Gilîya Daran

Gilîya Daran

Helbesteke xweş bo hevgirtinê, hevkarîyê, yekîtîyê ku em hemû jî hewcê wan in.

Fehmî Bîlal

Şevek ji şevan rojek ji rojan 
Roj li ser çiyayê Cebexçû re çû ava 
Karwanên êzingvanan hatin 
Di bin darekî mazî ya kevnar 
Werîsê xwe danî erdê 
Û bivir danî ser kevirekî 
Li benda ronahiya sibê sekinîn 
Ew dara mazî gazî dor î berê xwe kir 
Gote wan “Ev weha nabe 
Bivir dîsa waye hatiye 
Wê piştî qasekî wek hergavî 
Dê serê me bibre 
Divê em ji xwe re serokek bibjêrin 
Da ku bi bivir re bijûl bibe 
Jê hêvî û rica bike, belkî li me rehmê bike.
Wan wê dara mezin a kevnar 
Ji bo xwe kirin wekîl 
Wê darê gazî kir û got: 
Begê min ma qey ne bes e? 
Eva bi salan e, hûn serê me dibrin 
Kokên me ji erdê radikin 
Bi tevlî ku em bi darên mazî 
Ji darê din gelekî feydetir in 
Her çi darên din salê berekî wan hene 
Lêbelê yê me salê sê-çar berên me hene 
Mazî, gangol, gijik, sepik, antûve, berzî 
Pelên me dibin alifê pez 
fiaxên me dibin şewata tenûran 
Êzingên me dibin şewata zivistan, 
Darên me dibin mirdiyaqên xaniyan 
Rayên me avê ji bin erdê dikşînin 
Dibe jiyan ji bo zeviyan 
Bivir got: Heso tu bi du aliyan ve şaş î 
Carekê tu hêviya însaf û merhemetê ji min dikî 
Mixabin ew di cewherên min de tunin 
Ya diduyan ez hêza xwe ji te digrim 
Serê te bi destê te dibrim 
Ger nedî min destîbivir ha ez û ha kevir 

Ev mesela kurdan e 
Derdê serê derdan e 
Hinek heramzade ne 
Hinek nankor ewlad hene 
Heta kurd destgir û piştgirên neyar bin 
Hertim dê di bin nîr de bêçare û belengaz bin. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev