyaniyek dabû û gotibû: “Wê YPG bibe beşeke ji hêza îzolekirina Reqayê.”

Townsend di daxuyaniya xwe de wiha berdewam kiribû: “Li Sûriyê di maweya kurtedema çareseriyê de Hêzên Demokratîk ên Sûriyê yekane hêz e û YPG beşeke mezin ê vê hêzê ye.”

binaliYildirim: Heke li Reqayê YPG hebe, em tunene

Tevî daxuyaniyên Erdogan ên derbarê operasyona Reqayê de, ji Serokwezîrê Tirkiyê daxuyaniyeke cudatir hat.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim diyar kir ku heke YPG (Yekîneyên Parastina Gel) di operasyona Reqayê de hebe, ewê wekî Tirkiyê di vê operasyonê de cih negirin.

Serokwezîrê tirk li Enqerê pirsên rojnamegeran bersivandin. Yildirim wiha got: “Li wir sekneke me ya eşkere heye. Em dikarin bi Amerîkayê re beşdarî şerê Reqayê bibin, lê heke pyd-YPG hebin –ku em ji wan hêzan re jî dibêjin terorîst- em tunene.”

Şêwirmendên siyasî û leşkerî diyar dikin ku Tirkiye bi qasî ku rayedarên wê behs dikin, ne li Sûriyê ne jî li Îraqê xwedî înîsiyatîfeke xurt in û Amerîka ji tirkan zêdetir li pişta xwe spartiye hêzên kurdan.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev