Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Çîroka wan û me…

Çîroka wan û me…

Êdî rewşa sîyasî a îroyîn jî dibine sebebê xuliqîna helbestan

Bedrî Dênwanî

Wan bawerî û erkan ên me gûherandin,
Ronahiya rojê li ber çavan herimandin,
Çola Erebîstanê bi me dane ecibandin,
Me got xem nakê û em aşitiyê dixwazin.
Wan Dîwarê Pîrozgeh ên me hêrivandin,
Hemû Tiberrk û Ziyaret ên me ruxandin
Reşahî û taristanî bi me dan pejirandin,
Me got xem nakê û em aşitiyê dixwazin.

Wan Navçe û Navend ên me şewitandin,
Gûnd û Bajar ên me hemû hilweşandin,
Wêran kirin, Kevirek li ser Kevir nehiştin,
Me got xem nakê û em aşitiyê dixwazin.

Wan Neynûk û Simbêlê Mêran kişandin,
Li Meydanan Kîmya li ser me barandin,
Ser ê me bi Potîn ên gemarî perçixandin,
Me got xem nakê û em aşîtiyê dixwazin.

Wan Keç ên me bi jopên xwe lewitandin,
Bi elektrikê mêranî bi Xortan re nehiştin,
Bi kûlman Dev û Diran ên me pelixandin,
Me got xem nakê û em aşitiyê dixwazin.

Wan Zarok ji himbêza Dayîkan revandin,
Dest ên lewitî li ser berê Jinan gerandin,
Zeriyên me li bazaran li hev vegerandin,
Me got xem nakê em û aşitiyê dixwazin.

Wan zikê Jin ên me yên dûcanî çirandin,
Xwê di nava birîn ên laşê me de çandin,
Sing di bedena Egîd ên me de çikandin,
Me got xem nakê û em aşitiyê dixwazin.

Wan Goşt ê me li ber Kûçikan reşandin,
Bi saxî em di Çal ên bê binî de veşartin,
Mişk û Mar an xwîna can ê me mijandin,
Me got xem nakê û em aşitiyê dixwazin.

Wan em her bi dek û dolaban xapandin,
Vîn û namûsa me bi piyan henciqandin,
Li Zîndanên sar cih ji me re veqetandin,
Me got xem nakê û em aşitiyê dixwazin.

Ma ez ê kîjanê bêjim û kîjanê nebêjim?!
Ez ne Ferîkê Ûsiv û ne jî Cegerxwîn im!
Nizanim serpêhatiyan li hevdû birêsim,
Pepûkê Bedrî Dênwanî me vê dizanim.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev