Parlamentoya Kanada bi yekdengî jenosîda li dijî Êzîdîyan nas kir û biryara anîna koçberên Êzîdî da

Parlamentoya Kanada bi yekdengî jenosîda li dijî Êzîdîyan nas kir û biryara anîna koçberên Êzîdî da

Parlamentoya Kanada di roja 25.10.2016’an de bi yekdengî ferman û komkujîya hatî serê Êzîdîyan li Şingalê ji alîyê rêxistina îslamî a terorîst DAÎŞ’ê ve nas kir û di eynî wextî de jî biryar da ku koçberên Êzîdî ji bo Kanada vegûhêzin.

Di biryarê de tê gotin ku wan 120 roj, ango 4 meh ji bo plankirina anîna koçberên Êzîdî ji bo Kanada danîye pêşîya xwe.

Herweha di biryarê de nehatîye gotin ku ka wê Kanada çend hezar Êzîdî bînê welatê xwe.

Piştî biryarê, Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau dîtina xwe wiha anî ziman: “ Kanada welatekî vekirîye, ku daîmen amade ye ku alîkarîya her kesê ku li seranserê dinyayê muhtacî alîkarîyê bê bikê”.

Keça Êzîdî û Sefîra Nîyetpak a Netewên Yekgirtî (NY), Nadîya Murad, ku bi xwe çend mehan di nav destê DAIŞ’ê de mabû asê, li Parlamentoya Kanada amade bû û ji bo vê biryara girîng û bi wate spasîyeke germ welatê Kanada kir.

Nadîya Murad got ku DAÎŞ’ê tu caran bahwer nedikir ku wê rojekê keçên Êzîdî ji nav destên wan rizgar bibin û di qada navnetewî de li dijî wan derkevin.

Wek ku tê zanîn DAÎŞ’ê di roja 3. Tebaxa 2014’an de êrîşek mezin biribû ser Êzîdîyên li Şingalê û Êzîdî di komkûjîyeke mezin re derbas kiribû. Bi hezaran Êzîdî hatin kuştin, serjêkirin û bi hezaran jî keç, jin, zarok, kalemêr û pîrejin jî hatibûn girtin. Keç û jin weke koleyên sexê hatin bi kar anîn û li sûkan weke koleyan hatin firotin. Kur jî hatin misilman kirin û weke DAÎŞ’an hatin perwerde kirin.

Bi sedhezaran Êzîdî ji cih û warên xwe koçber bûn. Pirranîya wan îro li Başûrê Kurdistanê di kampên pênaberan de dijîn. Çend hezaran jî berê xwe dan Bakur û Rojavayê Kurdistanê û di kampan de dimînin. Bi hezaran jî berê xwe dan Ewropa, ku gelek ji wan heta niha jî li Yûnanîstanê mane asê di di bin şert û mercên gelek xerab de dijîn.

Heta niha Almanya 1100 keç û jinên ji destên DAÎŞ’ê rizgar bûyîn jib o dermankirinê anîne Almanya.

http://www.bahzani.net/kurdi/show.php?aid=3516

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev