Şerê li dijî terorîstên Daişê û belavkirina “wêneyên xwînî” yên pêşmergeyan

Şerê li dijî terorîstên Daişê û belavkirina “wêneyên xwînî” yên pêşmergeyan

KURDISTAN, 27/10 2016 — Pêşmergeyên qehreman yên miletê kurd li hemberî terorîstên Daişê şerê man û nemanê dikin û bi xwîna xwe axa pîroz ya Kurdistanê rizgar dikin û diparêzin.

Kurdistan û hemî ferdên miletê kurd rûbirûyê tecribeyeka tarîxî û mezin in. Pêşmergeyên qehreman birîndar dibin û şehîd dibin. Ji herçar parçeyên Kurdistanê mêrxasên kurd berê xwe dane başûrê Kurdistanê û li hemberî dirindetirîn terorîstên cîhanê, li hemberî Daişê, şerî dikin.

Îro “wêneyekê xwînî” yê pêşmergeyê xwebexş û pisporê pûçkirina mayînan doktor Silêman yanî Sait Çurukkaya di tora civakî Facebook û Twitterê de belav bû. Di wêneyî de hemî xedariya vî şerî diyar dibe û kezeba mirovî dişewite.

Belê, kezeba mirovî dişewite û ev hesta hemî kurdekî ye. Lê belê cardî jî divêt em xweragir bin û metînbûna xwe ji dest nedin. Lewra ez dibêjim her çi jî bibe çênabe ko em “wêneyên xwînî” yên pêşmergeyan di kanalên TV û medyaya kurdî yan jî di medyaya civakî de belav bikin. Ji ber ko:

1. Mafê hîç kesekî û mafê hevrêyên pêşmergeyên şehîd û birîndar jî nîne ko wêneyên xwînî yên wan pêşmergeyan bêyî destûra wan belav bike.

2. Pêşmergeyekê birîndar di wî halê xwe yê tengav de destûra belavkirina wêneyên xwînî bide jî çênabe ko em wan wêneyan belav bikin ji ber ew destûr ne di rewşeka normal û ne bi biryareka “saxlem” hatiye dan.

3. Belavkirina wêneyên xwînî yên pêşmergeyan bi ti rengî qazancekê nade me û tişteka nû li doza me ya rewa zêde nake.

4. Belavkirina wêneyên xwînî ji aliyê psîkolojîk ve zerereka gelek mezin dide xizm û kesûkarên wan pêşmergeyên ko birîndar bûne û em bi destê xwe careka dî kesûkarên wan pêşmergeyan birîndar dikin.

5. Terorîstên Daişê dikarin wan wêneyên xwînî yên pêşmergeyan di medyaya civakî de belav bikin û bibêjin ka wan çi anîye serê pêşmergeyên me yên qehreman.

Hêviya min ew e ko hemî qumandar û fermande di vî warî de pêşmergeyên di bin fermandariya xwe de agahdar bikin û ji wan re bibêjin ko “wêneyên xwînî” belav nekin.

Ya herî baş ew e ko pêşmergeyên birîndar li nexweşxaneyan bên derman kirin û tedawî bibin. Piştî ko sihet û saxlemiya wan garantî bibe mirov dikare serdana wan bike, bi wan re baxive û wêneyên wan jî (bêyî xwîn) belav bike.

Pêşmergeyên qehreman vî şerî ji bo paşeroja zarokên xwe, paşeroja miletê kurd û axa pîroz ya Kurdistanê dikin. Bila ev şer nebe sebebê tarîbûna jiyana kesûkarên wan.

———————————–
Nivîskar: ARIF ZÊREVAN zerevan@nefel.com

http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=8717

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev