SIWARÎ Û MURTULE BEG – 1

SIWARÎ Û MURTULE BEG – 1

Ev serpêhatîya nivîskarê kurd yê navdar Nado Maxmûdov di pirtûka wî a bi zimanê ermenî a bi sernavê ”Rasthatinên nebîrkirî” çap bûye. Têmûrê Xelîl ew ji ermenî wergerandîye kurdî. Li wir behsa Murtule begê navdar dike, ku di dema gelkujîya ermenîyan da gelek ermenî û kurdên êzdî ji qirkirinê parastîye. Nivîskar rastî muxtarê gundê Murtulegê begê (muxtar ermenî bûye) hatîye û ev serpêhatî nivîsîye. Fermo, bixwînin û hûn jî wek me lezetê jê bibînin.

Em wê dikine 3 beşan û pey hev di rûpelên malpera xwe da çap dikin. Fermo, beşa pêşin bixwînin.

Hela berbanga wê roja meha çirîya paşin ronahîya xwe şax venedabû. 64 sal ji wê hênê derbaz bûne. Sala 1919an saleke tevlihev, nerehet bû. Malbeta me li gundê Martûnîyê (navê gund berê Qerenlixa Jêrin bû, li Ermenîstanê). Kurdên ku li rex gola Sêvanê di gundên ermenîyan da hêwirîbûn, piranîya wan şivantî dikir, biryar kirin ji van waran derkevin. Eger bavê min sax bûya, emê jî biçûna. Lê ew berî sê salan bi mirineke bedbext va serê xwe danîbû ax û berên sar, diya min û sê zaro bi dû xwe ra hîştin. Diya min ji qereberbangê heta êvara dereng di malên dewlemendan da kar dikir, di gund da him gunehê xwe pê dianîn, him jî jê hez dikirin. Ji yanzdeh salîyê destpêkirî min bona xelkê berxvantî dikir. Xûşka min a ji min salekê biçûktir jî kar dikir, ji xelkê ra av dibir, sergîn çê dikir, serê mîyan digirt, ku bidoşin. Pey nandirûnê ra bona zexîreya zivistanê em gişk diçûn bona similan berev bikin. Diya min dij bû jî, lê min gelek simil ji kuna mişkan derdixist. Lê diya min, ku ji dest xelayê pir ber xwe diket, şîretên ha li min dikir: ”Lawo, ne axir ew jî dayînên Xwedê ne, guneh in, ew jî dixwezin bixun, tu bo çi xurekê wan ji wan distînî?”.

Neft û xwê jî tunebû. Heta sabûn, çixat jî tunebû… Li Bekûyê desthilat di destê musafatan da bû, lê medenên Koxbê ji alîyê tirkan va hatibû zevtkirin.

Wek dibêjin, dijwarî mirovan hînî gelek tiştan dike, bi hêz dike. Dewsa neftê zeyt û don bi kar dianîn, dewsa sabûnê xwelîya kaxçînê bi kar dianîn, dewsa çixatê kevir û heste bi kar dianîn. Lê xwê, ku bûbû wek rûvîyê reş, bi destî qaçaxçîyan digihîşte milet, ew jî bi buhayê gelek mezin.

Gelê ermenî salên dijwar derbaz dikir. Ermenîyên ji destê tirkên hov xilazbûyî mihacirî gundên rex kenarê Gola Sêvanê bûbûn. Ew ardimîyên, ku para wan diket, ruşetxur û bêbextan didizîn. Parsekî li her deran hebû. Xelayî û nexweşî rojê bi dehan kes ji nav xwe dibir.

Ji wan demên dijwar û bêçare gelek sal derbaz bûne, lê ji qewmandinên bûyî hinek, ku ez tev lê bûme, heta îro jî rehetîyê nadine min.

¤¤¤¤¤¤¤¤¤

Meha îlonê bû, êdî tarî dikete erdê. Ro berbi hêwira xwe va diçû. Pencên wê yên rengê zerdeleyan da hela li serê çiyayê Gêxamayê şewq vedidan.

Min berx birine gomê, derî dada û lez çûme malê. Berî bigihîjim mal, min dengê girîna zarekê bihîst. Min got qey xûşka min a biçûk e. Herdem jî, dema diya min derengî diket, ew xwe dida ber dîwarekî, inteinta wê bû. Ez nêzîk bûm, min ber çavên xwe ecêbeke mezin dît, min saw kişand. Dêyeke mihacir ji birçîna, ji nêza hal ketî, ketibû erdê.
Zareke weke pênc salî, ku ew jî ji birçîbûnê destê diya xwe dikişand, ji kûraya dil rica ji diya xwe dikir:
-Rabe dayê can, were em herin, ez birçî me.

Ez bê hemdî xwe ketime koxê me, min ji xurcê nanek derxist û çûm hewara wan. Çi mixabin, ku dê êdî ruhê xwe dabû…

¤¤¤¤¤¤¤¤¤

Em – berxvan, ji guran û hirçan pirtir ji qorixçîyan ditirsîyan. Wa bi nav dikirin wan nobedarên deşt û beyaran, ku di civîna tevayî da dihatine hilbijartin. Du nobedarên Qerenlûya Jêrin hebûn. Ji yekî ra Tûjbîn dihate gotin, lê ji yê din ra, ku yekî zinanekî û êgin bû, Loklok digotin. Ew herdem li serê tetekî disekinî û bala xwe dida deşt û beyaran. Û dema berx ranêzîkayî çandinîyan dikirin, dengê Loklok yê qube dihate bihîstinê: ”Hêy, berxvan, Xwedê bela te bidê, tu qey nabînî…”.

Di gund da kêm berxvan û gavan hebûn, ku derba şivdarê Loklok nedîtibûn. Yek ji wan kesan jî ez bûm. Berx ji çêm av vedixwerin û xwe didane cîyên sî, lê em jî bi hevalên berxvan ra bi lîstikan va mijûl dibûn. Wê rojê me kap dilîst.

Ez di lîstikê da ketibûm û min texmîn ne kiribû, ku çend berxên min ketine zevîyê. Wê demê me texmîn kir, dema Loklok berx dabû ber xwe, hat nêzîkî me bû. Hewa germ bû jî, lê canê min tevizî, ricafek li min girt.

-Ev berxên kê ne?- ewî bi hêrs pirsî.

Me hemûyan bêdeng li hev nihêrî.

-Hûn çima lal bûne? Ka bêjin, eger na ezê çermê we bigewirînim…

-Berxên min in, xalo,- min serê xwe kiribû ber xwe, bi mirtemirt got.

Ew gotin bes bûn, ku ew min bide ber pihînan û şivdaran. Enîya min qelişî bû û xwîn diherikîya ser sûretê min.

Dema heq û hesabên xwe bi min ra xilaz kir, vêca şivdar di destê xwe da bir û anî û hate dora hevalên min.

-Vî mêze bikin û bira gunehê we li we bê.

Min nikaribû ji cîyê xwe rabûma. Êşê zor li min kiribû. Inteint li min ketibû, min digot: ”Wey dayê, wey dayê, wey dayê”.

Êvarê dema diya min ez di wî halî da dîtim, hindik mabû dîn bibe. Bi girî ez birime cem malxwêya malê, got:

-Vardûhî can, mêze bike ew Loklokê bê wijdan û bêxwedê çi anîye serê gedê min? –diya min got û enîya min a qelişî, canê min yê reş-şîn bûyî nîşanî wê da.

Malxwêya malê ber xwe ket, destê me girt, em çûne mala Loklok, ku taxa gund a jorîn da bû. Ew êdî ji deştê vegerîya bû, ser qisîlê velezîyabû, serê xwe danîbû ser balîfê, vedihesîya. Dema çav li me ket, bêy dilê xwe rabû ser xwe, rûnişt.

-Te vî gedeyî avîtîye çi rojê, ay bêwijdan û bêxwedê,- pîrika Vardûhî berê xwe da wî û got.- Bêy wê jî Xwedê ew ceza kirine, êdî tu bo çi ceza dikî? Berx bûn, ketibûn zevîya xelkê, te jî guhê gede kaş bikira. Êdî te çima mîna gura êrîşî wî kirîye?

Dewsa Loklok xanima wî – Zalo kete nav xeberdanê, ku di gund da jê ra Zaloya zulim digotin, ji ber ku yeke şerûd û bed bû.

Pîrika Vardûhî bi avrûyeke tund va lê nihêrî, dû ra got: “Kesên xwedî zar wê qedirê zarê bizanibin, lê yên mînanî te bê ber û bê ceger wê çi zanibe?”

Paşê berê xwe da min:

-Were em herin, lawo. Niha heqî tune, kes wê ji heqê wî bêwijdanî neyê der.

Min du rojan nikaribû berx bibira çêrê. Diya min dewsa min diçû. Diya min a feqîr, ku zêrîyayî bû, ji bo xatirê jîyana sêwîyên xwe xew nedikete çavan, jîyana xwe ciwan ber derê xelkê derbaz kir. Diya min a ku di nav xelayê û şêr da em gîhandin. Niha jî weke ku ez dêmê wê yê jihalketî, qemirî, sertbûyî, lingên wê yên pêxas, kincên wê yên pînekirî dibînim, weke ku ew ji kanîya rex obeyê herdu dewlên xwe bi avê va tije kirîye û bi dijwarîyeke mezin va tîne, û derd û kulê xwe ji min ra dibêje.

Dema gundîyên me yên dewlemend diçûne zozanan, em jî bi wan ra diçûn. Ne ji bo ku em fêrî çiya bûbûn, lê em cem wana dixebitîn. Li zozanan warê me bê ban bû, di koza berxan da me di qulçekî da ji keviran dîwarek danîbû, bi çîman va tûmek çê kiribû, ku cîyê me nerm be û em li wir radizan. Cî û nivînên me lihêfeke kevin, du balgî û kulavek bû, ku me davîte bin xwe, me bi parçeyê çadiran jî xwe ji baranê û bagerê diparast.

Tarî ketibû erdê. Mija rengê gewr li her derên zozanê belav bûbû. Ji xebata rojê westîyayî, kesirî em ketibûne xeweke kûr. Berx jî ketibûne xewê. Ji nişkêva berxan destpê kir xwe li dîwaran dan. Diya min ji cî vecêniqî, rabû ser xwe.

-Gur kete nava berxan, gur,- wî bi kurmancî dikire gazî û deng li gurêxan dikir, ku di odeyê da bûn.

Min jî xwest ez rabim, lê xûşka min a biçûk ji tirsa ez hemêz kiribûm û bernedida. Ez bi zorê jê qetîyam û derketime derva. Ji dengê diya min û ewte-ewta gurêxan gur tirsîya û situyê berxê berda, lê bezê wê jê qetand û ji koza berxan derket, lê kete telika kûçikên gampir yên Qefqasîyayê, ku dora wî girtibûn. Pêşî kûçikê bi navê Çalo devê xwe avîte situyê wî. Di navbera wan da şerekî zor diçû. Gur bi her awahî hewil dida ji devê wî derkeve, lê bêfeyde bû. Ji lepên Çalo derketin karekî ne ewqas hêsa bû. Kûçikên dinê jî hatin hewara Çalo, gur li erdê xistin û firsend kete Çalo qîlê xwe bikute qirika gur. Tenê wê demê dest jê kişand, dema gur êdî xeniqî bû. Tiştekî eêcb: roj wî ser tu kesî ne dikire ewte-ewt, roj radiza. Lê şev, çawa dibêjin, dibû şêr, dikaribû siwar ji hespê bîne xwarê.

Bayê berbangê mija gewr bela kiribû. Sibeke xweş û sayî bû. Li her deran dengê kalîna pêz, mikemika berxan, dengê dûvmeqeskan, kenê zaran yê xweş dihat ku bala xwe didane gurê xeniqandî. Bi dehan salan e, ku ez ji Martûnîya xwe, warê jidayîkbûna xwe dûr ketime û min zarotîyeke xweş li wir derbaz ne kirîye jî, lê ez bi dilxweşî wan gundîyên xwe, hevalên xwe bi bîr tînim, ku ez ji xelayê û nexweşîyan xilaz kirim, ez bêrîya çiyayên xwe yên gulvedayî, dengê ava kanîyan ya xweş dikim.

Du zozanên Martûnîyê hebûn, navê yekê Vêrînvar bû, yê dinê Gomêr. Derbaharê gelek kes wextê zayîna pêz li zozanan bûn û hetanî payîza dereng li vir diman. Gorî arkêologan Gomêr berî bi hezaran salan, di dema Pûtperestîyê da warekî jîyînê yê mezin bûye û navê wê Daştadzor bûye.

¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤

Payîz bû. Meha îlonê bû, roja cejina ermenîyan ya ”Xaça Buhurtî” bû. Ew roj bo me kurdan jî cejin bû. Merivên qenc ku qurban didan, me piş guhê xwe va davîtin. Wek herdem, vê carê jî pîrika Vardûhî em ji xurek bêpar ne hîştibûn.

Wê rojê em jî dibûne xwedîyê goşt, kartol, nan, heta dewê me jî hebû. Diya min piştî nîvro li bin siya dîwêr kuçik vêxistibû û di dîzekê da goştê me bi bêhneke xweş va dikelîya, li kûra êgir da jî kartolên me dipijîyan. Em zaro dora kuçik berev bûbûn û bêsebir li benda destpêka şahîyê bûn. Bi rastî jî ew bona me şahî bû. Xûşka min a biçûk, ku pênc salên wê teze temam bûbûn, nikaribû di cîyê xwe da rehet bisekine. Vî alî, wî alî banz dida, carek din dihat ber kuçik disekinî, ji diya min dipirsî:

-Tarê (nizanim bo çi me navê diya xwe hildida), ka wê kengê bikele?

-Hindik ma, lawo, ku hinekî jî birevî, wê hazir be.

Dema xwerin hazir bû û her yek li benda para xwe bû, ji nişkêva şahîya me xeyîrî. Du siwarî, ku dema ber me ra derbaz bûbûn û texmîn kiribûn em bi kurdî dipeyivin, berê hespên xwe guhartin û hatin ber me sekinîn. Em hemû di cîyên xwe da bûne risas, ez bi erdê va qemitî bûm, paşê min hîs kir ku ez gerekê ji bo xweparastinê hazir bim, lema jî ji cî rabûm, bi lez çûme ber zinarekî, min xwe piş wî teland. Hilbet, eger fikira wan pîs bûya, wê ew zinar alî min nekira. Lê cîyê tek tenê yê aram ew bû, ku min xwe li wir qincilandibû ser hev û dilerizîm. Ez ne tenê derheqa xwe da difikirîm, lê herwiha derheqa diya xwe û xûşkên xwe da jî. Hey difikirîm ji piş zinêr derêm, herim hewara wan, lê xortê 11 salî wê ber wan siwaran çawa ber xwe bida? Min guhê xwe bel kiribû, bêhna min diçikîya û min guh dida xeberdana wan û li bendê bûm ka axirî wê bibe çi…

-Xûşkê, hûn kurmanc in? – ji wana yekî pirsî.

-Belê,- diya min di ber xwe da got.

Kurê te çima revî,- yê dinê pirsî (ev herdu hevok di pirtûkê da bi zimanê kurdî hatine nivîsar.- T.X.).

-Dinya tevlihev e birê min, em di nav tirs û xofê da nin, tirsîya, lema revî,- diya min bi ermenî bersîv da.

-Bira netirse. Gazî bikê, bira bê. Em ji Miksê ne. Murtule beg em ji zulma tirkan xilaz kirîye. Me sond xwerîye em dest nedine kurdan. Û emê herdem jî bibine xwedîyê sozê xwe,- yê di emir da mezin got.

Diya min bang kir. Ez bi dilekî şa ji piş zinêr derketim, siwar li hespê xwe siwar bûn û çûn.

Gava siwar çûn, min ji diya xwe pirsî ka Murtule beg kê bûye, gelo ew wî nas dike, navê wî bihîstîye?

-Na, lawo, min ne bihîstîye. Ew riya 7 rojan ji me dûrtir e. Xuya ye ew jî merivekî rehm e, yekî bi nan û xwê ye, lema jî ermenîyên vira bona xatirê wî qedirê me digirin. Bira çavê Xwedê û duayêên me li ser wan kêm nebin lawo,- wê got û di ser da zêde kir: -ku tu jî mezin bûyî, ketî nava cêrgeya merivan, tu jî rehm be, kesên ketine tengasîyê, alî wan bike, bona Xwedê jî komekê bide te. Vê yekê bike guhar, bike guhê xwe û jibîr neke. Tuyê paşê bizanibî ka Murtule beg kê bûye.

Xwerin hazir bû û her yekî ji me para xwe sitend.

Me ji diya xwe gelek hez dikir, em bawer bûn ku li cihanê ji wê rehmtir, xweşiktir û zanetir dê tunene. Ewê gelek çîrokên xweş zanibûn. Me ji hemûyan pirtir Hikyata bilbila sêr û ya Keça şivan a bedew hez dikir. Û gava em êvaran diketine nava cîyan, me xwe dikir qîr û qetran, em bi diya xwe ya westîyayî û kesirî va dibûne tirik, me ew mecbûr dikir ku ji me ra wan hikyatan bêje. Ewê bêy ku nana bike, dest bi hikyatekê dikir, carina jî dihênijî. Wê demê me ew şîyar dikir û hêvî dikir berdewam bike.

-Bihêlin hestûyên min hinek rehet bin, ku bikaribim berbangê ji we ra xurek peyda bikim,- wê digot.

Lê me dest ji wê dikişand û tenê li xwe difikirî.

-Ka bêjin ez gihîştime kîderê,- wê dipirsî.

Me dikire bîra wê û ewê ewqas wext berdewam dikir, heta em biketana xewê.

…Belê, wext û demên xirab bûn, lê wijdana merivan ranediza. Û niha, di vî emirê mezin da, dema ez rasthatinên xwe yên berê bi bîr tînim, razîbûna xwe ji wan binecîyên Qerenlûyê ra dibêjim, ku nehîştin dûyê ocaxa me di wê dinya tarî da bitemire…

¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤

Navê siwarekî ji Miksê di bîra min da maye, Harûtyûn bû. Yekî bejin bilind, lihevhatî, bi simêlên wek simêlên Bûdyonnî, bi dêmê qenc va bû. Mixabin, navê yê dinê min jibîr kirîye. Berî ku ew herin ji we ra gotinên qenc gotin.

-Eger hinek kes li xatirê we kevin, me agahdar bikin, emê bêne hewara we,- wana got û di ser da zêde kirin, ku ew li gundê Adyamanê dimînin, ku ji gundê em lê diman weke sê kîlomêtran dûr bû. Paşê banzdane ser terkuyên hespan û riya xwe domandin. Milet salên bi kul û derdan va tijî derbaz dikir. Li welêt hema bêje serokatî tunebû. Li her deran talan, destdirêjayî, xweserîtî bû. Bi kurtî, jîyana merivan ne tiştek bû. Kesê ji mal derdiket, ne bawer bû ku wê sax-silamet vegere. Di kêleka kê da mauzer-qirme dardakirî hebûya, ew yê herî xurt bû.

Pîsikên tirkan, ku dakutabûn Ermenîstana Rohilatê, bi bêwijdanî xelkê talan dikirin, dikuştin û zordestî ne tenê li ermenîyan dikirin, lê herwiha li kurdên êzdî jî, ku gelek salan pêşda ji dest zulma sultanê tirkan xwe li sînorên rûsan xistibûn, derbazî warê ermenîyan bûbûn. ”Gunehê” wan (meriv nikare wê yekê guneh bihesibîne), ew bû, ku serekê wan Cangîr axayê ji Taronê wek Murtule begê Miksê piştgirîya ermenîyan dikir. Hela di ser da, ew tevî gelek şerên partîzanîyê bûye. Him Murtule beg, him Cangîr axa, him jî Ûsiv begê ji Sînekê bi Zoravar Andranîkê mêrxas ra bira bûn. Û heta dawî jî bi hev ra amin man û bûne nimûneyên dostanîya gelên ermenî û kurd.

Demên gelek tevlihev bûn, welat ber xetera hilweşînê bû, lê milet dikaribû bihata qirkirinê. Dawî, sebira gel nema, êdî hêrsê dabû qirikê. Ew rabû, dest avîte çekan û kete meydanê. Di wan rojên oxirmên giran da gelê rûs yê bira hate hewara me. Dinya berê xirq bû, nema. Şoreşa çîna karkir û gundîyên Ermenîstanê bi ser ket, dîwana Ermenîstanê hate sazkirinê. Alaya sor-gevez a Oktobirê ser Ermenîstanê milmilî, gundên hilweşîyayî hatine şênkirin. Ocaxên duyê mala wan temirî bûn, careke din dest pê kirin dû kirin, zordestîya kedxuran û dijminên hundur ji holê hatine rakirin.

Jîyan kete qamê xwe. Dostanîya gelan ya jihevketî jî dîsa destpê bû, ewana êdî diçûne hewara hevdu, alî hev dikirin, dengê şabûnê li her deran belav bû.

Dê û bavên ku di salên revê-bezê, zulmê, xelayê û nexweşîyan da zarên xwe winda kiribûn, bona wana bibînin, destpê kirin derên sêwîxanyan û malên zarokan kutan.

Bekûya proletarîyê astenga xizmetkirina neftê rakir. Çirayên gundên di tarîyê da vêsîyayî dîsa vêketin. Çira me a ji kaxçînê çêkirî jî ronahî da. Belê, dinya guhêrîye. Ez jî guhêrîbûm. Êdî ez ne ew xortê pêxas, bi porên gijikî bûm û min xulamtîya tu kesî nedikir. Min bejin revandibû, gihîştibûm, merivekî xwendî bûm, min şivdarê şivantîyê bi qelemê va guhêrîbû. Zûtirekê ketime nava cêrgeyên partîya Lênînê mezin. Karekî bilind dabûne min. Meriv qedirê min digirtin, heta ”dostê” minî berê – Loklok jî. Ez bextewar bûm. Kurê şivanê berê yê bê cî û war gihîştibû wê yekê, ku bûbû endamê Parlamêntoya Yekîtîya Sovyet. Lê dema dêmê diya min a kesirî û westîyayî, hezkirina bê hed û hesab ya di hindava zarên xwe da dihate ber çavên min, dilê min diêşîya, ku bextê diya min a hewcê nanê rojê lê ne xist bextewarîya kurê xwe bibîne û ji nemetên qeydê Sosîalîstîyê karê keve.

Neyse, roj, heftê, meh pey hev ra dibuhurîn, lê Murtule begê Miksê û siwarîyên welatîyên wî, ku pesinê wî didan, ji bîra min nediçûn, ji hişê min dernediketin. Min xeyal dikir carekê jî rastî Harûtyûn û rêberê wî bêm, bîranînên wan yên derheqa Murtule begê da binivîsim, lê ji min ra li hev nedihat. Ji ber ku ez çûme xwendinê, piştî xwendinê jî çûme navçeyeke din, li wir xebitîm.

Ji 20 salan zêdetir bû, ku ez neçûbûme gund. Lê, wek dibêjin, min dilê xwe li wir hîştibû. Lê dawîya dawî rojeke havînê ya xweş ji min ra li hev hat ez herime gund.

Û ez li gundê xwe me, ku her kevirekî wî, her tûmeke wî zarotî û xortanîya min tîne bîra min.

Roj baş ji te ra, warê minî tahl û şîrîn. Di bîra min da Qerenlera Jêrîn maye bi banên xwe yên ji xwelîyê, malên weke holikan, kolanên xilpexaro yên bê daran, ku îro ewqas bi xweşî hatîye guhartin, rewşeke kaw û xemileke bedew wergirtîye, bi xanîyên xwe yên ji tûfê çêkirî, bi kolanên xwe yên fire û bi daran va dorgirtî, bi bax û baxçeyên xwe va, bi dayîreyên xwe yên xwendinê û kûltûrîyê va û bûye bedewa Gêxamayê, bûye bajarokek li rex kenarên Gola Sêvanê.

Ez wê jî bêjim, ku di nav çêkirinên nûjen da wek kevinarî dêra darîn a bi banê xwelî wek xwe hîştibûn. Rast e, kesên xwedî bawerîyeke din nikaribûn biketana dêrê, qedexe bû, lê wek dibêjin tiştê herî xweş yê qedexekirî ye.

Hewaskarîya min a zarotîyê ez mecbûr kirim wê qanûnê du caran têk bidim. Yek di şeva cejina ”Şevereş” da, lê ya dinê – di roja Hêkesorê da, ku dikeve meha çileya paşin a bi sur û serma û bi berf û bager, dema ez bi dizî çûm û min xwe kire nava koma merivan. Keşîşê gund Têr Grîgor heytehola cejinê xilaz kiribû. Şîrinayî bela dikirin. Min jî dixwest şîranîyek hilda, lê dema min destê xwe bê bawer dirêj kir, wê demê keşîş li çavên min nihêrî. Bi hêrs li min nihêrî, nêzîkî min bû, guhê min girt, wisa bêwijdan kaş kir û şidand, ku hindik mabû bixeriqîyama. Paşê ez kaş kirim ber bi dêrî, pihînek li paşîya min xist, ez kewkî kirim, tilîya xwe ser min da hejand û got:

-Eger ez careke din bibînim, ku lingê te yê qilêr li vê ziyareta Xwedê ketîye, ezê lingê te bişkênim. Te fêm kir, kûçik? –Wî got û derî ser min da girt.

Guhê min dişewitî. Te qey qey ji ava kelandî derxistine. Dilê min ji êşa guh û êşa pihîna wî dinalîya.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev