Rûsîya û kurd

Rûsîya û kurd

Dîroka pêwendîyên Rûsîyayê û kurdan yên gelek sedsalan in. Dibe li gelek xwendevanan ecêb bê, ku kurd bi dewranan ne tenê li Împêratorîyên Farizistanê û Osmanîyê mane, lê yek ji gelên kevinare yên Împêratorîya Rûsîyayê jî bûne. Gorî hesabkirina jimara binecîyan a pêşin li Rûsîyayê, ku di sala 1897an da derbaz bû, jimara kurdên musulman û kurdên êzdî 99,9 hezar meriv bû. Gelek kurdan bi helalî di artêşa Rûsîyayê da leşkerî kirine, tevî şerê Rûsîyayê-Tirkîyê bûne, bi mêranê û mêrxasî sînorên dewleta Rûsîyayê yên başûr parastine. Di peymanên piştî şêr yên Rûsîyayê bi Farizistanê û Împêratorîya Rûsîyayê ra tê destnîşankirinê, ku eşîretên kurdan dikarin bi malbetên xwe ra tevayî mihacirî ser axa Împêratorîya Rûsîyayê bin. Kurd ser wê bawerîyê bûn, ku Rûsîya wê wana ji zêrandinên ji alî desthilatên faris û tirk biparêze. Zanyar, rêwî û dîplomatên Rûsîyayê bi jîyana eşîretên kurdan yên Rûsîyayê û dewletên cînar ra bûne nas, nivîsên zanyarî û edebî li ser ziman, çand, erf-edet, rabûn-rûniştina kurdan da nivîsîne. Rûsîyayê bi heqî dikarin bihesibînin wek welatê pêşin ku kurd bi Ewrupayê û cihanê ra da naskirin. Hela di sedsala 19an da bingehê kurdzanîya Rûsîyayê hate danînê wek yek ji beşên Rohilatzanîyê yên giring.

Pir mixabin, ku di rûyê gelek sebebên cuda-cuda heta niha li hev nehatîye dewleta kurdan bê sazkirinê û gelê kurd yê 40 mîlyonê heta niha jî di nav çend welatan da hatîye perçekirin. Lê eger li Îraqê, li welatên Yekîtîya Ewrupayê, Rûsîyayê, Qazaxistanê bi tevayî kurd di wan welatan da bi gelên din ra bûne hemwelatîyên wekehev, lê li Tirkîyê, Îranê û Sûrîyê ew wek berê ji alîyê desthilatê da têne zêrandin, mafên wan têne pêpeskirinê û mecbûr dibin çek hilgirin û ji bo azadîyên xwe şerê dijminên xwe bikin.

Carina gazinên di hindava Moskvayê da têne bihîstin, ku “xudêgiravî Rûsîya wek ku lazim e piştgirîya kurdan nake”. Serokatîya Rûsîyayê di sîyaseta xwe ya der da herdem hewil dide tevî karê hundur yê welatên der va nebe û pêwendîyên xwe yên di navbera dewletan û di navbera hukumetan da bi desthilatên fermî ra saz dike. Pêwendîyên Rûsîyayê bi kurdên Tirkîyê, Îranê, Îraqê û Sûrîyê ra ewqas baş in, çiqas ku bi nûnerên gelên din yên wan welatan: bi tirkan, ereban, farisan, azirîyan, bêlûcan, ermenîyan, aşûrîyan, turkmenan û yên din ra. Bi wê ra tevayî, Rûsîya wek dewleteke fêdêral û wek endama herdemî ya Şêwra Aramîyê ya Neteweyên Yekgirtî herdem piştgirîya parastina maf û azadîya her miletekî dike. Di dema minaqeşekirina pirsgirêka kurdan li Neteweyên Yekgirtî û li civînên navnetewî yên mayîn da nûnerên Rûsîyayê herdem jî piştgirîya mafên kurdan kirine. Rûsîya li ser dereca herêman, parlamêntoyan, rêxistinên zanyarî, civakî, bawermendî, bazirganî û yên din hewil dide çiqas ji dest wê tê bi herêmên kurdan yên Tirkîyê, Îraqê û Sûrîyê ra pêwendîyan dayne û di nav danûsitendinan da be. Di rûyê taybetmendîyên serokatîya Îranê û civaka wira pêwendîyên Rûsîyayê bi kurdên Îranê ra hinek dijwartir in. Li Moskvayê wek rêxistinên civakî yên welatên der dixebitin: nûnertîyên Kurdistana Îraqê, Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistanê (Îraqê), Partîya Yekîtîya Dêmokrat (Sûrîyê), konsûltasyon têne derbazkirinê bi Partîya parlamêntîyê ya kurdî ya aşîtî û dêmokratîyê ra (Tirkîyê). Serokatîya Tirkîyê çend caran hîvî ji hukumeta Rûsîya Fêdêral kirîye ku Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bikine nava lîsteya rêxistinên têrorîstîyê, lê Moskva wê yekê nake. Anegorî Qanûnnameya Rûsîyayê Mehkemeya Tewrebilind ya Rûsîya Fêdêral wan rêxistinan dike nava wê lîsteyê, ku kar û barê wan li ser axa Rûsîyayê yên êkstrêmîstîyê û têrorîstîyê ne.

Pêwendîyên Rûsîyayê bi Kurdistana Îraqê ra taybet in, ji ber ku ew herêm gihîşte wê yekê, ku niha xwedîya statuya fêdêral e li Îraqê, bi mafên navnetewî yên here fire va. Rûsîya yek ji welatên pêşin bû, ku di meha çileya pêşin sala 2007an li Hewlêrê konsûlxaneya xwe da vekirinê. Di meha gulanê sala 2008an da di navbera Rûsîyayê û Kurdistana Îraqê da bingehê bazirganîyê-aborîyê hate danînê, dema dêlêgasyona Rûsîyayê ya ser dereceya bilind bi serokatîya karmendê Rûsîyayê yê dewletê yê binavûdeng, serokê Qesira Bazirganîyê-Senayê ya Rûsîya Fêdêral Yêvgênî Prîmakov seredana herêmê kir. Herdu alî li hev kirin ku Şêwra Rûsîyayê-Kurdistanê ya hevkarîya aborî saz bikin, ku ji alîyê Rûsîyayê serokatîya wê dane cîgirê sedirê komîteya karên navnetewî ya Parlamêntoya Rûsîyayê û serokê koma parlamentarîyê «Rûsîya-Îraq»ê Zêlîmxan Mûsoêv. Kurdistan ji bo wê yekê bala bazirganên Rûsîyayê kişand, ku li wir rewş aram e, dewlemendtîyên binerd dest didin bona pêşdabirina wî karî û kesên ji der va hatî dikarin li wir bi dilekî rehet karê xwe bimeşînin.

Di van salên dawî da ji kompanîyayên Rûsîyayê karê herî mezin li Kurdistanê «Gazprom-neft»ê kirîye, ku di dereceya dîharkirin û derxistina mehsûletên neftê û gazê da bi serketî kar dike û kanên nû dîhar dike. Eynî kompanîya sponsorîya xwendkarên kurd li Rûsîyayê dike, tevî projeyên êkologîyê, çandî-perwerdehîyê, zanyarîyê û yên din dibe. Bo nimûne, sala 2014an bi alîkarîya «Gazprom-neft»ê ji alîyê zanyar-rohilatzanên Rûsîyayê da fotoalmanaka «Axa ecêb xweş. Çanda kurdî bi çavên lêkolînerên Rûsîyayê» ronahî dît. A balkêş ew e, ku ew pirtûk bi çar zimanan derketîye, di nav wan da kurdî û erebî jî. Ev karxane û sazîyên Rûsîyayê jî hewil didin bi herêma kurdan a Îraqê ra hevkarîyê bikin: «Karxaneya Lîpêskê a mêtalûrgîyê», «Kompanîya Rûsîyayê ya mihandizîyê», kompanîyayên têlêkomûnîkasyonê «Berkut», «Lûkoyl», «Nefta welatên der», «Yekîtîya neftûgazê», «Têxnopromêksport».

Ji herêmên Rûsîyayê yek ji yên pêşin ku seredana Hewlêrê kir dêlêgasyona Tataristanê bû.

Seredana serok Mesud Barzanî li Rûsîyayê di sibata sala 2013an da teqleke mezin da pêşdabirina pêwendîyên Rûsîyayê û Kurdistana Îraqê. Balkêş e, ku seredana mêvanê derece bilind li Moskvayê bi vekirina textê bîranînê va destpê bû, ku li dîwarê wî xanîyî xistibûn, ku di salên 50î yên sedsala buhurî da bavê Mesud Barzanî, serokê tevgera kurdan ya miletîyê-azadîyê Mustefa Barzanî li mihacirîyê dijît. Rasthatina serokê Kurdistana Îraqê bi serokê Rûsîyayê V.V.Pûtîn ra, bi wezîrê karên der S.V.Lavrov ra, bi serekê «Gazprom»ê A.B.Mîllêr jî hatine derbazkirin. Paşê M. Barzanî gelek caran çû tevî Civîna Aborî a Pêtêrbûrgê bû. Bi tevayî, em seredanên herdu alîyan yên ser dereceyên cuda-cuda di navbera Moskvayê û Hewlêrê da dikarin qîmet bikin wek hewildanên herdu alîyan – kurdên Îraqê û niştecîyên Rûsîyayê bona pêwendîyên dostanîyê berdewam bikin û pêşda bibin. Ji bo Rûsîyayê riya bona pêşdabirina hevkarîya bi Hewlêrê ra, herwiha bi Bexdayê ra jî, riya here rast e û biryara bi dilê hemûyan e. Di rewşa ku navbenda welêt her diçe sist dibe û serokatî ji dêst diçe, û ji hêleke din va herêma kurdan bi hêz dibe, diha serbixwe karê xwe dimeşîne, ji Rûsîyayê ra li hev tê rewşê wek heye bide ber çavan, karê xwe yê li wî welatî û li herêmê bi tevayî bi serketî bi rê va bibe. Îro Kurdistana Îraqê himberî şerê şiîyan-sunîyan û êrîşên cîhadîstan ya bi navê «Dewleta Îslamî» li Îraqê weke cinetekê ye, ku di rewşa aram da bi serketî axa xwe diparêze û gul vedide. Rûsîya alîkarîya hûmanîtar dide mihacirên Sûrîyê û Îraqê, ku li ser axa Kurdistana Îraqê ne, bi hayadarîya Bexdayê çend caran çek û cebirxane ji Hewlêrê ra şand.

Wekehevbûn û mînanîhevbûna helwestan di piranîya pirsên navnetewî û herêmî da alî pêşketina pêwendîyên Rûsîya Fêdêral û Kurdistana Îraqê dikin. Îro dijminên der yên kurdên Îraqê tunene, lê ji bo wan pir zehmet e di rewşa leşkerî-sîyasî ya li Rohilata Nêzîk sazbûyî da xwe ji şerên herêmê diqewimin bide alîyekî. Bo nimûne, Hewlêr bi Waşîngtonê û Bryûsêlê ra di nav pêwendîyên baş da ne û bi wê ra tevayî hevkarîya xwe ya bi Rûsîyayê û Çînistanê ra pêşda dibe. Pêwendîyên wê yên baş bi Îsraêlê û Tirkîyê ra jê ra nabe asteng ku bi Îranê û welatên ereban ra jî di nav pêwendîyên baş da be. Piştgirîkirina kurdên Sûrîyê nabe sebeb ku pêwendîyên wan bi desthilata Beşar Esed ra bêne xirabkirinê. Sîyaseta Hewlêrê a der bi aqilane û nerm e û kurd herdem jî hewil didin bi hemû welatên herêmê û rêxistinên lêgal ra hevkarîya herdu alîyan ra kardar bikin. Kurdistana Îraqê mînanî Rûsîyayê di hindava êkstrêmîzma dîndarîyê û têrorîstên navnetewî da, wek komên îslamîyê yên radîkal xwedî helwesteke berk e.

 

Karmendê zanyarî yê Navbenda aramîya navnetewî ya Înstîtûta Aborîya Cihanê û Pêwendîyên Navnetewî ya Akadêmîya Rûsîyayê ya Zanyarîyê (ÎACPN ARZ), doktorê zanyarîyên dîrokê Îvanov Stanîslav Mîxaylovîç

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev