Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

hdp-12-parl12 parlamenterên HDP-ê hatin binçavkirin

Duh bi şev bi operasyoneke hevpar herdu hevserokên HDP-ê; Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên partiyê Ferhat Encu, Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Îdrîs Baluken, Sirri Sureyya Onder, Ziya Pîr, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim hatin binçavkirin.

Selahattîn Demîrtaş li Diyarbekirê, Fîgen Yûksekdag li Enqerê li malên xwe derange şevê hatin binçavkirin. Tê gotin ku di serdegirtinê de deriyê mala Yuksekdagê hatiye şikandin.

Dema ku ev nûçe dihate amadekirin, Selahattîn Demîrtaş bi daxwaza girtinê radestî dozgeriya Diyarbekirê hatibû kirin. Pêvajoya îfadedayîna Fîgen Yuksekdag û Sırri Sureyya Onder jî berdewam dikir.

Hejmara parlamenterên girtî heta berê sibê jî 11 bû. Lê serê sibê parlamenterê HDP-ê yê Diyarbekirê li Enqerê li otêla ku lê dima ji hêla polîsên dij-terorê ve hate binçavkirin.

Wezareta Karên Derve daxuyaniyek belav kir û got ku parlamenter Faysal Sariyildiz û parlamenter Tugba Hazer ji ber ku li derveyî welat bûne nehatine binçavkirin, lê derbarê wan de jî biryara binçavkirinê heye.

Dîsa di amadekirina vê nûçeyê de parlamenterê Diyarbekirê Ziya Pîr hate berdan, lê eşkere bû ku derbarê parlamenter Nîhat Akdogan de jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn.

Selahattîn Demîrtaş di bin çavan de bi parezerê xwe Mehmet Emin Aktar re hevdîtinek kir û peyamek belav kir. Demîrtaş di peyama xwe de diyar kir ku siheta wî û moralê wî pir baş e û ew gelê kurd silav dike.

Her wiha eşkere bû ku Demîrtaş di bin çavan de diyar kiriye ku bi tenê gelê kurd dikare wî û hevalên wî mehkeme bike û darizîne.


kilic-darogluKiliçdaroglu: Em li dijî girtina siyasetmedaran in

Serokê Giştî Yê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu li ser girtina parlamenterên HDP-ê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku ew li dijî girtina siyasetmedar û rojnamegeran in.

Li gorî daxuyaniya Kiliçdaroglu siyasetmedarên ku bi riya hilbijartinan tên, ancax divê bi hilbijartinê herin, girtina wan nayê pejirandin.

Daxuyaniya Kemal Kiliçdaroglu bi vî awayî ye:

“Em li dijî wê yekê ne ku kesên difikirin, siyasetmedar, mirovên zanyar û rojnameger; fikrên wan çi dibin bila bibin bikevin heps û zindanan. Heke hûn demokrasiyê diparêzin, divê hûn kesên hilbijartî jî biparêzin. Çawa bi riya hilbijartinê hatibin, bila bi riya hilbijartinê jî herin. Heke hûn wiha nekin, hûnê demokrasiyê qetil bikin.”

Kiliçdaroglu li dijî daxwaza serokatiya Erdogan jî derket û got: “Heke hûn qedera miletekî bixin nav lêva kesekî, wê mînaka Hîtler derkeve pêşiya we. Ev tê maneya rijandina xwînê, mirina bi milyonan kesan e. Kes nikare welatekî teslîmî dîn û haran bike. Kesek nikare welatekî teslîmî wan kesan bike ku aqilê wan ne balix e.”

Kemal Kiliçdaroglu gotin anî ser Serokomar Erdogan û wiha berdewam kir:

“Dibêje serdestî ya milet e. Tu ne milet î. Tu bi tenê kesek î. Dixwazin serdestiya milet di qesrê de hepis bikin. Fikrên wan çi dibe bila bibe, nabe ku hûn siyasetmedaran, zanyaran û rojnamegeran bixin hepsan.”


bozdagWezîrê Edaletê Bozdag: Bi darê zorê binçavkirina HDP-yiyan li gorî zagonê ye!

Wezîrê Edaleta Tirkiyê Bekîr Bozdag li ser binçavkirina parlamenterên HDP-ê diyar kir ku binçavkirinên bi darê zorê li gorî qanûn û zagonan in.

Bozdag derbarê mijarê de derkete pêşberî rojnamegeran û wiha got:

“Îro li Tirkiye binçavkirin hene. Derbarê hinek parlamenterên HDP-ê de biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Li ser 15 parlamenteran ev biryar hatiye dayîn. Tişta bûye ev e. Tirkiye welatekî hiqûqê ye û li ber qanûnan herkes wekhev e.”

Li gorî Bozdag hiqûqa ku li Tirkiyê ji bo herkesî tê nîşandan, ji bo parlamenteran jî tê nîşandan. Bekîr Bozdag wiha dibêje: “Hûn çima ji wekheviyê aciz in? Di meclîsê de hevdîtin hatin kirin û 20-ê Gulana 2016-ê zirxa nedestdayîna parlamenteran hatin rakirin.

Bozdag di civînê de helwesta Almanyayê jî rexne kir û got: “Almanya tevli karên Tirkiyê dibe. Ev ne hedê Wezareta Edaleta Almanyayê ye, ne hedê Merkelê ye jî. Ne hedê tu welatî ye ku tevli karên me bibin.


diyarbekir-teqi-nLi Diyarbekirê li ber avahiya polîsan teqîneke mezin: Kuştî û birîndar hene

Li Baxlera Diyarbekirê li ber avahiya Midûriyeta Emniyetê saet li dora 08.00-an teqîneke mezin pêk hat.

Serokwezîr Bînalî Yildirim diyar kir ku di encama teqînê de herî kêm 10 kes mirine ku 2 ji wan polîs in 8 jî sivîl in. Tê gotin ku herî kêm 100 kes birîndar in û di nav wan de birînxedar zêde ne.

Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag serê sibê derbarê teqînê de gotibû ku di nav kuştiyan de polîs û sivîl hene lê derbarê hejmara kuştî û birîndaran de tiştekî negotibû.

Çapemenî diyar dike ku PKK ev teqîn xistiye stûyê xwe.

Piştî teqînê bi dehan ambûlans û seyareyên zirxî çûne cihê teqînê. Tê ragihandin ku dengê teqînê ji tevahiya Diyarbekirê hatiye bihîstin û gelek mal û xaniyên nêzîkî avahiyê ji binî ve hatine xwarê û kavil bûne.

Tê ragihandin ku teqîn bi mînîbûsekê hatiye kirin û ji bo teqînê tonek teqemenî hatiye bikaranîn.

Çapemeniya tirk dinivîse ku piştî teqînê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan telefonek ji Waliyê Diyarbekirê Huseyin Aksoy re vekiriye û derbarê bûyerê de agahî wergirtiye.


facebook-whatsapp-twitterTwitter, Facebook û WhatsApp ser demekê kar nekirin

Piştî operasyon û girtina li dijî parlamenterên HDP-ê, li seranserê Tirkiyê Twitter, Facebook û WhatsApp ser demekê kar nekirin. Tê ragihandin ku li Bakurê Kurdistanê internet hatiye qutkirin û sîstema peyamşandina telefonan (SMS) jî kar nake.

Li hêla din tê gotin ku bi riya VPN-ê ketina nav van her sê bernameyan hêsantir e û bi wê riyê ev astengî tê çareserkirin.

Gelek kesên ku diyar dikin ew dikarin bi awayeke normal bikevin malperên din ên înternetê, di warê ketina her sê bernameyan de astengiyan dikişînin.

Her wiha tê îdîakirin ku Turk Telekomê bi awayeke rasterast dataya mobilê qut kiriye û girtiye.

Piştî operasyonan di navbera Twitter, Facebook ûe Whatsappê de geriyan jî nayê kirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev