Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Metafizîk

Metafizîk

Ali Gurdilî

Metafizîk, zanayiyeke felsefî ye û hewl dide da ku pirsgirêkên derî xwezayî, bi ramanên eqlî şirove bike. Heyîn, xwedê, zindebarî, giyan (rih) û hwd. bi pirsgirêkên bi vî rengî re mijûl dibe û hewl dide da ku van pirsgirêkan şirove bike. Bingeha metafizîkê, têgehên razber (neberbiçav, abstrakt) in û metafizîk ji bo şirovekirina gerdûnê, di hewl daneka giştî de ye û bi pirsgirêkên neçareserkirî re mijûl e.

Metafizîk, beşeka felsefeyê ye û li gorî prensîbên mentiqî tevdigere. Ê ku metafizîkê bi awayekî pirr dijwar rexne kiriye, İ. Descartes e. Li gorî nêrîna Descartes metafizîk, ji bilî sîstemeka danasînê, ku hewl dide heyînên derî sehekî şirove bike, ne tu tişt e. Metafizîk ne zanayiyek e û zanayiyên ku pêşkêş jî dike, ne zanayiyên derbazî ne.

Ev ramana Descartes, piştî wî; ji aliyê fîlozofên pêzawer (materyalîst) ve jî hatiye pejirandin. Descartes di berhema xwe ya bi navê “Pêşgotina ji bo hemû metafizîkên ku rojekî dikarin wek zanistan derkevin holê” de wiha dibêje: “Gelo tiştekî bi rengê metafizîkê, gengaz e?”

“Hege metafizîk, zanistek be, çawa dibe ku ew jî wek zanistên din nayê peyîtandin?” “Na hege ew ne zanistek be, çima ew di bin qirasê zanistî de mejîyên mirovan mijûl dike?” “Ji bilî vê yekê, zanistên din her diçe bi pêşve diçin û metafizîk, çima gelo her di dewsa xwe de ye û li cîhê xwe xwe digindirîne?”

Di Babeta Heyînê De, Çend Pirsên Metafizîkê Ên Sereke

1- Heyîn, gelo heye?
2- Kokê heyînê çiye?
3- Hilika made çiye?
4- Heyîn diguhere, an na?
5- Li gerdûnê rêkûpêkî heye, an na?
6- Gerdûn, yek e an ji yekî zêde ye?
7- Gerdûn bi dawî ye, an jî bêdawî ye?
8- Gerdûn, bi armace an na?
9- Gelo li gerdûnê azadî heye, an na?

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev