Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

rusya“Kesên ku balafira Rûsan xistin dijminên Erdogan bûn û di nav wan de leşkerên Amerîkayê jî hebûn”

Serokê Înstîtuya Xebatên Stratejîk ên Rûsyayê Leonid Reşetnikov li ser xistina balafira Rûsyayê îdîayên balkêş kirin.

Cansu Çamlibela ji rojnameya Hurriyeta ku li Stenbolê çap dibe bi Leonid Reşetnikov re gotûbêjek kir.

Divê bê gotin ku Înstîtuya Xebatên Stratejîk ên Rûsyayê (RISS), dezgeha fermî ya Serokatiya Dewleta Federasyona Rûsyayê ye.

Serokê Înstîtuya Xebatên Stratejîk ên Rûsyayê Leonid Reşetnikov diyar dike ku dijminên Recep Tayyîp Erdogan balafira Rûsyayê xistine û di nav wan de leşkerên Amerîkayê yên li Baregeha Încîrlîka li bajarê Edeneyê jî hebûne.

Reşetnikov diyar dike ku dewleta Tirkiyê li gelek deveran bi awayeke nefermî gotiye ku balafira Rûsyayê bêyî înîsiyatîfa wan hatiye xistin.

Heta niha ji Amerîkayê derbarê vê îdîayê de tu axaftin û daxuyanî nehatiye dayîn.

Piştî hewldana derbeya leşkerî ku 15-ê Tîrmeha îsal pêk hat, gelek rayedarên dewletê diyar dikin ku balafira Rûsyayê ji hêla pîlotên Fethûllahçî hatiye xistin.
***

dr-suleymannNûnerê Serok Barzanî: Em bi Doktor Suleyman serbilind in

Cenazeyê pêşmergeyê şehîd, fermandar Saîd Çurukkaya (Doktor Suleyman) ji Almanyayê gihîşte Hewlêra paytext û wê îro bi merasîmeke taybet bişînin gundê wî yê bajarê Çewlikê (Bîngolê).

Doktor Suleyman fermandarekî pêşmergeyên xwebexş bû ku di mijara pûçkirina mayînan de pispor bû. Pêşmergeyê şehîd di operasyona rizgarkirina Mûsilê de, 26-ê Cotmehê li gundê Tizxiraba Başîqê de, di tunelekê de dema ku mayînan pûç dikir, bi teqîna mayînekê bi awayeke xedar birîndar bibû. Di teqînê de pêşmergeyekî rojhilatî jî şehîd ketibû. Doktor Suleyman piştî dermankirina li Hewlêrê, bi ambûlanseke helikopter şandibûn Almanyayê û 29-ê mehê li Almanyayê jiyana xwe ji dest dabû.

Ji bo Doktor Suleyman duh li Balafirgeha Navneteweyî Ya Hewlêrê merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Abdülmuheymen Barzaniyê Nûnerê Serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî, Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî û fermandarên pêşmergeyan beşdarî merasîmê bûn.

Li gorî ragihandina Televizyona Rûdawê Abdülmuheymen Barzanî di merasîmê de axaftinek kiriye û wiha gotiye: “Em bi doktor Suleyman serbilind in. Ew ne şehîdê yekem ne jî şehîdê dawî yê Kurdistanê ye. Doktor Suleyman li Kurdistanê di warê pûçkirina mayînan de karekî mezin kir.”

Newzad Hadî jî di merasîmê de gotiye ku pêşmerge taca serê wan in, Doktor Suleyman mînakeke ciwan a şehîdbûnê ye. Em dixwazin ji bo wî monûmentekê çêkin.”
***

erdoganErdogan: Ji min re dibêjin dîktator, qet ne xema min e

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser girtina 9 parlamenterên HDP-ê diyar kir ku girtina parlamenteran li gorî hiqûqê ye û tu şaşî di vê yekê de tuneye.

Serokomar Erdogan li ser rexneyên dijwar ên welatên rojava jî bi heman dijwariyê axivî û wiha got: “Ji min re dibêjin dîktator, ne xema min e. Miletê min ji min re çi dibêje, ev girîng e ji bo min.”

Roja înê di serî de herdu hevserok Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 9 parlamenterên HDP-ê hatibûn girtin.

Erdogan li ser girtina HDP-iyan wiha got:

“Sala 1999-ê gava derbarê min de cezayê hepsê teqez bû, rabûm çûm hepsa Pinarhîsarê û min cezayê xwe kişand. Me nekir qareqar û şov nekir. Milet çi got? Milet got em dixwazin we li cihekî din bibînin. Me partiya xwe ava kir. 16 meh paşê em bûn desthilatdar. Heke hûn ne wekî parlamenteran, lê wekî terorîstan tevbigerin, hûnê wekî terorîstan bêne pêşwazîkirin. Em wisa nefikirin jî, hurmeta me ji hemû fikran re heye. Lê gava mesele bibe ewlekariya hemwelatiyên me, gunê me bi kesî nayê. Armanca wan ew e ku Tirkiyê di qada navneteweyî de bixin nava astengiyan.”
***

carterAshton Carter: Wê Operasyona Reqayê hêsan nebe

Wezîrê Parastina Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê Ashton Carter bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku wekî operasyona Mûsilê, wê operasyona Reqayê jî hêsan nebe.

Carter li ser destpêkirina operasyona rizgarkirina Reqayê ku bi pêşengiya YPG-yê ji hêla Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) vê kirin got: “Em bi destpêkirina vê operasyonê kêfxweş in.”

Ashton Carter di daxuyaniya xwe de wiha dibêje:

“Ez operasyona Hêzên Suriyeya Demokratîk ya ji bo rizgarkirina Reqaya di bin Daişa hov de ye bi kêfxweşî pêşwazî dikim. Îzolasyon û paşê jî rizgarkirina Reqayê, beşeke ji kampanyaya koalîsyona navneteweyî ye. Operasyona Reqayê jî wê wekî operasyona Mûsilê zor û zehmet be.”

Hêzên Suriyeya Demokratîk duh bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kiribû ku wê dest bi operasyona rizgarkirina Reqayê kiriye.

Mi mehan e ku Tirkiye ji Amerîkayê daxwaz dikir ku ew dixwaze tevli operasyona Reqayê bibe, lê Amerîka çendîn car diyar kiribû ku ewê vê operasyonê bi Hêzên Suriyeya Demokratîk re bikin ku piraniya vê hêzê ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêk tê.

***

meclis-hdpWê di civîna koma HDP-ê de kesek neaxive

Piştî ku HDP bi daxuyaniyekê eşkere kir ew xwe ji xebatên meclîsa Tirkiyê didin alî, eşkere bû ku wê di civîna koma partiya wan de kesek neaxive.

59 parlamenterên HDP-ê di meclîsa tirk de hebûn, lê halîhazir herdu hevserok jî di nav de 9 parlamenter di hepsê de ne. Ji ber girtina Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag wê tu parlamenter di civîna koma partiyê de tu kes neaxive ku her hefte roja sêşeman pêk tê.

Li gorî rêbaza hevserokatiya HDP-ê hefteyek Demîrtaş, hefteyek jî Yuksekdag di koma partiyê de diaxivî.

Eşkere bû ku wê ji dêvla axaftina herdu hevserokan ve, dîmenên ji axaftinên wan wekî sînevîzyon werin nîşandan.

Li gorî agahiyên ku Ria Taza ji çavkaniyên xwe yên meclîsa tirk wergirt, HDP wê beşdarî xebatên meclîsê nebe, lê wê sibê (sêşem) civîna koma xwe ya meclîsê bike û kesek li ber mîkrofonê neaxive.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim duh axivîbû û gotibû divê HDP dev ji biryara beşdarnebûna xebatên meclîsê berde û dest bi xebatan bike.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev