Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Xelata “Roja helbesta kurdî“ bo sala 2016 an (li dervayî welat) helbestvan Tengezar Marînî wergirt

Xelata “Roja helbesta kurdî“ bo sala 2016 an (li dervayî welat) helbestvan Tengezar Marînî wergirt

Roja 23.10.2016 bi amadekirina Yekîtîya niviskar û rojnamavanên kurd li Surîyê û Komeleya Nubihar ya çand û hunerî ya li Sûrîyê û bi beşdarîya gelek helbestvanên kurd, bi helkeftina bîranîna koça dawî ya Seydayê Cegerxwîn, careke din Festîvala Helbesta Kurdî li der ve, li bajarê Êssênê, li Almanîyayê bi rêve çû.

Festîvala Helbestên Kurdî ji sala 1993 an ve, her sal, di roja koçkirina seydayê Cegerxwînê nemir de, ji aliyê helbestvanên kurd ên Kurdistana Rojava ve tê organîzekirin û li Rojavayê Kurdistanê Roja helbesta kurdî tê pîroz kirin û li dar xistin. Herwiha li dervayî welêt, li Almanyayê jî tê pîroz kirin û helbest tên xwendin. Mîhrîcan salê carekê tê lidarxistin, lê ji ber sedemên cûr bi cûr berdewamiya festîvala helbesta kurdî li dervayî pir wate û giring e.

Ji bo parastina helbest û peyva kurdî, lema îsal cara 21’emîn li Almanîyayê hate lidarxistin. Di fêstîvala Helbestên Kurdî li Derve li bajarê Êssênê, li Almanîyayê wek min êdî got, hejmareke helbestvan beşdar bûn û xelat jî hat rewakirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê û xwendina sirûda netewî “Ey Reqîb”, bernameya fêstîvalê destpê kir. Endamê Komîteya amadekar a Festîvalê Şivan Alwan û Silêman Azer axaftina destpêkê kirin û fêstîvala 21’emîn a Helbesta Kurdî li hemû helbestvanan pîroz kirin. Piştî axaftinan, helbestvanan helbestên xwe xwendin. Piranîya helbestan ser mijara komkujî, êşa hundur a mirovan, ziman û rewşa niha ya kurdan bûn. Hilbet bandora rewşa walêt têde dijî jî her heye ser hestên hebestvanan û xwendevanan. Di dawiya mîhrîcanê de Komîteya Amadekar a festivalê ji ber ked û xebata wî ya di warê pêşxistina helbesta Kurdî û parastina çanda Kurdî de, xelata mîhrîcanê ya îsal “Xelata helbesta kurdî “ (li dervayî welat) bo sala 2016 da yek ji helbestvan û wêjevan ê Kurd yê berbiçav Tengezar Marînî.

Tengezar Marînî jî diyar kir ku ew vê xelatê weke xelateke giranbaha û bi nirxtir dibîne.

Tengezar Marînî, nivîskar û helbestvanekî kurd e û di 04.09.1959an de li Tirbespîyê, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. 2 salan edebiyata erebî li zanîngeha Helebê xwendiye. Pisporiya karmendiya mediya nû (Communication, Relation, Rethorik, Derûnasiya xîtaba ragehandinê û șiroveya zimanê wê ) xwendiye. Karê sosiyolojiyê li zankoya Hannoverê û Duhokê kiriye. Pisporiya wergerandina derûnasî û nojdariyê xwendiye, kar kiriye û rahêner e, li nik EMZ – Navenda nojdariya regezan li bajarê Hannover. Di bîr û raya giştî de, bi helbestên xwe û nivîsên xwe yên li ser rexneya toreyî û wergerandina helbestvanên almannivîs tê naskirin. Şarezayê zimanên kurdî (zaravên Kurmancî-Soranî), erebî, îngilîzî, almanî û suryanî ye. Di gelek rojname, kovar û malperên kurdî de, li Kurdistane û welatên biyani de dinivîse.

6 pirtûkên wî yên helbestan yên çapkirî bi zimanê kurdî hene : 1. Kilît, helbest, sala 1992/ Beyrût 2. Çirûska Xewneke Bazdayî, helbest/ 1993 Şam 3. Evîna Leylan û Mijê, helbest 1998/ Hannover 4. Şevnema şînê, helbest, 2001/ Hannover 5. Nesrîna Qedexe ji bêcirriya te 2005/ Amed 6. Kalo: Bêdengî ne para te ye (1 Helbest e) 2006/ Hannover
Wergerandin:
7. Helbestên rengîn, amadekirin û werger ji Almanî, Erich Fried, lêkolîn û helbest, 2006/ Duhok
8. Pantelonê Şeytanî, Îtalo Kalvîno, ji Almanî, 2008/ Duhok
9.. (8) berhevokên tendurustiyê, mîna sîstema Tendurustiyê li Almaniya, Memografî û penceşêra sîngê û Trauma (Xemnakî) û Derûnnasî.

Pirtûk:
10. Zanista Rexneyî di navbera Têorî û Praktîkê de, Rexne, 2014/Duhok
Pirtûkên wi bi elmanî hatine capkirin:
1. Der Baum der Freiheit (Dara Azadiyê) Dokumentation, 1998/Hannover
2. Funken des Nebel = Tîrêjên Mijê, helbest, 2000/1 2002/2/ Hannover
3. Was hast du gesagt= Te çi got, helbest, 2010/ Hannover.
Ewî herwiha weke 200 berhemên helbestvan û nivîskarên Almanî yên klasîk wergerandiye li zimanê kurdî.
Tengezar Marînî di kovarên Stêr, Pirs û Pêl de Berpirsê destpêşkeriya navenda çanda cîhanî li Hannover/ Almaniya ye. Berpirsê komîta kurdên Hannover, navenda rewşebîrî û ragihandinê ye. Berpirsê Yekîtiya nivîskarên Kurdistana Rojava li Almaniya yê.

Helbestên Tengezar Marînî wek behrek e, ji evîna bê sînor e, ji berhemên wî pêlek ji hestê mirovî diherike, belê hestên wî deranîna hestê mirovî ye, ronahiya rûh û giyanê mirovî ye. Helbestvan Tengezar Marînî bi çend peyvan û hevokan bi hestê xwe, êş, evîn, hêvî, helwest, derd, kul, xweşî û nexweşiya xwe tîne der û bi hest û xeyalên xwe asoyên berfireh diafirîne…
Tengezar Marînî xwedî hesteke nazik, germ û dilşewat e, taybetmendiya wî ewe ku hizren xweş û tenik diefirîne, wêneyen jîyanê bi gorî berjêwandîya evîndaran bi rê ve dibe. Bi fikira min Tengezar Marînî hezkirin û têçûnên evîniyê, êş û kedera evîndaran bi hostatîke ewqasî mezin şirovie dike û tîne ziman, ku xwendevan zendegirtî dimîne. Belê, hest û hizrên helbestvan asoyên berfireh vedike, germî û dilsoziyekê dide helbestê, ji ber ku ew hest û jana dilê wî ye jî.
Bi şanazî dikarim bêjim Tengezar Marînî bi pênûsa xwe ya bihêz berhemên giranbaha û hêja bi rengekî giştî diafirîne. Ez birêz Tengezar re xweşbextiyê û açixîyên efrandarîyê yên mezin dixwezim.

Guhdarên delal, me xwest em di bernameya xwe de nêzîk ve nasîya we bidin kar û jîyana şayîr.
Fermo guhdarên ezîz, guhdarîya hevpeyvîna min birêz Tengezar re û herwiha bi pêşkêşkirina helbetsvan Tengezar Marînî guhdarîya helbestên wî bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev