Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Beşek ji romana Heteroglossîa

Beşek ji romana Heteroglossîa

H. Kovan Baqî

Min başûr ji xwe re kiriye qible û BAVO jî qûna min. Ew xeberên otomatîk li qûna min dirreşîne. Ez tirrên birçî’yekî li nava pozê wî dirreşînim. Ez direvim. Ew direve. Errrik mere ji serê ewkê bavekî wenî tirrek be – ez kirime Huseyîn Bold. Ne siya wî digihêne siya min, ne pêgên wî digihêna pêgên min. Min diajo. Rê diajo. Diajo. Ez zemên diajom. Ez û zeman him diajon, him tên ajotin. Bavê min zikê qûma Sahra’yê diajo. Hilma wî diçike. Dimiciqe. Dibe mircaqekî cit sekinî. Herhal ji çolê re dibê kafirî kuştî ez ji cih nalivim–nalebitim.

Ez jî bi hilmeke neçikiyayî rêwîtiya nava xwe didomînim û disekinim, disekinim û rêwîtiyê didomînim; li pişt xwe dizîvirim, awirên seqakirî diavêjim hedefê, hindik dimîne ku bavê min û Xwedê wergerin nava qûmê. Diheje.

Nakeve. Halbûkî, ez vegerim, bi tillîkekê zixtekê bidim noqê, wê wergere. Niza ji ber çi nikarim vegerim. Biwêribim jê bipirsim, belkî ji min re bêje, bê ka çima ew berra min dide û ez wî berra dû xwe didim. Ez nikarim bi du gavan vegerim, ew nikare bi du gavan bimeşe. Kennê min bi bavê lawê xwe û lawê bavê xwe tê. Nakenim. Ez bikenim, mumkûn e ku qûma Sahrayê bêje qey xwedê behecî ye. Çimkî ez pif bikimê babilîzk ê rabe û min û bavê min û qûma Sahrayê bi carekê re bixwe. Zanim. Bavê min e, yê bi çar gavan ji min wê de; lawê bavê min e yê bi çar gavan jê bi vir de. Dîsa jî wexta berê wî dikeve bi aliyê min de, dibe xwedayekî qeherî – lê hinga qiyame dibe û li Xwedê dinêre, dibe evdekî qudûmşkestî. Ez li wî dinêrim. Ew min li cihê min dihêle û li ezmên dinihêre. Xwe dirêjî ezmên bike, xwedayekî vala, xwe xarî kevir bike, qûma Sahrayê. Aqil bike, çar tillîkên destekî ber bi ezmên ve rake, ez ê e yeke ji xweziyê jî bidimê, wê bibe xwedî çare – helbet ez ê jî bimînim bêçare.

Heke cotê solên wî yî nû bimeşin, cotê solên min î qetiyayî jî wê bimeşin – nameşin.

Solên wî bimeşin, siya min ê jî bimeşe; siya wî nameşe, loma solên min jî nameşe. Siya wî xwe li ser qûma sincirî ramedandiye; ez bi qasî wî deve’yê li rîwayetê ne wêrek im ku herçar nigên xwe ji hev vekim û siya Xwedê yî li ser qûmê bi mîza xwe bişom. Siya Xwedê, ya seba xewa xwe bişkîne bîskekê veketiye, ya jî wek siya herkesî ew jî rola xwe’y xulamtiyê dilîze. Herhal gava Xwedê ji jor de lê dinêre, dibê qey evdê min ji min re dua dike – bes ku ez li wî dinêrim, ez fêm dikim ku lava dike:

Lo Reb’o Rebiyoo!
Xwestina vî qûlî, ji te, ne heftê û sê horî ye.
Hew keybanûyekê ji te divêm.
Tew nebû, qîma min ê bi cariye’yekê bê.
Heke te go na ew jî nabe, xwedayo!
Xêra xwe deve’yekê bid vî qûlî, deveyeke mê.

Deng ji Xwedê nayê. Ya di xewa şêrîn de ye, ya jî li kozika nahtoliyê, li fiêlên evdê-n xwe temaşe dike. Ma qey ew jî Epîkur’ê lîberten e?

Çavên wî dibe du dojeh; tirsa Xwedê diavêje devê êgirê nava xwe. Agirê birçî, bi bêarî qidamkên xwe çerez dike:

Çizzzt.

Xwedê bêminet dike:

Lo Reb’o, Rebê vî rebenî!
Heke tu deve’yek mê dide, zû bide
(destê xwe dixe binê piziyê)
Bi serê vî xwedayî sond dixwim
Ku tu deveyeke mê nede vî evdî
Ez ê derê vî dilî ji xebîs re vekim
Wî li ser textê koşka dil biezimînim
Bira min bixirrîne
Û………………..

Heger tirr’ekê biavêje çola Sahrayê, anason ê lê şîn bê; henaseyekê bifirîne ezmên, Xwedê yê ji dûxana esrarê serxweş bikeve. Ne tirrekê diavê çola Sahrayê, ne henaseyekê difirrîne ezmên – hew cercûrek lome li Siûdî dirreşîne:

Teologo, hat hat hat
Û xwedayê xwe li nava vê qûmê bi cih kir.

Destên wî ber bi Xwedê ve radipelikin. Çavên wî didin dû destan; hildikişin, hildikişin, hildikişin û di valahiya abadîn de li fûtê diçe – ezmanê çikîtenê xenoqa komlegekî şînik dide nava destan. Herdu dest xenoqa komlegê şînik dişidînedihejînedifirkîne… lixwemikurhatinek û lomeyeke din jî lê dirreşîne:

Hey xwedako!
Sûcê min nîhana devê’ye
Lê ka yê te çi ye?

Li ezmên hukmê royê heye, li çola fireh hukmê Xwedê û pêxember. Teologo, bîrnebiriye himêzek kevir ji Kurdistanê bibe Siûda ji qûmê. Kulorbadirîn, weke ku nêt dike, bi hilma çikiyayî dadiçive û di nava qûma sincirî de li meteorekî digere. Ew jî zane nabîne. Ez jî zanim ku ew zane ew nabîne. Ne dadiçive û ne tiştekî di dirbê meteorekî de di nava qûmê de dibîne. Destê wî yî çepê berî ê rastê difiskirîne, dinizile binê bêrîkê. Bi heraret li tiştekî digere. Ez fêm dikim ku asoxî tiştekî dibîne; heke ne gupika xirr, welew hêkên gun be çi ye gelo? Destê wî bi çavên min re ji devê bêrîkê dertê. Yabooo, wellehî banqnotek e! Mîratê çawa dibiriqe! Pa’nik e, tenik e, xweşik e. Li nava reşikên çavên min nîşan dike, divirvirîne. Destê min li teniştên noqên min gû belav nakin. Destê rastê, berî ê çepê banqnotê li hewa’yê zeft dike. Kulorbadirîn li Sahrayê dimîne, ez û banqnota xwe tên malê. Ez dibêm, “hêêê!..” Bêjî dibê, “huşşş, Kulorbadirîn li hundir e! bi îman ku tu dengê xwe rake, ew ê berî xwedê bibihîze.” Pîjo dibê, “Pizan, te ev pere ji ku hanî?” Bêjî, bi sewteke nizim, berî min dibê, “bavê min da min.” Pijo dibê, “madem banqnotek têra kirrîna Ulysses nake, here marketê ji me re qanikek benîşt, gofretekê, miftikekê, hebek serêşê û nepoxekê bikirre, qurişên ku ji ber bimîne jî bîne.” Bêjî, nahêle dora peyvê were ser min; dîsa berî min dibê, “ez zanim ku bîst û pênc quriş dikin ribek, baş e, lê banqnotek çend rib e?” Ez berê bi awireke qaçax li royê dinêrim, dû re li qotê minarê. Hîna kund negotiye gû gûûk gûûûk, ez nêt dikim ku berî Bêjî bivêm, “meriv kare bi hesinkê vî ribî çi bikirre?” Pîjo, sewta nava min jî dibihîze; serê xwe ji nava pelên kitêbê derdixe:

Heke hesinê vî ribî di destê hedadekî baş keve
Kare şûrekî duserî jê çêbike
Meriv kare bi derbeke wî şûrî
Ezmên jî tîş bike, erdê jî.

Derê kitêbê vedike. Pêlên Atlantîkê har dibe. Digobile. Digobile. Vedibe. Vedibe. Tîtanîk dadibe. Pîjo dadibe. Û heyat, dîsa piştî dawîlêanînekê ji nû ve destpêdike.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Hkovan Baki

Piştî xwendinê, karê wî yê sereke nivîskarî û weşangerî ye. Berpirsê weşanxaneya NA ye. Gelek pirtûkên wî yên edebî bi zimanê kurdî derketine.

Qeydên dişibine hev