Parîk ji zivistanên Serhedê

Parîk ji zivistanên Serhedê

Welat Agirî

Li Serhedê zivistan zor in, dijwar in. Bi hatina zivistanê ve sal emrê xwe diqedînê û dikeve rêya mirinê. Lê mirina Serhedê naşibe mirinên din, li vê herêmê mirin jî wek jiyanê zor û zehmet e. Beriya zivistanê payîz tê û hişyariyê dide Serhediyan. Dibêje xwe amade bikin topa sur û sermayê tê, ba tê, baran tê, berf tê, qeşa tê…

Payîz ji zivistanê ditirse, Serhed jî ditirse, milet û hemî jîndarên herêmê jî ditirsin. Payîz hişyariyê pêşiyê bi deng, paşê bi rengê xwe nîşan dike. Wije wija deng dikeve newal û geliyan, pey re xwe dighîne gund, navçe û bajaran. Pey re xwe dighînê mal û malbatan. Ji deriyan re, şibakan re, kulekan re rê dibîne û xwe dighînê guhê Serhediyan û mejiyê wan de pêl bi pêl olan dide.

Piştî deng rengê payizê ê zerîn dest bi erk û wezîfa xwe dike. Rengê zerîn şewatê bi xwe re tînê û wan gul û gihayên bi rengê keskayî dişewitînê. Gul û gîha reng diguherînin, xwe bi zerayî digirin û pey re deyşt, zozan, gelî, newal zer dibin. Ewr û esman jî zer dibin, xelkê Serhedê jî zer dibin. Zerayî hukmê xwe dide ser Serhedê. Bi hişyariya deng û rengê payizîn hemû jîndar dest bi haziriyê dikin. Haziriya zexîrê dikin. Bo însanan rûn û penêr hazir e, genim hatiyê hêran û tûrên ar ser hev de amade ne. Çal hatine kolan, kartol tên çal kirin ku surê nebin. Bo heyanan lodên gîha tê çêkirin. Ka di mereka de cîhkirî ye. Qelaxên sergîn û tepikan bi bişkulan ve hatine tijîkirin û amade ne bo şewata zivistaneke dijwar.

Û zivistan tê… bi berfê û baranê, bi sur û sermayê. Berf pêşiyê xwe digihîne serê çiyan, hemû çiyayên Serhedê spîkên xwe girê didin. Paşê xwe berbi jêr berdide, konekî spî û spehî li ser hemî Serhedê vedike. Zerayî namîne. Ne zerayî ne jî rengekî din. Berf, gund û bajaran wek mendîleke spî dipêçe… spî… erd spî, ezman spî, jiyan spî…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev