Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Evdilmecîd Beg û Hêsîrên Êzdîxanê-1

Evdilmecîd Beg û Hêsîrên Êzdîxanê-1

Nivîskarê malpera me Welat Agirî di vê gotara xwe da, ku berdewama wê jî heye û emê çap bikin, behsa xayînê kurd yê navheram Teyo begê, ku tevî qirkirina êzdîyan bûye û behsa êzdîparêz-êzdîhizê camêr û maqûl Evdilmecîçd begê dike. Fermo ev xayîn û mêrxasên xwe nas bikin.

Welat Agirî

Du sefer hene ku bextreş in, bêsiûd in, bêyom in. Du sefer hene qetilkar in, xêrnexwaz in. Du sefer hene ku zordar, zorker û zilmkar in. Bi wêran û talankirina gund, li navçe û bajaran rêwîtiyê dest pê kiribû. Bar kirin, koç kirin û berê xwe dan Ûristanê, xerîbistanê. Ew rêwîtî yek alî bû, çûyin hebû hatin tune bû. Ew jî çûn û nehatin…

Sefera yekemîn di sedsala 19emîn, destpêka salên 1800î de di nava rûpelên dîrokê ên qîr û qetran de cihê xwe digirt. Kurdên Êzdî ji ber zor û zilma Romê cîh û warê bav û kalan dihîştin û berê xwe didan warên nebeled, ketibûn rêya xerîbiyê, xerîbîstanê. Wan, Bedlîs, Bazîd, Surmelî, Qers pey xwe hîştibûn û xwe avêtibûn ber bextê Xaçparêzên Ûristanê.

Koça duyemîn jî, ya sala 1918an bû. Navbera wan herdu seferên bextreş de sed sal derbas bûbû. Vê carê li şûna Osmaniyan, Jon Tirkên qetilkar, dagirker û zilmkar di sehna zordestî û komkujiyê de cihê xwe girtibûn. Aliyê talan û weranê de Jon Tirka wek dibêjin, heft pehîn gora pêşiyên xwe xistibûn. Lê mixabin Tirk ne tenê bûn. Dîsa Kurd hatibûn xapandin an jî bi peyveke din em bêjin dîsa ji mîr, êl û eşîran hineka xwe firotibûn. Bêbext û xayînên Kurmanca ji Romê re him bûbûn şûr him jî dest.

Dewleta Osmanî di destpêka sedsala 20emîn de, bo sekinandina êrîşên Ûris, ji eşîr û malbatên Kurdan alayên leşkerî damezrandibû. Erk û wezîfa Alayên Hemîdiyê parastina sînorên dewletê bû. Herçiqas di serî de hidûd parastibin jî, bi destpêka Şerê Cîhanê ê Yekemîn re wezîfa wan jî hat guhertîn û vê carê berê xwe vegerandin Ermenan. Bi koç û barkirina Ermenan re dor hatibû Kurdên Êzdî. Di sala 1918an de çûyina bêveger a duyemîn dest pê kiribû.

Kurdên Êzdî neçar ji ber zilmê cîh û war guherandin. Lê belê Tirk ne tenê bûn, di vê zilmê de hinek Kurd bûbûn şûrê destê Tirka û dest bi qetla birayên xwe kiribûn. Di nav wan xayînan de “Navheram” Teyo Beg serî dikişand. Û helbet çawa di civaka da çete û çeqel ên wek “Navheram” hebin, her weha mêr û mêrxas ên wek Evdilmecîd Beg jî hene. De werin em binhêrin ka kilamek derbarî Navheram û Evdilmecîd Begê camêr û maqûl de çi dibêje û wan rojên mirinê çawa tînê ziman: Ev sitiran Halukê nevîyê Evdilmecîd begê ji min ra şandîye.

Evdilmecît û hêsîrên êzdîxanê
Seregolê wêran wê kimkore
Kullê nekevî mala Evdilmecît
Wê da tê Nokê bin da nor nore,
Evdilmecît sê cara kire gazî,
Go:-Bedirxan Bego (*), tê xwe bikî bilezînî,
Axbaranê Elî Begê ra bigîhînî
Bira hêsîrê êzdîxanê birevîne,
Sibê vê wextê roma vireke derewîn,
Cerda Teyo Begê Kose wê bikişin nava êlê,
Wê bibjêrin qîz û bûkên serbipor e.

Wez nemînim, wez nemînim,
Nemînim peyî hozê mîya ra, tewlê menegiya ra
Nemînim peyî êla mala xalê xwe ra.

Seregolê wêran dinihêrim ê bi sûse,
Kullê nekevî mala Evdilmecît
Wê da tê Nokê bin da diçûrise.
Evdilmecît sê denga kire gazî,
Go:- Bedirxan Bego, tu xwe kî, Xwedê kî,
Tê xwe bilezînî Axbaranê,
Mala xalê min Elî Begê ra bigîhînî,
Bê bera hêsîrê êzdîxanê birevîne birevîne,
Sibê vê wextê roma vireke derewîn,
Cerda Teyo Begê Kose wê bikişin nava êlê,
Wî ra him nave –him namûse.

Wez nemînim, wez nemînim,
Nemînim peyî hozê mîya ra, tewlê menegiya ra
Nemînim peyî êla mala xalê xwe ra.
(*) Kamil Bedirxan Beg
Berhevkirin: Wezîrê Eşo.

Kurdên Êzdî ji ber gurê har direviyan. Ji Agiriyê, ji Erziromê, ji Qersê, ji Îdirê, ji Wanê ketibûn rê, berê xwe dabûn Ermenîstanê. Li nava Çemê Erez dixistin û derbasî aliyê din dibûn. Lê sirgûn û derxistina Êzdiyan têra Begê Navheram, merivê Romê, nekiribû. Dabû pey wan derbasî aliyê Ermenîstanê bûbû. Hînê qetil û komkujiyê bûbûn û dixwestin dîsa bi kokê xwe xilas bikin. Dibên çemê li nav gundê Elegezê re dikişîya, di xwînê da sor bûbû û ji kenara derketibû, bi xwîna Êzdiyan çayîr û çîman av dida.
Kilam jê bûyerên wê rojê radixe ber çawan û tê dîtin ku sîwariyê Nokê, Evdilmecîd Beg, xwe dighîne alikariya birayên xwe. Erê Evdilmecîd beg xeberê ji Elî Beg re dişîne ku Hêsîrên Êzdîxanê ji kuştinê bên xilaskirin. Teyo Begê Navheram bi emrê Kazim Karabekir Paşa leşkerên Tirk dabû pey xwe û ketibû dû Kurdên Êzdî.
Helbet wê vegeriya, Evdilmecîd beg hêviya wî bû. Belê, wisa jî tê gotinê û hatiye nivîsandinê, ku dema ew begê navheram vedigere welêt, Evdilmecîd Begê wî digire, gulên serê fîşeqê wî navheramî derdixê, dihelînê û berî gewrîya (qirika) wî didê û dibê:
”Tu ji xwîna ermeniyan têr nebûyî, te xwîna êzîdîyên birayên me jî
vexwar, de vê kela gulên xwe vexwe, ji bo ku belkî tu têr bibî”

Evdilmecîd Beg û gelek Kurdên Misilman xwîna xwe dabûn ber çavên xwe bo rizgarkirina Kurd û Ermenan, Rom hildabûn dijberî xwe. Ev yek tê gilîkirinê, qala vê yekê tê kirinê, qenciyên Evdilmecîd Beg û hevalên wî nayên jibîrkirinê.

Emê di gotareke din de binhêrin ka Evdilmecîd Beg kê ye, çi kes e, ji ku ye. Vê gave bimînin xêr û xweşiyê de.

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev