
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pîrozbahî li serokê nû yê Amerîka Donald Trump kir û daxwaza “piştevaniya tam” ji wî kir.
BasNûçe – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pîrozbahî li serokê nû yê Amerîka Donald Trump kir û daxwaza “piştevaniya tam” ji wî kir.
Serok Barzanî jî mîna gelek serok û lîderên cîhanê pîrozbahî li serokê nû yê Amerîka Donald Trump kir.
Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de diyar kiriye ku gelê Kurdistanê heyamek dirêj e rastî zilmeke mezin hatiye ji ber wê jî neçar ma bo parastina nasnameya xwe ya netewî û azadiya xwe xebat bike.
Serokê Herêma Kurdistanê behsa şerê DAIŞ’ê jî kiriye û gotiye, em niha jî di şerekî giran û mezin de ne li hember DAIŞ’ê. Me di vî şerî de gelek qurbanî dane.
Barzanî spasiya gel û hikûmeta Amerîkayê jî kiriye ku di şerê DAIŞ’ê de alîkariya gelê Kurdistanê û Pêşmerge kirine û ev daxwaz ji Trump kiriye: Gelê Kurdistanê li benda piştevaniya tam e ji cenabê we bo bidestanîna mafên xwe.
(M.B)