Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kefenê dijêgir

Kefenê dijêgir

Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner

Kefenek derketiye piyasê ku agir jî wî naşewitîne.

Cîhana Îslamî ku ji 57 welatan pêkhatiye, Dînê Îslamê weke ku li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê bi erzanî tê bikaranîn, li bazarên welatine dî wisa di piyasa siyasetê de nayê bikaranîn.

Eve 40-50 sal in ku li Tirkiyê lîderên siyasî û yên cemaetan, kilîdên şoqe û vîlayên li behiştê belav dikirin, heta hinekan tapo jî didan û behiştê ji alîgirên xwe re garantî dikirin.

Lê belê kesî fikra çûna ji dinyayê heta behiştê nedikir ka wê çewa û bi çi here, xwe bigehîne wan xaniyan. Çendî hinekan sewalên wek conega, ga, çêlek, beran û mih serjê dikirin weke qurban goşt belav dikirin û qaşo wê li ser Pira Sîratê bi siwarî derbas bibin jî, lê dîsa jî fikra rêwîtiya ji dinyayê heta serseda Pirê nedikirin, ango di gorê de bersiva pirsên Minkir û Nekir, sezayê di gorê de nedihat bîra kesî. Wan çareseriya meselê tenê bi dana qurbanekê de didît.

Heta niha kefenê miriyan doqekî rengqermitî malê Emerîkan hebû ku bisilmanan ji miriyên xwe re dikirin kefen. Lê niha jî kefenekî dijagir ji aliyê Swêdiyan ve derketiye ku tîna çu tiştî lê nabe; ne agirê har dişewitîne, ne berik tê re dibihurin, ne jî şivterk, ço û copên ku li îçkencexaneyên Cuntaya Kenan Evrenê devşirme li min ketine laşê meriv diêşînin.

Meleyên me dibêjin: “Gora meriv an dibe baxçeyek ji baxçeyên behiştê, yan jî dibe kûreyek ji kûreyên dojehê.”
Îcar tirsa heyî ev e ku ew kefen têkeve destê serokên partiyên “ol”darên siyasî û pê xelkê bisilman, xasma jî Kurd û Tirkên Anatoliyayê, bidin bawerkirin ku ew, eger di nava wî kefenî de bin, agirê gorê wan naşewitîne.

Jixwe sedsala bîstî bi kilîdên behiştê û bi baxçe û vîlayên wê, desthelatiya xwe bihurandine. Piştî ku ji xelkê re diyar bû ku li behiştê xanî û vîla nînin, niha jî di vê sedsala bîstûyekê de, ew dê wan bi kefenê dijagir bidin bawerkirin û dîsa desthelatiya xwe bidin domandin.

Eger ew kefen bi destên serleşkerên 15ê Temûzê ketibûna, niha Xwedê dizane belkî Receb Teyib Erdogan jî bûbûya cîranê gorbihişt Ednan Menderesî.

Çend sal berê min lêkolînek li cemaetên li Êliha paytexta neftê kir, derket holê ku 24 şaxên cuda hebûn û hemû jî wek “emlak”cî firoşevanên avahiyên li behiştê bûne. Helbet li dinyayê çu kes mîna Kurdan jî ku bûne evîndarê horiyan nînin, dest pê kiribûn û ji xwe re milk û xanî li behişta Berîn dikirîn. Gelek dayikên Kurd ku zarûkên wan di nava DAIŞê de di şerê bi bisilmanan de dihatin kuştin, hîç nediponijîn û bi serbilindî bi kuştina lawên xwe dipesinîn.

De ka em ê jî li rêveçûna pêvajoyê temaşe bikin, ka wê çiqas kes ji bo bidestxistina wî kefenî derkevin qadên xwepêşandanên partiyên siyasî…

Xwedayê mezin neteweyê me û welatê me ji dînfiroşan biparêze…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev