KOMKUJIYA GELIYÊ ZÎLANÊ JI DEVÊ LEŞKEREKÎ KEMALÎZMÊ

KOMKUJIYA GELIYÊ ZÎLANÊ JI DEVÊ LEŞKEREKÎ KEMALÎZMÊ

Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner/nivîskar

Leşkerekî Kemalîzmê bi navê Mirze Efendî li ser Komkujiya Geliyê Zîlanê weha gotiye:
“Ez li Diyarbekirê leşker bûm, ew leşkerên ji Diyarbekirê ku hinartin herêma Zîlanê, di nava wan de bûm. Wezîfeya me ev bû, ew leşkerên ku firar bikin, em ê wan bikujin. Herweha ew Kurdên ku ji Qetlîamê reviyane, em ê wan jî bikujin.

Me li gundê Çaqirê lêgerîn kir, du gundî ku berê merivên wan tev hatibûne kuştin, sax hatin dîtin. Yek kalekî 80 salî bû, yek jî jineke bi zarû bû û pir nêz bû ku zarûka wê çêbibe. Me ew birin ba serleşkerê xwe.

Serleşkerê me çend pehîn li wiyê kal xist, piştre got ”jixwe vaye mirar dibe” û wî berdan. Lê bi fermana serleşkerî du leşker, her yekê bi milekî jinikê girt û jinik ji tirsa dilerizî. Serleşker bang li leşkeran kir, got:
– Kî ji we amade ye ku zikê vê jinikê biçirîne, ka em binerin zarûka wê keç e yan kur e?

Deng ji leşkeran derneket. Serleşkerî dîsa bang kir, got:
– Kî were zikê vê jinikê biçirîne, ez ê 40 roj îzin wek xelat bidimê, bila here mala xwe.

Leşkerek bi dilxwazî derket û bi singuyê tivinga xwe zikê jinikê qelaşt, jinik pêre pêre mir. Lê ew zarûka derket derva, hêj sax bû û diperpitî. Serleşkerî bang kir û got:
– Ka binerin, ew zarûk keç e yan kur e?

Leşkerê ku singû li zikê jinikê xistibû got:
– Qumandar, ev pîç kur e.

Serleşkerî got:
– Min jî guman dikir ku dê ew kur be.

Kurdên ku hatibûne kuştin, pirî ku segan serçavên wan xwaribûn, êdî kesî wan nasnedikir.

Kuçikên herêmê pirî ku goştê Kurdan xwaribûn, tev har bûbûn. Dema em li gundan digeriyan, êrîş dianîn ser me jî.

Ez gelek sal piştî Qetlîamê carekê çûm wê herêmê û geriyam, min dît ku hestiyên merivan hê jî li wan çolan belavbûyî ne.”

Jixwe ji 1930 hetanî 1950, çûna herêma Geliyê Zîlanê qedexe bûye. Yanî ew leşker bi hindikî 20 sal piştî Komkujiyê çûye herêmê û hestiyên Kurdan hê jî belavbûyî dîtiye!

Ev cara yekemîn e ku leşkerên welatekî bisilman, zikê jinên bizarû yên bisilman diçirînin. Ha Kemalîzmê ev hawe jî li Cîhana Îslamî kir edet.
Ev hovîtî jî bû diyariyek ji bo mêjûya Kurdan û wê di erşîvan de bi hezarê salan bimîne…

Xwedayê mezin wan cewrkaran li dojeha xwe têxe destên zebaniyan û li jêrzemîna wê cihwar bike.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev