Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Zêlîmxan Mûsoêv pêşwazî li Felah Mustefa kir

Zêlîmxan Mûsoêv pêşwazî li Felah Mustefa kir

Îro li Dûma (Parlamêntoya) Dewletê ya Rûsîya Fêdêral cîgirê serkarê Komîtêya alîyê pirsên navnetewî ya Dûma Rûsîyayê Zêlîmxan Mûsoêv, ku li Parlamêntoyê karê wî bi pirsên Rojhilata Nêzîk va girêdayîye, pêşwazî li dêlêgasyona kurdan ya bi serokatîya serokê Dêpartamênta karên der ya Hukumeta Hemêra Kurdistanê Felah Mustefa kir.

Herdu alî li ser pirsên rewşa li herêmê, opêrasyona leşkerî li Mûsilê û rewşa hûmanîtar ya deverê sekinîn.
Herwiha pirsên wisa jî hatine guftûgokirinê, ku bi qewînkirin û mehkemkirina pevgirêdanên di navbera Rûsîyayê, Herêma Kurdistanê û Îraqê va girêdayî bûn.
Di dema rasthatinê hate destnîşankirinê ku pêwendîyên di navbera Rûsîyayê û gelê kurd da yên dostanîyê û dîrokî ne.

Rasthatin bi awayekî dilvekirî, germ û dostanî derbaz bû.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev