Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

ROSTEM Û BÊCANÊ KURÊ WÎ

ROSTEM Û BÊCANÊ KURÊ WÎ

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema şêstûsisîyan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşeke wê a bi sernavê ”Dewata Bêcan û Serzengazêrê” raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

Ji nimûneyên zargotina me – 63

(Dewata Bêcan û Serzengazerê)
Wextekê li şeherê Îranê, orta Îranêda şeherê dêwada sînor hebû: dareke belek çikandibûn.
Xulamê mala bavê Zalê hebû, navê wî Gurgîn pelewan bû. Wextekê cav hat şeherê Îranê: “Serê sînor, ber dara belek şivan û gavana şer kir. Malê Îranê rêncberê dêwa bir”. Gurgîn çû here binhêre, çika raste-derewe? Çû nihêrî-derewe. Hema malê dêwa ji dara belek derbaz bûye sînorê wana, diçêrin. Gurgîn pelewan ber wana geriya, şer û dew nekir. Malê wana ji sînor dûrxist, hat ber darê, serê xwe danî, cî bi cî xewra çû.
Bêcan pelewan kurê Rostem bû. Hewariya Gurgîn çû, nihêrî Gurgîn derengî bû. Bêcan donzde salî bû, bê dê û bavê xwe çû. Çû ber dara belek, lênihêrî ku malê dêwa dîsa hatîye nêzîkî sînor, nizanbû Gurgîn pelewan ber darê razaye, go: “Hebe-tunebe, van rêncberê dêwa Gurgîn pelewan telef kirine (kuştine)”. Rêncberara şer kir, rêncber li hatin hevdu. Bêcan pelewan girtin, birin. Malê xwe hildan birin nava şeher. Bêcan teslîmî padşê-qiralê xwe kirin. Qiral jê pirsî, go:
-Tu çi tevakî, çêşikê kurêşîya?
Go: -Ez kurê Rostemim!
-Navê te çîye ?
-Bêcan pelewan!
Qiralê dêwa go: -Ezê te têxime hevsê, heta tu têda dimirî.
Qîzikeke Qirêl hebû, bedew bû. Bihîstibû, ku rêncberê bavê wê çêşikekî kurêşîya girtine anîne. Carîyê xwe hildan, çû bivîne çika çêvkê kurêşîya çawane? Çû niherî ki Bêcan pelewan girtîye. Gava çev pelewan ket, dilekî na, bîstûpênc dila heband. Dilê wê girt, li ser dîn û har bû, go: “Ez bistînim eve, nestînim eve”. Zivirî ber dêrî, qerewilê hevsê dît, go:
-Ezê awqa pere bi tedim, tu gere miqatî evî çêşikê kurêşîya bî, wekî tu rind xweykî, xwarinê bidêyî, sura min aşkela nekî, gilîyê min jî kesîra nekî, ezê mehê sê zêra bidime te, xênji aylixa te.
Go: -Berave, qirarve ber pûtsenema ev pirsa devê minra dernayê, ezê rind bidme xweykirinê.
Xwarin ji kîsê qîza qiral dibir didayê. Bera ew xweyke têda.
Bêcan pelewan îda talaşê nakişîne.
Em ji Rostem xeberdin. Ji şeherê Îranê Rostem Bêcan pelewan geriya. Nedîtin. Rastî pîrekê hatin, ji wê pîrê pirsîn. Herkesî Rostem nas dikir: pîrê hilda go:
-Rostem can, go, pelewanê xurt, go, tu Bêcan pelewan digerî, kurê xwe? Go, eva heye sehetek-dudu Bêcan pelewan ber bi dara belek çû.
Hewarî şeher ket, şeherê Îranê. Çûn ber dara belek, lênihêrîn Gurgîn pelewan hê razaye, rakirin, jê pirsîn. Gurgîn pelewam cava wan da, go:
-Ez razayî bûme, ez haj tiştekî tuneme, min Bêcan pelewan nedîtîye, hema malê Qiralê dêwa li vir bû. Min malê wana sînor derxistin, ez hatim razam, min haj tiştekî nîne.
Navê şeher jêra şeherê Xurêmanê digotin. Rostem duşurmîş bû, go: “Hebe-tunebe qiralê Xurêmanê hîla kurê min bi dest wîye”. Gelek geriya, ceger bû…
Gurgîn pelewan hilda herçî merîyê pêra çûbûn, berê xwe dane şeherê Îranê, zivirîn. Wê şevê heyanî sibê xew neket çevê Rostem pelewan. Rabû bîst cot pelewan hilda, hesavê tucara çû nava şeherê Xurêmanê. Meydana Xurêmanê deve-delûlê xwe danîn. Di qilxê tucarada bû, nava şeher geriya. Rostem ji xwera xanek kirê kir ser mehekê. Çi eşîyayê wî hebûn, kişande xanê, ew pelewanê wî bera miqatî deve-delûlê wî, qantirê wî bin.
Rostem Gurgîn pelewanva ji xwera ketin nava şeher geriyan.
Meriv xeberê hiltîne yan ji kalê zemana, yan cahilê geriyayî. Wextekê Rostem lênihêrî pîrek ber derê avayîkî kesîbda rûniştîye, duşurmîş dive, go:
-Diya pîr, tu çira duşurmîş divî?
Pîrê serê xwe hilda, lênihêrî Rostem pelewanê tevgirêdayî, forma tucara serra sekinîye, go:
-Diya Pîr qurbana teve, wekî ez duşurmîş nevim, kê duşurmîşbe. Mala bavê min şeherê Îranêye, zarotîya minda dêwa ez xwera girtime, anîme, naha ez Pîr bûme, mêrê min tune, kurê min tune, qîza min tune, kesî min xweyke-tune, lema jî duşurmîş dibim.
Rostem go: -Ez bi xwe jî ji Îranême.
Pîrê şa bû, go: -Xudê min qurbana teke, wekî tu ji Îranêyî, tu qewmê mala bavê minî, tu çi qewî hatî vira?
Rostem got: -Ez tucarim, hine eşîyayê min heye, min anîye bifroşim.
Pîrê go: -Ji boy xadêbe, wekî tu min xwera bivî Îranê…
Rostem got: -Wekî şuxulekî min heye, tu biqedînî, ezê te bivim Îranê, hela qencîkî pak tera bikim, te bi kinc bikim, te xwey bikim, heta gava tu dimirî.
Pîrê şa bû, go: -Bêje, go, derdê te çiye, ez zanibim.?
Go: -Merivekî me unda bûye, gotine hatîye vî şeherî.
Pîrê go: -Ez wêderê nizanim, bira çêşikekî kurêşîya girtine, hebs kirine, divê navê wî Bêcan pelewane, gotîye: “Ez kurê Rostemim”, eva şehera jî zef ji Rostem ditirse.
Rostem şa bû, kenîya, beşera wî xweş bû, gula sûretê wî vebû. Pîrê hilda bir bazarê, jêra deste çekê baş sitend, cote sol sitend jêra, êpêce pîrê kok kir û xemiland. Pîrê bir çû nava deve-delûlê xana têda, go:
-Pîrê, tuyê çi îlacekê bikî, ku tu zanibî, çika kurê min heye, yan tune, yan kuştine?
Pîrê diha go: -Ew borcê mine, go, deynê mine, ku ez lê bixebitim.
Pîrê berê xwe da qonaxa qîza qiral, çû ber dêrî, lênihêrî carî li ber dêrî sekinîne qerewil. Carî lê hatine hevdu, gotin:
-Neçe hundur.
Carîyêra got: -Ez hatime herim qîza qiral bibînim.
Îzina pîrê dan, pîrê çû hundur. Qîza qiral lênihêrî carîya wê pîrek anîne hundur. Navê qîza qiral Serzengazer bû. Ewê hilda got:
-Gelî carîya, eva çi pîre we anîye hundur?
Carîkê hilda got: -Serzengazer, eva pîra hate ber dêrî, me nehîşt, pîrê jî mera got: “Şuxulê min cem Serzengazerê heye”.
Go: -Pîrê, şuxulê te cem min çiye, tu hatî?
Go: -Şuxulê min, ez belengaz bûme, nikarim xwe xweykim, hêsîr bûme. Fireya mirazê te tu qulixekê bidî min, ez bixebitim, nankingê xwe bixum, dua li emirê te bikim.
Serzengazerê got: -Çi ji destê te tê?
Go: -Çi bêjî destê min tê, min dinê dîye.
Serzengazerê jêra got: -Here sivê were, tu mexsûs bêy, ezê qulixekê bi te bidim. Gelî carîya, pîrê bivin, sivê pîrê tê-yek we jê xevernede, bira bê hundur.
Carîya pîrê bir derva. Pîrê lêxist, berê xwe dîsa da cîyê Rostem têda, xwe gîhande xana Rostem têda bû. Rostem jê pirsî:
-Pîrê, go, tu çira derengî bûyî?
Go: -Ancax, go, min qîza qiral Serzengazer me hevra xeberda, wê sivê qulixekê bide min, belkî ez zanibim, çika Bêcanê pelewan jê bipirsim çawane?
Wê şevê sekinî heta sivê. Sive xêr ser weda bê, ser wanda jî hat. Pîrê teştê xwar, berê xwe da dîwana Serzengazer. Carîya îzin da, pîrê çû hundur, Serzengazer jê pirsî:
-Pîrê, tu hatî?
Go: -Belê, ez hatim.
-Serşûştinêra çawanî?
-Çawa bêjî, ez usanim.
Kir serşûya xwe, hergê rokê, hergê du ro pîrê qulix kir, êvarê jî diçe cem Rostem.
Wexta serşûştina Serzengazer hat, pîrê Serzengazer bir hemamê, himamîş kir: serê wê şûşt. Serzengazer lê nihêrî çi qulixçîke delale, go:
-Eferim, pîrê!
Pîrê jî kêfxweş bû, xofa pîrê revî, got:
-Serzengazer, divê çêşikekî kurêşîya vira girtîye, çi tevake?
Serzengazer hilda got: -Yekî çûçike, zare, ew qender bedew û delale, lola çira dişuxule, dilê min gele hebandîye. Ez usa xwey dikim, ji bavê wî çêtir. Divê kurê Rosteme, şeherê Îranêye.
Pîrê hilda got: -Wekî ez pirsekê bêjim, tu ji minra deng nakî? Rostem bi xwe mêvanê mine.
Niha orta Serzengazer û ezmînda nema, ew qender bilind bû, go:
-Em çawa bikin lê?
Go: -Serzengazer, tu zanî?
Serzengazer go: -Wekî ez zanim, ezê Bêcan pelewan ji hevsê derxim, lê hema qirarek heye, Bêcan pelewan gihîşte bavê xwe, tu wê qirarê bide Rostem, ku min bive ji kurê xwera, ezê Bêcanê pelewan derxim.
Pîrê go: -Berabe,- soz dayê!
Dey li carîya kir, carîya nan anî. Serzengazer pîrê cem xwe da rûniştandinê, tev pîrê nan xwar. Dilê pîrê baristan bû, zanibû dilê qîza qiral diha raste, dûze.
Pîrê derket, îzina xwe jê xwest, çû mala xwe, çû cem Rostem.
Eva gilîya ji Rostemra got. Rostem qebûl kir. Sive safî bû, pîrê cav da Serzengazer, go:
-Rostemê te bive kurê xwera.
Serzengazer şa bû. Bêcanê pelewan ji hevsê derxist, da pîrê.
Bêcanê pelewan hevisêda qîzê xemiland: çarşevek avît ser sêrî, ehlîyê Xurêmanê pê nehese. Wê dekê bir gîhande Rostem. Rostem şa bû bi kurê xwe: deve-delûlê xwe bar kirin, nava şeher derket. Pelewana ji şeher hinekî dûr çadir û xêbetê xwe lêxistin.
Em ji qiral xeberdin. Cav dane qiral: “Rostem kurê xwe ji hebsê derxist, bir”. Qiral şaş û met ma:
-Binihêrin, kuro, dergevanê kela min hebû?
Cav danê: -Rostem girtîye bi xwera birîye, em nizanin kuştîye, em nizanin dergevan xwe veşart?
Qirêl kire hewar û gazî, esker û leşkerê xwe hilda şeher derket, pey Rostem ket: toz û dûxan bi erdê ket. Rostem lênihêrî, alîyê şeherê Xurêmanêda toz û dûman li erdê ketîye. Gazî Gurgîn pelewan kir, gazî çil pelewanê xwe kir, go:
-Eva eskere, pey me ketîye, tivdarekê we hazirbe.
Pelewana tivdîra xwe dît, kincê şêr li xwe kirin û pêşiya eskerda çûn, ku nêzîkî çadirê wan nebin. Bû şerekî xurt: şerê gurz û kebanda, şerê şûr û mertala, şerê tîr û kevana, çivîk li hewa hişk bûn. Li çiya heng; deşta-piling tev revîn, xwe dan serê çiya, go: “Ev çi şerekî girane?”. Usa kir Rostem, bira li bira nebû xudane, xûn rabû, avîte rikêfê hespane. Rostem berdayê şeherê Xurêmanê jê sitend. Ew dergevanê ber girtîya kir mezinê şeher û bûka xwe hilda, çadir-xêbetê xwe hilda, çil pelewanê xwe hilda, Gurgîn pelewan pêra bû, berê xwe da şeherê Îranê-hat. Rostem emir kir ser hevalêd xwe, go:
-Barê deve-delûl, qantira daynin, em hinekî xwera rehet bin.
Xulam-xizmetkara barê deve-delûla, qantira danîn. Rostem deverû veleziya, hema raneza, guhê wî hişyar bûn, lênihêrî pelewan gişk ji xwera gilîya dikin. Yekî pelewan got, go:
-Heyf, Rostem deverû radizê, qîza wî jî wextê qawê me bela dike, lêva xwe me hil dike, her qisûra Rostem heye-ewe dinêda.
Rostem rabû ser xwe: -Kuro, hûn çi dibêjin?
Gişk hema cî bi cî ziya bûn, sekinîn, cava Rostem nedan, Rostem got:
-Kuro, hûn çira xeber nadin?
Yekî got: -Heyfa te, tu deverû radizêyî, em tên dîwana te, qîza te qawê dide me, xên ji Gurgîn pelewan, herçê me dinê, devê xwe li me xar dike.
Rostem got: -Ez wekî ser piştê razêm, dijmin dikare yan rimekê, yan qemekê zikê minxe, min bikuje, lê wekî çiyak bê ser pişta min, ez dikarim binda rabim: eva seva wê yekêye. Hema qîza min, ez gihîştimê, ezê qîza xwe bikujim? Hûn çawa pelewanê min bin, ber minda xûnê birêjin, ew qawe bide we, lêva xwe we xar bike?
Deve-delûl, qantira bînin bar bikin.
Deve-delûl anîn, qantir bar kirin, ajotin, gihîştin nava Îranê. Şayî kete Îranê, kêf û eşq kete Îranê. Rostem çû şeherê Xurêmanê, kurê xwe anî. Gişk hatin çevronayî dan Rostem, lênihêrîn Rostem pirçûkirîye. Qîza Rostem qawe anî bela kir li pelewana. Rostem bin çevara lênihêrî, belê, raste, xebera pelewanaye, lêva xwe pelewana xar dike. Dîwana wî bela bû, Rostem gazî qîzê kir, go:
-Zanî, ezê te bikujim?
-Çira bavo, go.
Go: -Tu qewê bela dikî, go, tu lêva xwe pelewana hil dikî, pêştirî Gurgîn pelewan. Hema min qirar kirîye, ezê te bikujim.
Keçikê go: -Bavo, îzina min bide heta sivê, sivê min bikuje.
Hema Rostem westîyayî bû, kesirî bû, Rostem îzina qîzê da, xwe jî raza.
Qîzik çû, deste kincê pelewana xwe kir, hespek kişande derva, hat ber pencera bavê wê têda razayî bû, gazî kirê:
-Rostem, Rostem…
Rostem banzda ser xwe, lênihêrî ber pencerê pelewanek sîlihê xwe girêdane, ser pişta hespê, gazî dikê. Rostem rabû, kincê xwe li xwekir, sîlihê xwe girêda, derkete derva, go:
-Tu çi dibêjî?
-Gotina min, go, ewe, min nav û dengê te bihîstîye, mixeserekî min derekê heye, gere tu bêyî, heyfa min hildî.
Rostem zivirî hundur, rewşê xwe zîn kir, kişand derva û siyar bû. Qîzê nas nake, ajotin. Qîzê da pêşîyê, ewî da dû. Ajotin hundurê gelîkîda, ber zinarekî, lênihêrîn şikevte, go:
-Rostem, dijminê min, go, a di virdaye, navê te zef heye, gere tu dijminê min bikujî.
Rostem banzda erdê, dizgîna hespê xwe dayê, çû ber derê şikevtê, lênihêrî xûre-xûra dêwekî têda tê, gava hulma xwe dikişîne, kevir-kuçika dive tijî hundurê şikevtê dike, gava ku hulma xwe berdide, kevir-kuçik ji mixarê dertên.
Rostem newêribû biçûya hundur. Zivirî careke din çû cem keçikê. Qîzê jê pirsî, go:
-Te çawa kir?
Go: -Ez huşûm nakim herim hundur.
Keçikê banzda erdê, çû hundurê mixarê, serê dêw jêkir, pozê wî girte destê xwe, anî hat cem Rostem. Rostem lênihêrî serîkî usane, Rostem jê ecêv girtin û siyar bûn, ajotin ber derê avayê Rostem. Keçikê serî hilda nava Îranêda ajot, texmîn kir bav raza. Keçikê ajot ber dêrî, hespê xwe kişand hundur, çû hundurê oda xwe, ew serî bir danî cem xwe, kete nava nivîna, raza heta sive safî bû.
Rostem ji xewê rabû, serçevê xwe şûşt, teştîya xwe xwar, gazî qîzê kir, ki bikuje. Qîzê go:
-Bavo, tê min bikujî? De hêdî ez herim hundur, ez bêm-min bikuje.
Keçik çû hundur, ew serî hilda, anî cem Rostem, go:
-Bavo, ez ew qîzim, ber derê mixarê te nikaribû biçûyayî hundur, ez çûm, min serê vî dêwî jêkir, anî: xên ji Gurgîn pelewan, pelewanê te dinê cem min lola zaranin.
Rostem şaş û metel ma, got:
“Heyfa vê qîzê, ez bikujim”, ber çevê xwe dîbû. Qîz hilda bir malê, çevê wê paç kir. Qîz da Gurgîn pelewan. Dewata wan kirin.
Paşê jî dewata Bêcan û Serzengazerê kir. Hêja Rostem bi dilekî rihet rûnişt ser nanê xwe.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev