Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kurd di dema şerê heta teslîmbûna Qersê û ji destpêka şerê li Erzurumê -2

Kurd di dema şerê heta teslîmbûna Qersê û ji destpêka şerê li Erzurumê -2

Tevgelîya kurda di dema kampanîya pêşin da: ji destpêka şêr heta teslîmbûna Qersê û ji destpêka şerê li der-dorê Erzurumê. Kar û barên me yên dijî kurda di wê demê da -2

Me di 62 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, yek jî ji cildeya 3an ya berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov emê beşa duduyan a bi sernavê “Tevgelîya kurdan di dema kampanîya pêşin da: ji destpêka şêr heta teslîmbûna Qersê û ji destpêka şerê li der-dorê Erzurumê. Kar û barên me yên dijî kurda di wê demê da” raberî we bikin.

Ev her sê berhemên zanyarî yên bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine. Rewşa çapemenîya kurdî û gelê kurd îro ev e.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Berhemên kurdzanên me – 63

Di nîveka meha hezîranê da (di dema êrîşa li ser Derhem-daxê) bin destê desteya Êrîvanê da haqas şervan hebûn: li Îdirê-600 şervan, li Bayazîdê-1470, li Sûrb Hovhannêsê û der-dorê wê da-heta 500, li Qerekilîsê-heta 1000 şervan û h.w.d. Di şêr da, ser dirêjaya 226 kîlomêtra (ji Îdirê ser riya Bayazîdê ra heta Dayerê) weke 3,5 hezar şervan hebûn, û ev hemû hema bêje nîvê jimara wan şervana bûn, ku gênêral-milazim Têrxûkasov bi wan va di şerên 4 û 9ê hezîranê da bi mêrxasî ber xwe dabû.

Lê dîsa jî desteya me ne gelekî xurt bû, ji ber ku ew firsendên berê tunebûn, dema me di şerê buhurî da bi jimareke kêmtir va karê xwe usa dimeşand, ku hal rehet bû û tevlihevî-xiringêle tunebûn(6). Ango: hukumê me li ser kurdên wira û xwesma jî li ser kurdên Alla-daxê tunebû. Di vê kampanîyayê da di desteya Êrîvanê da guhdarîya lazim ne didane li ser wê yekê, ku hukumê me li ser kurda bidne belakirinê û wana bi gefxwerina û bi hêza çeka çavtirsandî bikin.

“Şaşîyeke me ew bû, ku desteya me ya Êrîvanê hêvîya xwe bi kurda dianî, lê ew hêvî bi ser ne ket. Hema seba xatirê kurda bû, ku desteya me li wir mabû. Hukumê desteyê li ser kurda hema bêje tunebû, an jî ewqas hindik bû, ku tesîr ne dikir. Em wê jî bêjin, ku mêlkêşîya kurda hindava me da bi wê yekê va girêdayî bû, çika emê di şêr da çiqasî bi ser kevin. Lê dîsa jî em bi hêvî bûn, ku emê bigihîjine hinek serdestîyan”, gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov di wê doklada xwe da nivîsîye, ku ewî ser navê Împêratorê Mezin şandibû(7).

Usa derket, ku di wê kampanîyayê da navê “Rûnişteka Bayazîdê” li me kirin, ji ber ku me di 22 rojên şerê ji bo parastina xanîyê kevirî da, bi 1550 şervana va himberî neyarên xwe, ku bi jimara xwe va 10 cara ser me ra bûn, ber xwe dabû û di dîroka eskerî da heta wê gavê tiştekî usa nebûbû. Û tenê bi saya serê jêhatina Têrxûkasov ya di hêla eskerî da, bi saya serê wê yekê, ku kurd di şerên ciddî da kêrî tiştekî ne dihatin û qet xema wan jî nîbû, ku Tirkîya wê bikeve di çi halî da, firsend kete desteya Êrîvanê bi şerefî û efatî ji rewşa giran bi serketin derkeve.

Niha em bêne ser kar û emelên desteya Wanê ya Faîk paşa, yê ku cerdên kurda yên ku kêrî tiştekî ne dihatin, hazir dikir bona şêr.

Di destpêka hezîranê da desteya Wanê ya Faîk paşa bi 11 hezar şervanên xwe va li van deran bû: li Taperizê (18 kîlomêtra dûrî Bayazîdê), lê temamîya siyarîyên kurd û eskerên peya li ser riya Bayazîdê bûn. Eskerên mayîn jî başûrê Alla-daxê bûn, ango eskerên peya û siyarî bi topavêja va û eskerên ordîyê.

3ê hezîranê ji Bayazîdê desteya Bûlavîn (200 esker û 200 mîlîs) şandine li ser riya Wanê. Ew deste li wir rastî 600 kurda hat û paşda vegerîya. 4ê hezîranê (roja şerê ber Derhem daxê) kurda êrîş birine li ser Bayazîdê û bi saya serê bêxemî û neciddîtîya me heta 1000 serî dewar birin.Serketinên di dema êrîşên pêşin da û pevçûnên bi eskerên me ra per û bask dane kurda, ew ji serê xwe derbaztir dibûn û destpê dikirin destdirêjayên mayîn dikirin. Em xwe hesîyan, ku eskerên me yên garnîzona Bayazîdê têrê nakin.

6ê hezîranê garnîzona Bayazîdê careke din derkete ser riya Wanê. Rex çemê Înjê-sûyê (15-18 kîlomêtra dûrî Bayazîdê) şerekî giran derket û di wî şerî da desteya me paşda vekişîya, ji ber ku kurda dor li me girtibûn û eskerên tirka jî piştgirîya wan dikirin. Piştî wî şerî kurd ser wê bawerîyê bûn, ku tenê bi saya serê wan bûye, ku eskerên tirka bi ser ketine, ji ber wê jî ji bin kontrola serekê desteya Wanê derketin û destpê kirin şik birine li ser Faîk paşa û eskerên wî.

8ê hezîranê Faîk paşa êrîş bire ser kela Bayazîdê, lê hate hincirandinê û gelek şehîd dan. Ji eskerên wî xwesma gelek kurd şehîd ketin, ku bajêr talan dikirin.

Piştî wê yekê li desteya Wanê da xiringêleyek usa çê bû, ku kes kesî nas ne dikir û li her dera dîdemeke hov û wehş saz bûbû. Piştî ku me 8ê hezîranê zora tirka bir, cerdên kurda ji binketinê gelek hêrs ketibûn û çend roja jî xurek û pere ne sitendibûn, ji eynata tirka va ji bin kontrola Faîk paşa lap derketin û zabitên wî jî bendî tiştekî ne dihesibandin û hela ser da jî guh ne didane şêx û serekên xwe jî. Şêx û serekeşîr di nav mirîdên xwe da îdî wek berê arxayîn nîbûn, tirs ketibû dilê wan. Wek mînak serekeşîr Xelîf Felmî efendî ji Faîk paşa hîvî kir “ku destûrê bidê bikeve nava warê Faîk paşa, ji ber ku îdî gema wan kurda nayê kişandinê, ku ew serokatî li wan dike”.

“Îdî tehmûla min ji dest van kurda tune”, Faîk paşa di nav raporta xwe ya 8ê hezîranê da nivîsîbû, ku ewî ji Muxtar paşa ra şandibû- “û ez hatime bawerkirinê, ku ji van cerda tu tişt dernayê û hêvîya xwe ji wan bibirin û siyarîyên kurd tenê kêrî wê yekê tên, ku bavêjine ser xelqê û wana bişêlînin”. Bi wê yekê ra tevayî ewî hîvî ji Muxtar paşa dikir “ku serekên eskeran bikine bin hukumê wî, ji ber ku eger ewana di bin hukumê wî da bûna û hemû emirê wî pêk banîyana, wê bi ser ketana, an na ew tiştekî nikare bike”.

Dû ra ew dinivîse: “Ez bi dilekî xemgîn hîvî ji we dikim qe na wan eskera bikine bin hukumê min, yên ku pirî-hindikî bi terbet-tore ne û ji kontrolê derneketine, bona em bikaribin wana bikine di nav taxbûrên ordîyê, lê yên din bişînine mal”.

Di temamîya dema 9, 10 û 11ê hezîranê kurda bajar kiribûne nava hesarê, xelqê dişêlandin û tenê 12ê hezîranê, ku îdî her tişt hatibû dizîn û talankirin, ewana hinekî rehet man. Lê heta dawîya hesarê di nav wan da tevlihevî û pevçûn çê dibûn, û Faîk paşa bêtaqet bû tiştekî bike. Ewî çend cara hewara xwe li şêxa û serekeşîra daxist, emirî ser wan dikir, ku kurdên bin hukumê wan da dest ji xweserîtîyê, şêlandinê, derevekirina malên xelqê berdin û binecîyên bê sûc û guneh nekujin û herweha dew ji wan dikir, ku mal û milkê dizî li binecîyên Bayazîdê vegerînin. Lê şêxa ji hêlekê da soz didan, ku wê ji alîyê xwe da her firsenda bi kar bînin bona pêşî li wan tevlihevîya û kuştina bigrin, di hêla mayîn da jî menî digirtin, ku dewlet pera nade bona têrkirina eskerên ordîyê, ji ber wê jî ew nikarin xwe biparêzin û ev hemû dibine sebebên tevlihevî û xiringêleya. Di wî alî da ew rast bûn, ji ber ku di desteya Faîk paşa da pirsa xurek gelek xirab hatibû organîzekirinê. Dawî usa derket, ku şêxa jî nikaribû gema kurdên xwe bikişînin, wana aş bikin û heta ji quweta şêxê navdar Ubeydulle jî der bû di wî karî da alî Faîk paşa bike.

Kurda bi hesarkirina Bayazîdê ra tevayî destpê kirin li ser riya avîtine ser eskerên desteya Êrîvanê, lê vira jî gundên dewleta xwe kavil û wêran dikirin. Zûtirê cerdên kurda temamîya deşta Bayazîdê hingavtin. Wana Dîyadîn zevt kirin, lê 13ê hezîranê dêra Sûrb Hovhannês jî xistine bin destê xwe. Lê di warê dawî da cerdên wan rastî eskerên çawîş Krapîvîn hatin. Çawîş Krapîvîn hemû kurd kirine xanîyê dêrê û ew li wir şewitandin. 37 kurd nava agir da saxe sax şewitîn, piranîya wan jî şêx û serekeşîrên bi nav û deng bûn.

Bi van talana jî emelên kurda yên li ser rêyên me bi dawî hatin. Lê ew xîyalên Muxtar paşa, ku bi destî kurda temamîya desteya Êrîvanê û herêma Êrîvanê nava tirs û xofê da bihêle, bi ser ne ketin. Ew salixên, ku desteya Mehemmed paşa 4ê hezîranê rex Dîyarê daye der (zora wê birine) û kurdên di nav desteya wî da bêy ku li bendê bisekinin heta şer xilas bibe, ji desteya tirka revîbûn, di demeke kurt da di nav kurda da belav bû û hemû kurdên ji Dayîrê bigre heta Sûrb Hovhannêsê 12 roja rehet man.

13ê hezîranê Muxtar paşa ji Faîk paşa nameyek sitend û di wê da ewî elam dikir, ku ew “nikare destbi êrîşê bike, ji ber ku bin destê wan da hesp û erebe tunene û ew nikarin hêvîya xwe bi hêza eskerên ordîyê bînin”. Lê Muxtar paşa bi têlêgramê nivîseke dinê şand û tê da bi awakî berk emir dikir: “Çiqas ji we tê eskerên ordîyê pirtir bişînine devera Êrîvanê û bira piranîya wan jî yên usa bin, ku bikaribin bi ciddî karê talanê û şêlandinê bikin”. Faîk paşa hema ev nivîs sitend, destxweda nivîseke awa jê ra şand: “Min têlêgramma we 14ê hezîranê sitend. Rastîyê jî, hêzên Bayazîdê têr nakin, lê eskerên di nav alaya min da ne gelekî ciddîne. Min ji Şêx Ubeydulle efendî hîvî jî kirîye, lê hela derheqa desteya xwe da malûmatî nedane. Hêza wî ne pir e û jimara şervanên wî 1443 e. Derheqa eskerên Şêx Celal-ed dîn efendî da, ku çekdar in û min ew dîtine, dikarim bi awakî bawer bêjim, ku jimara wana ji 800 kesan derbaz nabe. Bin destê Hemze efendî da 450 eskerên çekdar hene. Yên mayîn bi çek û fişeka va ordî xalî kirine û çûne”.

Rastîyê jî, kurd berê jî bi serî xwe ji nav desteya Faîk paşa derdiketin bona serîkî li mala xwe xin û bona li der û dorê eskerên desteya Wanê lê hêwirîne, talana bikin, lê niha kom bi kom diçûn û çekên, ku tirka dabûne wan, ji xwe ra dibirin. 17ê hezîranê 1500 siyarîyên kurd yên Şêx Ubeydulle, ku li rex Bayazîdê bûn, nişkêva betavebûn, çûne hêwirgeha (kampa) Taperizê û ji wira jî 1000 kurd revîne malên xwe.

Di van şertan da Faîk paşa hilbet nikaribû daxazên Muxtar paşa bi cî bîne.

Kurd him di meydana şêr da ji bo pêkanîna pirsdanînekê kêrî tiştekî ne dihatin, him jî di şêr da ne gelekî xurt bûn. Çawîşê Îngilîs Norman, ku çend cara dîtîye kurd çawa şer dikin, hatîye ser wê bawerîyê, ku mîlîsên kurda di şêr da qet ne ciddîne.

4ê hezîranê, roja şerê li girên Derhem-daxê ji 8300 eskerên desteya Mehemmed paşa 300 kurd bûn, ku ew pareveyî li ser sê 100 kesan kiribûn. Ewana hema bêje qet tevî şêr ne bûn û gava nîvro texmîn kirin, ku emê bi ser kevin, bi serî xwe ji desteyê derketin û berê xwe dane çiya. Çawîş Norman, ku ew hemû bi serê çevê xwe dîtibû, di nav berhema(8) xwe da emelên kurda bi vî awayî şirovedike: “Derheqa alaya tirka ya siyarîyan da em dikarin bêjin, ku ew pir sist e. Di nav wan da tenê desteya çerkeza ya 500 kesî bi mêrxasî şer dikir. Lê kurda, ku roja buhurî (berî rojekê) li deşta şêr sond û selawet dixwerin, ku ewê rûsa çîtî-çîtî (pirtî-pirtî) bikin, roja şêr xwe li riya revê girtin û berê xwe dane çiya û tenê car carna ji wira tek û tûk meriv dihatin û qerede gullek-dudu berdidan, bi hêvîya, ku wê li nîşanê kevin, lê gelek cara gullên wan li hevalên wan – çerkeza diketin (ew ji deşta şêr ne direvîyan), ew birîndar dikirin”.
Di şerê 9ê hezîranê da yê rex Dîyarê 300 kurd di bal Muxtar paşa hip-hazir sekinîbûn, ku dema lazim bibe, ew jî bikevine nava şêr, lê wana bi her awayî hewl dida, ku neçine ber şêr.

Norman gava derheqa rewşa li Sûbbotanê (li meydana Qersê) ya 6ê tîrmehê da şirovedike, awa dibêje: “Ez gerekê derheqa mîlîsên kurda da bînime bîr, ku şandibûn bona piştgirîya çerkeza bikin. Kurd bi gullebarandina va bi eşq û şa pêşda diçûn, lê mixabin daxaza wan bi ser ne ket, ji ber ku gelek ji wana tirsonek bûn û çiqas ku ew nêzîkî neyara dibûn, jimara wan ewqas kêmtir dibû. Lê dema ku êskadrona rûsa nişkêva piş gund va bi wan va derket, tirsa wan zêdetir bû û ewana usa bi lez berbi paş va çûn, çiqas ku bi lez pêşda hatibûn. Çend zabitên barêgeha tirka ya eskerî ser wê bawerîyê bûn, ku kurd wek esker kêr nayên. Wana digot, ku ew nikarin bawerîya xwe bi kurda bînin û wana wek casûs, an jî rêçger bi kar bînin, ji ber ku ew ne amin in û dikarin heta xayîntîyê jî bikin. Bi kar û barên xwe va ew dikarin hurmet û şerefa eskerê tirk bêxin.

Dema desteya Êrîvanê bi riya Agirî daxê paşda vedikişîya, 21ê hezîranê ber çevê wan 2 hezar kurdan ra, ku bi serokatîya serhing Ahmed beg (ji desteya Wanê) girên Dîyadînê zevt kiribûn, ji Dêrikê berbi gêdûka Karvensereyê va çû. Kurda turuş ne kirin wê rojê êrîş bibine li ser desteya rûsa, ku ji hal ketibû, û tenê 22ê hezîranê wana bi sivikayî hewl da pêşda herin, lê hema me çend gulle berî wan dan û 100 kazakên me êrîş birine ser wan, ew koma kurda ya ji 2 hezar eskeran destxweda xwe li riya revê girtin û li Misûnê xwe veşartin(9).

Norman gava derheqa wê yekê da behs dike, ku gênêral-milazim Têrxûkasov çawa 28ê hezîranê garnîzona Bayazîdê ji dest dijmin rizgar kir, ew jî di wan şerta da, ku him desteya Wanê, him jî desteya Îzmayîl paşa himberî desteya Êrîvanê şer dikirin, dinivîse: “Lê gelo kurdên harbûyî di wan çaxa çi dikirin, ew fanatîkên ku hewl didan bi serokatîya serekê xwe Îzmayîl paşa (ew jî kurd bû û bi bêwijdanî kurdên bin hukumê xwe da berdida ser eskerên dîlgirtî, ser jin û zaroyên bê xwedî û xudan) li ser axa Rûsîyayê tevlihevîya û xiringêleyê çê bikin? Wana turuş ne dikirin himberî dijminê xwe rû bi rû şer bikin û dema ku ew çev li eskerên rûsa yên peya û siyarî ketin, ku bi awakî lez bi ser wan da dihatin, çekên xwe avîtin û wek kerîyên pêz revîn”.

Bi vî awayî, him di deşta şêr da, him jî wekî mayîn kurda hema bêje tu kar nedane ordîya tirka. Lê dewsa wê yekê wana welatê xwe serobin kirin, talanên xelqê birin û di nav cêrgên eskerên tirka da tevlihevîyên mezin çê kirin. Gelek rûpelên berhema çawîş Norman derheqa wan talana, kuştina û zordestîya da nin, ku kurda di demên cuda-cuda da kirine. Ew cîyê, ku desteya kurda hema bêje carekê jê derbaz bûye, ew cî hatîye xirabkirin, talankirin, wêrankirin û xalîkirin. Ewana bi gazîya hukumeta Tirkîyê diketine nava şêr, lê xwe lap aza texmîn dikirin, fermanên tirka bendî tiştekî ne dihesibandin û çi dikete hişê wan, wê jî dikirin. Bi gotina Norman, cerdên kurda bin menîya şêr di temamîya Kurdistanê da çi dixwestin, wê jî dikirin. Wana bi xweserîtî û zordestîyên xwe navçeyên dora Wanê, Mûşê, Bîtlîsê û yên mayîn xik û xalî kirin(10). Wana bi seda gund ji kokê va hilweşandin, bi hezara binecîyên xaçparêz, heta yên musulman jî ji dest emelên wan dizêrîyan. Di wan desteyan da, li ku kurd hebûn, tim tevlihevî çê dibûn. Xweserîtîyên kurda tesîra xwe li ser pareskerên mîlîsa û heta ser eskerên ordîyê jî dihîşt.

Muxtar paşa gelek cara fermanên berk derdixistin(11) û emir dikir, ku wan hemû kurda darda bikin, yên ku xelqê talan dikin, lê Îzmayîl paşayê kurd her cara gunehkara diparast û heta destê xwe jî li pişta wan dixist(12).

Ew hukumê me yê ser kurda, ku me berî şerê li meydana Qersê bi dest xistibû, di dema şêr da jî hebû. Kurdên paşalixîya Qersê, xênji çend kesên bi nav û deng, wek berê pişta me bûn û gorî hêza xwe bi aminayî xizmetî me dikirin. Hinek ji wana ketine nava alaya mîlîsên kurda(13), yên din wek rêber û casûs kar dikirin(14) bona posta surî bighînine desteyên, ku ji hev qetîyabûn û dûrî hev bûn. Rex Serekqumandarîya me timê qasidên wan hebûn. Hemû binecîyên kurd hertim bi dilekî baristan xurek û tiştên lazim didane me.

Heynese, di Serekqumandarîya me da timê jî ji kurdên paşalixîya Qersê razî bûn.

Çavkanî:

6. Wek ku li Beşa 5a da hatîye destnîşankirinê, dema desteya Êrîvanê sala 1855a Kerpî-kyoyê va diçû, ordîyê da haqas esker mabûn: 100 eskerên kazaka li Bayazîdê û 3 taxbûr, 100 mîlîsên ermenî û 2 topavêj li Sûrb Hovhannêsê. Ev hêz lap têra piştê dikirin.
7. Binhêre serdazêdekirina hejmara 28a. Jêdera ji doklada gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov, ku ewî ji Serekqumandarîyê ra amade kiribû, ya 19ê çileya paşin sala 1878a, ya hejmara 39a. (Arşîva Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê).
8. S.B.Norman. Armenia and the Campaign of 1877.
9. Destxeta hejmara 14a ya Para eskerî-dîrokî ya rex Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê.
10. Heta di bajara da jî kurda her tişt dixiste bin destê xwe û li her dera talan dikirin û tevlihevî çê dikirin. Wana temamîya Bîtlîsê serûbin kirin. Li Wanê kurda hema li ser kûça xelqê dişêlandin û welîya nikaribû tu tiştek jî bikira. Ji ber wê jî mîsyonerên Amêrîkayê di temamîya wextê şêr da li ser qeyîka (keştî) dijîtin, ku li nav derya Wanê bûn. (S.B.Norman. Armenia and the Campaign of 1877.)
11. S.B.Norman. Armenia and the Campaign of 1877.
12. Hema li wir.
13. Geleka ji wana dikirine bîra me, ku ew di şerê sala 1855a da bi aminayî xizmetî rûsa kiribûn. Wek mînak, 7ê gulanê sala 1877a serekê kurdên ji eşîra Gelîya hatine gundê Kelikê seredana gênêral Heyman. Di nav qasida da kurdekî genc hebû, yê ku hîvîkirina bavê xwe da gênêral Heyman, ku ew dixweze hemû kurên wî bikevine nava ordîya rûsa û ser da jî zêde kir, ku bavê wî bi xwe, ku niha kalemêrek e, di sala 1855a da di ordîya rûsa da mîlîs bûye û bi aminayî qulix kirîye.
14. Hinek serok ji bo formê di ordîya tirka da qulix dikirin û derheqa kar û barên ordîya tirka da malûmatîyên cuda-cuda digîhandana me. Ji bo nimûnê, birayê Reşîd beg, serekê kurdên Keskenliya, endamê meclîsa Qersê bû û bi destî Reşîd beg derheqa neyaran da salix didane me.
15. Wek nimûne, di dema şerê rex Zîvînê da kurdekî bi destê xwe malûmatî dane destê gênêral-adyûtant Lorîs-Mêlîkov, ku halê desteya Êrîvanê di şerê li rex girên Derhem-daxê û der-dorê Dîyarê gelek xirab e.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev