”Martînê Bextewer”

”Martînê Bextewer”

Salih Kevirbirî

Martînê Bextewer,
Jan Dost,
Weşanxaneya Avestayê,
264 rûpel, Kurmancî, Stenbol

Jan Dost bi lehengên xwe yên vê carê me li cîhana rojava û cîhana rojhilat digerîne û dergehên efsûnbazîya ”şerqê” û peravên Efrîkaya ”reşikan” a 300-350 sal berîya niha heta ”taqê piştê” li me vedike. Her wekî ku Weşanxaneya Avestayê jî dîyar dike, ”Martînê Bextewer” sînorên romana kurdî fireh dike.” Bi rastî jî bi ya min ev romana hanê, lûtkeya hostehîya nivîskarê ”ciwan” ê 47 salî ye. ”Mijabad”, ”3gav û 3darek” û ”Mîrname” heta tu bibêjî bes hestên me yên standina ji çêjên cuda berz kirin. Her sê berhem jî ji hev xweştir in. Lê belê ”Martînê Bextewer” ji bo min xweştirînê van berheman e.

Martîn Setzer xortekî alman e. Di sedsala 17an de ji dayik bûye û ji ber ku ji jîyana Ewropayê bêzar û dilsar dibe, berê xwe dide şerqê, dide pey ”rastîyê” ku ew rastî jî kitêbek e. Kesê ku berê Martîn dide şerqê Hans Heilberg e ku 35 salan li Den Haagê berçavkfiroşîyê dike, di salên dawîyê de li kevîya behra bakur nêzîkî dêreke mezin di qehwexaneyekê de kar dike, paşê vedigere bajarê Herneya Almanyaya niha.

Serpêhatîya Hans bixwe serpêhatîyeke bi têra xwe balkêş û biêş e. Kurekî tekane yê dê û bavekî ye. Bajarê wî li qeraxa deryaya Baltiqê bûye. Gava ku du salî ye, Artêşa Swêdê bi serokatîya Qral Gustav Adolf xwe berdidin bejahîyê û dest bi şer dikin. Ew bi hewara protestantan ve hatine! Bavê wî yê Lûtherî tê kuştin. Diya wî, wî û sê xwîşkên wî ber bi başûr ve direvîne. Katolîk û Lûtherî berê xwe didin hev. Welatên derdorê, welatê Hans didin ber ”gezan” û dadiqurtînin.

Di nîveka sala 1600ê de ew, diya xwe û her sê xwişkên wî yên xweşik Herta, Hermîne, Herwîg li gundekî bakurê Çemê Reinê bi cih dibin. Havîna 1643yê artêşên çar dewletan şerê hev dikin. Di şer de leşker çavsor û bitir dibin! Xwîn laşan li ber xwe dibe! Diya wî li ber çavên wî tê kuştin û leşker tecawizê her sê xwişkên wî dikin. Dengê xwişka wî ya sêzdeh salî ku serbazên îspanî ketibûn ser zikê wê, gelek şevan xew lê diherimand. Di nav wê xwînê de tevahîya wêneyan dibîne. Wêneyê ku nabîne, wêneyê ”Mesîh” bixwe ye! Îkonên li ber çavên wî xuya dikin, bi dirûvên guran dikevin. Xwîn ji îkonên ku wî dîdîtin diniqûtî. Ji tirsan, her sê xwişkên xwe yên zorganbûyî radike û berê xwe dide Amsterdamê. Li dêreke bajêr her sê xwişkên xwe dike xizmetkarên dêrê. Bixwe jî berê xwe dide bajarê Den Haagê û dibe berçavkfiroş û sîqalkerê camên berçavkan.

Di vegera xwe ya Herneyê de Hansê kal bar û rêwîxaneyekê ji xwe re vedike û dostanîya wî û Martîn li wir dest pê dike. Hans han dide Martîn ku berê xwe bide şerqê da ku gîyanê wî li wir rihet bibe. Navê kitêbekê dide wî û dibêje ku nirx û giranîya wê beramberî zêr e û rastî û bextewarî tê de ye: ”El Îfade Fî Îksîr El Seade.”

Martîn Setzer berê xwe dide şerqê û li bajarê Helebê bi cih dibe. Li wir bazirganîya kaxezan dike û dostanîya wî û hin keçikan çêdibe. Di encamê de li wir têk diçe. Hem evîn, hem jî bazirganî ji destan derdikeve. Nasekine. Dide pey riyên bextewerîyê heta ku di Bazîdê re derdikeve. Li wir pêrgî karesateke rûhî ango derûnî tê. Martîn li welatên şerqê, di bin ronahîya rojê de rastî heqîqetên jîyanê tê. Lê mesele ew e ku ew û rastîyên kitêban li hev nakin. Dema ku ji ”Komedîya Merivayîyê” ya li xaneke Bazîdê tê temsîl kirin bi zor û zehmetî rizgar dibe, pêrgî Dawudê Yezdanyarê Mamzêdî tê, ”şîretên” ku Mamzêdî li Martîn dike, tevahîya zanîn û azmûnên wî yên heyî berovajî dike. Paşê jî biryara xwe dide ku vegera welatê xwe. Vedigere jî…

Martîn Setzer li welatên şerqê, di bin ronahîya rojê de rastî heqîqetên jîyanê tê. Lê mesele ew e ku ew û rastîyên kitêban li hev nakin.

Dawî dema ji wê “komedya merivayîyê” a ku li xaneke Bazîdê tê temsîl kirin bi zehmetî xilas dibe, rastî Dawudê Yezdanyarê Mamzêdî tê; “şîret”ên ku Mamzêdî dide Martîn wê hemû zanîn û tecrubeyên wî berovajî bike.

Bi vê serpêhatîyê re parelel çîroka hevalê wî Gustav Albûs jî heye ku ew jî berê xwe dide rojavayê Afrîkayê, ticareta koleyan dike û piştî 9 sal, 9 meh û 9 rojan vedigere gundê xwe û çîroka xwe dibêje. Serpêhatîya Gustav ji serpêhatîya Martîn û Hans ne kêmtir e. Ew Mesîhîyekî bi bawerîya xwe xurt e. Dema ku Hans, Martîn ji bo çûna Şerqê sor dike û ber bi rûhanîyeta şerqê ve dehf dide, kesê ku li dijî çûna wî derdikeve Gustav bixwe ye: “Bêhişîyan neke Martîn! Meriv çawa li tiştekî di mista destê xwe de bigere? Riya rast, riya Mesîh e. Bextewarî di naskirina peyva Xwedê de ye. Bextewarî jî hezkirina Rebê me Mesîhê Xelaskar e. Temenê te çi ye tu xwe bi van pirsên hertûqîyan dibilînî û mijûl dikî? Xortanîya xwe di sîya kitêba pîroz de derbas bike û jixweber tê bextewer bibî…”

Gustav 9 rojên sax li ber Martîn digere da ku wî ji fikra çûna Şerqê vegerîne. Lê Martîn bi ya Gustav nake, guhdarîya Hans dike. Riya rojhilat dide ber xwe. Kitêba ku Hans jê xwestiye, tevî çend kitêbên din bi xwe re tîne. Lê gava ew vegerîyaye, êdî ne Hans Heilberg maye, ne jî Cafe Heilberg. Di vegerê de navê cafeya Hansê kal bûye: ”Gasthof Zur Kurve” ango ”Rêwîxaneya Koşeyê”

Şayanê gotinê ye ku ”Martînê Bextewer” bi jêrenotan hatiye xemilandin û ev jêrenot naveroka romanê bi xwe ne. Stîla wê jî pirdengî, bi gotineke din ”polyphon” e.

Jan Dost di gelek deverên romanê de, bedewîya kurmancî baleberz kiriye. Hevok wisa xweş li hev anîne û li hev siwar kirine ku di hevokên zêde dirêj de jî meriv ”mîna misqalê zêr” aciz û tengezar nabe.

Roman gelek peyaman di nav xwe de dihewîne. Yek jê jî ev e: “Rastî li ba min tenê ye, îdîayeke çewt e.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev