Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

Donald Trump bû 45-emîn Serokê Amerîkayê

untitled

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Donald Trump li gelek eyaletan zora Hillary Clintona hevrika xwe bir û wekî 45-emîn Serokê Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê hate hilbijartin.

Hilbijartinên Amerîkayê bi encam bûn û Komargerên bi serokatiya Donald Trump bi ser ketin.

Heta niha li gorî encamên ne fermî Trump 276, Cîntonê jî 218 delege bi dest xistine. Li gorî sîstema hilbijartinên Amerîkayê, berendamê ku 270 delege bi dest bixe, bi ser dikeve. Bi vî awayî Trump vê bendavê derbas kir û serokatiya xwe mîsoger kir.

Amerîkiyên ku çûn ser sindoqa dengan, ji bilî hilbijartina serokatiyê, ji bo Kongreyê jî deng dan. Gel ji bo tevahiya 435 kursiyên Meclîsa Nûneran a Kongreya Amerîkayê û ji bo sisêyan yekê Senatoyê ku 100 kursiyên wê hene û hinek walîtiyan jî dengê xwe bi kar anî.

Komargerên Donald Trump serkeftina xwe ya di Meclîsa Nûneran a Kongreya Amerîkayê de jî garantî û mîsoger kir.

Donald Trump piştî encamên hilbijartinan axaftinek kir û diyar kir ku ewê bibe serokê tevahiya Amerîkiyan û dem dema yekbûn û yekgirtina Amerîkayê ye.

***

Trump: 24 eyalet, Clinton: 18 eyalet

untitled

Di hilbijartina Serokatiya Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê de li gorî encamên nefermî heta niha Donald Trump li 24 eyaletan û Hillary Clintonê jî li 18 eyaletan serfiraz bûye.

 Eyaletên ku Donald Trump (Komarger) bi ser ketiye

Dakota, Sout Dakota, Louisiana, Ohio, Wyoming, Montana, Idaho, Texas, Arkansas, Missouri, Iowa, Nebraska, Mississipi, Oklahoma, Sout Carolina, North Carolina, Alabama, North Kansas, Florida, Georgia, Indiana, Kentucky, West Virginia û Tennessee.

Eyaletên ku Hillary Clinton (Demokrat) bi ser ketiye

District of Colombia, New Mexico, Virginia, Colorado, California, Hawaii, Oregan, Washington, New Jersey, Maryland, Vermont, Illinois, Rhode Island, Delaware, Massachusetts, Connecticut û Nevada.

***

Nûnerê Obama Brett McGurk: Pêşmerge pişta me ye!

untitled

Brett Mcgurkê Nûnerê Serokê Amerîkayê careke din eşkere kir ku di şerê Daîşa terorîst de pêşmergeyên Kurdistanê pişta wan e û ew pişta xwe bi pêşmerge ve girê didin.

McGurk, li ser hesabê xwe yê tora ragihandinê de behsa operasyona rizgarkirina Mûsilê kir û diyar kir ku ew di şerê rizgarkirina Mûsilê de pişta xwe bi pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Îraqê ve girê didin.

Li gorî ragihandina malpera Spûtnîkê, McGurk her wiha gotiye ku ew li Mûsilê taktîk û planên ku li Tikrît û Rumadiyê fêr bûne, pêk tînin.

Pêşmergeyên Kurdistanê ji destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê de serkeftinên mezin bi dest dixe û cara dawî tevahiya bajarokê Başîqayê kontrol kiribû ku ji sedî 75-ê vî bajarî ji kurdên êzîdî, sedî 20-ê wî ji mesîhiyan û ji sedî 5-ê wê jî ji kurdên sunniyên misilman pêk tê.

***

Angela Merkel ji binpêkirinên li Tirkiye nerazî ye

untitled

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê piştî girtina parlamenterên HDP-ê û rojnamegerên rojnameya Cumhuriyetê nerazîbûna xwe diyar kir û got ku li Tirkiyê azadiyên bingehîn alarmê didin.

Merkel piştî hevdîtina bi Serokwezîra Norwêcê Erna Solbergê re, ligel mêvana xwe civîneke çapemeniyê pêk anî û bang li hikûmeta Tirkiyê kir ku azadiyên bingehîn binpê neke.

Li gorî DW-yê di heman civînê de Serokwezîra Norwêcê jî gotiye ku di 20 salên dawî de tirk û kurd ji bo penaberiyê serî li welatê wan dane û di vê çarçoveyê de serlêdanên wan hatine qebûlkirin.

Wezîrê Almanyayê yê ji Karên Ewropayê Berpirs Roth jî çendek berê gotibû ku tevahiya muxalifên li Tirkiyeyê divê zanibin ku hikûmeta Almanyayê li pişta wan e.

Serokomarê Tirkiyê di axaftina xwe ya îro de (9-ê Sermawezê) li Stenbolê, ev gotin bi tundî rexne û şermezar kir û li ser sûcdariya nazîzmê ku Ewropî ew pê tawanbar dikin jî got Nazî ew bixwe ne.

***

Rûsya û Ermenistan artêşeke hevpar ava dikin

untitled

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Li gorî ajansa Spûtnîkê Rûsya û Ermenîstan li herêma Qefqasyayê artêşeke yekbûyî ava dikin.

Li gorî ajansê plansaziyek pêşkêşî Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hatiye kirin û tê de daxwaza avakirina artêşeke hevpar hebûye.

Tê ragihandin wê ev artêş, artêşeke demdirêj be û heta ku herdu alî nebêjin ewê dev ji peymana artêşa hevpar bernedin.

Li gorî plansaziya artêşê, armanca avakirinê artêşa hevpar ew e ku herdu welatan ji xetereyên derve û hûndir biparêze.

Li gorî nivîsandina ajansê wê koma hevpar ji aliyê Serleşkeriya Ermenîstanê ve were birêvebirin lê hemû çalakî wê ligel Serleşkeriya Rûsyayê werin koordînekirin.

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev