Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 14

 

Slav û Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz!
Ji bernameya “Civak û seyaset” ya radyoya Ria taza ji bajarê Moskvayê ez Bêlla Stûrkî xêrhatina we dikim. Weke ku me pêşda we agahdar kiribû, her heftê zanyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî wê bibin mêvanê bernameya “Civak û seyaset” yên ku weke 35 deqeyan wê bersîva pirsên me bidin derbarê rewşa sîyasî û civakî li her çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku bernemaya me wê bala we bikşîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide. Mijara bernameya me îro derbarê bûyarên herî dawî li herêmê û Kurdistanê, derheqa opêrasyona rizgarkirina Mûsilê û peşeroja Mûsilê ya siyasî û leşkerî piştî derkirina DAIŞê û azadkirina bajêr, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha derheqa rewşa dawî li Rojavayê Kurdistanê da nin.
Bernameya “Civak u seyaset“ ji bo zêdetir zelal kirina wê pirsê û mijarên din yên rojane mêvandarîya birêz Kamiran Haco – seyasetmedar, endamê polîtbûroa Partîya Dêmokrata Kurdistan a Sûrîyê, berpirsê peywendiyên derva ya Encûmana Niştîmanî Kurdî li Sûryayê, herwiha berpirsê rêxistina PDK-S li Evropayê kir.
Berî destpêka hevpêyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mêvanê bernameya „Civak û seyaset“ ya 14 an birêz Kamiran Haco.
Jînenîgarî:
Kamiran Haco di sala 1959 an li Kurdistana Sûrîyê ji dayîk bûye. Sala 1983an zanîngeha Surîyê ye beşa endazyarê mêkanîk temam kir. Ji sala 1997an ji ber karê sîyasî mihacirî Swêdê bû. Ji sala 2009 cîgirê serokê bo daxûyaniyên Şamê li derwayî Welêt bû. Ji sala 2011 endamê komeleya Encûmana Niştîmanî Kurdî li Sûryayê ye. Ji 2011 heta 2013salê endamê komitêya têkiliyên derva ya Encûmana Niştîmanî Kurdî li Sûryayê bû. Ji sala 2014an endamê mekteba sîyasî ya Partîya Dêmokrata Kurdistan a Sûrîyê ye. Ji sala 2016 an berpirsê ofîsa peywendiyên derva ya Encûmana Niştîmanî Kurdî li Sûryayê, herwiha berpirsê rêxistina PDK-S li Evropayê ye. Wê demê Kamiran Haco di gel malbeta xwe li Swêdê dijî.

Birêz Kamiran Haco re ji studyo radyoya Ria taza bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê re, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên seyasetmedar, endamê polîtbûroa Partîya Dêmokrata Kurdistana Sûrîyê, berpirsê peywendiyên derva ya Encûmana Niştîmanî Kurdî li Sûrîyê, berpirsê rêxistina PDK-S li Evropayê Kamiran Haco bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev