Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

le-mondeSernivîsa Le Monde-ê: Erdogan hesabên şaş dike 

Rojnameya herî navdar a Fransayê Le Monde diyar kir ku Tirkiye her ku diçe ji nirxên Ewropayê dûr dikeve û bi hesabên şaş ên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan çawa ku li welatên Rojhilata Navîn pêk tê, ber bi xirecir û bêistîqrariyê ve diçe.

Di sernivîsara rojnameyê de wiha hatiye nivîsîn:

Di rojên derbasbûyî de li Başûrê Rojavayê Tirkiyê ku piraniya niştecihên wê kurd in, 15 dezgehên ragihandinê bi biryarnameyên di hikmê qanûnê (KHK) de hatin girtin. Ji nîveka meha Tîrmehê heta niha li gorî hesabên me nêzîkî 85 hezar xebatkarên di daireyên dewletê de ji kar hatibûn dûrxistin. Va ye 10 hezar kesên din li wan hatin zêdekirin. Êdî wê rektorên zanîngehan ji hêla Erdogan ve werin kifşkirin û ewê nema bêne hilbijartin. Ji bo ku di hepsan de cih vekin, 38 hepsiyên adî (ne siyasî) ji hepsan hatin berdan, 35 hezar kes hatin binçavkirin.”

Le Monde dibêje bi ‘meşrûiyeta’ şerê bi PKK-ê re, pest û kotekî xwe gihandiye kurdên derveyî PKK-ê jî û dadgehekê 2şaredarên Diyarbekirê bi hinceta ‘terorîzmê’ şand hepsê. Rojname her wiha diyar kiriye ku dewletê 24 şaredarên din jî ji kar dûrxistiye û qayyûm daniye cihên wan.

Le Monde dibêje ku sedema vê yekê ew e ku Erdogan dixwaze here referandûmekê ku di encama wê de bibe xwediyê Serokatiya Tirkiyê. Rojname dibêje ku parlamenterên AKP-ê têra serokatiya Erdogan nake, lewre hewcedariya AKP-ê bi 14 parlamenteran heye ku riya referandûmê vebe.

Rojnameya navdar dibêje ku Erdogan dest bi retorîkeke neteweperestî kiriye çawa ku rabe û şîna xaka wendayî ya Osmaniyan bike. Li gorî Le Monde-ê Erdogan bi vê polîtîkayê nêzîkî MHP-ya nîjadperest bûye û hişyariyeke wiha dike:

“Lîderê tirkan di vir de hesabeke şaş dike. Rejîmeke ku piştî hewldana derbeya leşkerî hatiye afirandin, êdî wê nema karibe îstîkrar û aramiyê pêk bîne.”

***


kati-piriKati Piri bertek nîşan da: Dixwazin Tirkiyê 20 salan bi paşve bibin 

Raportora Tirkiyê ya Parlamentoya Ewropayê Kati Piri bertekeke dijwar nîşanî operasyon û binçavkirinên rojnameya Cumhuriyetê da û got: “Ji bo çi dixwazin Tirkiyê 20 salan bi paşve bibin, dikim nakim fêhm nakim.”

Bi fermana Serdozgeriya Stenbolê bi hinceta ku li ser navê terorê sûc kirine, 15 nivîskar, xêzkar û serkarên rojnameya Cumhuriyetê duh li Stenbolê hatibûn binçavkirin.

Kati Piri wekî nivîskara rapora herî dijwar a li ser Tirkiyê tê naskirin ku ev rapor meha Nîsanê hatibû eşkerekirin.

Li gorî ragihandina BBC-yê Piri diyar kiriye ku geşedanên li Tirkiyê, li Brukselê dibin sedema tirs û fikarên mezin. Li gorî axaftina Piriyê, ji 15-ê Tirmehê heta niha Tirkiye tu toleransê nîşanî komên dijber û medyayê nade.

Raportorta Parlamentoya Ewropayê di daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser girtina hevşaredarên Diyarbekirê gultan Kişanak û Firat Anli û zext û girtina 15 dezgehên ragihandinê û wiha dibêje: “Bi serdegirtin û binçavkirinên Cumhuriyetê re, rewşa xirab niha xirabtir bû. Dixwazin Tirkiyê 20 salan bi paşve bibin, dikim û nakim fêhm nakim.”

Piri her wiha dibêje ku fikarên li Brukselê gelekî zêde bûne. Ji ber ku Tirkiye ber bi dewleteke otorîter ve diçe. 

*** 


hrwHRW: Li Tirkiyê zext û zordarî her ku diçe zêdetir dibe 

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch-HRW) diyar kir ku operasyona li dijî rojnameya Cumhuriyetê, girtina dezgehên çapemeniyê û şaredarên BDP-HDP-ê, bi wan dide selmandin ku hikûmet û serokomar zext, zordarî û qedexeyan her ku diçe zêdetir dike.

HRW di daxuyaniya xwe de rûdanên du rojên dawî dinirxîne û diyar dike ku tawanbariya rojnameya Cumhuriyetê ku yek ji rojnameyên serbixwe û muxalif e, bi wan daye eşkerekirin ku zext û zoriya hikûmetê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan her ku diçe kûrtir dibe.

Emma Sinclair Webb-a ku Dîrektora Tirkiyê ye wiha dibêje:

“Ji hewldana derbeyê heta niha zêdetirê 160 dezgehên weşan û çapemeniyê hatine girtin. Bi tenê çend dengên muxalif mane ku hê nehatine girtin.”

Webb diyar kiriye ku girtina şaredarên hatine hilbijartin û êrîşên li ser çapemeniya serbixwe, dike ku em bala xwe bidin binpêkirinên lîderên siyasî yên Tirkiyê.

***


musil-artesa-bexdayeGeneralê Îraqî: Artêşa me ket rojhilatê Mûsilê

Generalekî Îraqî eşkere kir ku artêşa wan ji rojhilatê Mûsilê ketiye perava bajêr û tevî berdewamiya operasyonan ew ber bi navenda bajêr ve diçin.

Li gorî ajansa AP-yê piştî daxuyaniya generalê Îraqî, Serokwezîrê Îraqê Haydar El Îbadî jî diyar kiriye ku artêşa wan ber bi navenda Mûsilê ve diçe.

Îbadî yê Serokwezîrê Îraqê bangawazî li terorîstên Daişê kiriye û gotiye: “Yan teslîm bibin, yan jî bimirin!”

Îbadî bi cil û bergên leşkerî derket pêşberî kamerayan û got: “Tu riyeke din nemaye ji we re, yan teslîm bibin, yan jî hûnê bimirin!”

Serokwezîr di axaftina xwe de got: Emê ji çar milan ve dor li Daişê bigirin. Bi izna Xwedê emê serê marî biperçiqînin. Wê tu cih ji xwe re nebînin ku herinê.”

Ian Pannellê nûçegihanê BBC-yê ku artêşa Îraqê dişopîne diyar dike ku roja duşemê hêzên Îraqê rastî berxwedanekê hatiye û terorîstên Daişê bi erebeyên bombebarkirî dixwaze pêşdeçûna artêşê qels bike. 

***


michel-aoun-lubnanMeclîsa Lûbnanê piştî 29 mehan Serokomarê xwe hilbijart

Serokomariya Lûbnanê ji Gulana 2014-ê ve, ji dema ku Mişel Suleyman dest ji kar kişandiye heta niha vala bû. Piştî 29 mehan serokomarê nû hate kifşkirin.

Di du salen dawî de 45 hewldanên dagirtina postê serokomariyê bi ser neketibûn. Cara dawî Meclîsa Lûbnanê Mişel Aoun, bi piştgiriya tevahiya hêz û aliyan wekî Serokomar destnîşan kir û hilbijart.

Tê gotin ku ev hilbijartin jî bi hêsanî nebûye. Tevî ku hemû alî li hev kiribûn jî, di tûra yekem de Mişel Aoun nehat hilbijartin. Di tûra duyemîn de aoun wekî Serokomar hate hilbijartin.

Koma Şiî ya Hîzbûllahê komekdarî û piştgiriya herî zêde dibe vî lîderê xrîstiyanê Marûnî. Tevgera Musteqbel a Saad Harîrî yê kurê serokwezîrê berê -ku bi sûîkastekî hatibû kuştin- di dema dawî de piştgiriya xwe ji bo Aoun ragihand û ev jî bû sedem ku xitimandina siyasî ya du salan çareser bibe.

Beramberî van bazaran û piştgiriya Serokomariya Mişel Aoun, wê Saad Harîrî jî bibe Serokwezîrê Lûbnanê.

Li Lûbnanê Serokomar ji xrîstiyanên Marûnî, Serokwezîr ji Sûnî û Serokê Meclîsê jî ji Şîeyan tê hilbijartin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev