Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Pamp – Xaylaza Reşîd

Pamp – Xaylaza Reşîd

Helbestvana me a delal Xaylaza Reşîd vê carê 3 helbestên xweş va dilê me hemûyan baristan dike. Yek ser gundê wê ye, dudu jî ser evînê ne. Fermo, hûn jî wek me ji van helbestan lezetê bibînin.

Pamp

Pamp ziyaret bû
Pamp cunet bû
Pamp hurmet bû
Pampa min.
Pamp Hecî bû
Pamp Fêrîk bû
Pamp Wezîr bû
Pampa min.
Pamp Emo bû
Pamp Ezîz bû
Pamp Miraz bû
Pampa min.
Pamp bedew bû
Xanim, Xatûn bû
Almast, Ruhan bû
Pampa min.
Pamp bi ol bû
Dîn û don bû
Bîlan zane bû
Pampa min.
Pamp ne hur bû
Lal û dur bû
Kurdistanek bû
Pampa min.
Îro em bi te
Ewledên te
Pir kubar in
Pampa min.

Çevbeleka min

Kew hêlînam firî çû
Were êdî nede dû
Nayê ber pencera te
Nakeve ew qeviza te.
Firî çû firî hewa
Ji te bir xewê şeva
Dilê te da bûye xem
Lê tuneye tu melhem.
Xalî kiriye wê hêlîn
Xas kewoka te narîn
Xas xatûna kurmancî
Kûvî bûye ji war û cî.
Baharê bên derbazbin
Çevê te yê tim rê bin
Tê bêjî ey miqeder
Evîn kul bû û keder.

Tu bikene

Tu bikene
Û bijî di nava
Xem û xeyalên min e sar de,
Bila xwezayên min e
Jibîr bûyî,
Carna
Di binê şeltê bûzêda
Serê xwe hilbirin,
Gul vedin,
Ji me re bînin
Şoreşeke azadiya welatekî,
Bi hezaran salan
Qeyd û zincîrkirî…

Derheqa nivîskar da

Xaylaza Reşîd

Helbestvana kurd a navdar e. Pey dibistanê ra kolêca çarsale xilaz kirîye, li bajarê Tbîlîsîyê dersên kurmancî daye zarokan, 20 salan di Yekîtîya êzdîyên Gurcistanê da karê çandî û folklorê kirîye, karê rojnamevanîyê jî kirîye. Pirtuka wê a bi navê Kaniya Dilê min, sala 2007an çap bûye, endama Pena Kurd e.

Qeydên dişibine hev