Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Serkevtina biharê û gundê Dirbê

Serkevtina biharê û gundê Dirbê

Welat Agirî

Dem bihar bû. Demsal bihar bû. Li Serhedê mehlûqatan serî hildabûn, şoreşeke wisa hatibû pê ku hezar carî Şoreşa Firansî mezintir bû. Li ser rûyê dinyayê çar artêş hene û dudu ji wan hatibûn hemberî hev. Navbera wan herdu artêşa de şerê man û nemanê dest pê kiribû. Dewleta wê demsalê ya herî mezin zivistan bû. Zivistan dewleteke zordest bû, êdî ew bû kiribû, talan kiribû, wêran kiribû, tu tama jiyanê ji jîndara re nehîştibû. Laşên giya û heywanên piçûçk li ser erdê û di bin berfê de bêxwedî mabûn, qerisîbûn, perçiqîbûn, neçar bûn, bêkes bûn. Bihar derketibû li ser Çiyayê Sîpanê, pêçiyên xwe xistibû devê xwe û fîqê dixist. Li dû fîqê re ew mehlûqatên jîndar ên xwe veşartibûn serê xwe ji holikan, şikeftan, bin axê, bin keviran derxistin û berê xwe dan Çiyayê Sîpanê. Bihara rengîn li ser qota çiyê bû, kaxizek dabû destê xwe û fermana xwe îlan dikir. Bi dengekî toq û xwe bawer dest bi xwendina fermanê kir:
“Gelî hevalno, serê xwe ji wan qulikan, kolikan, holikan û bin keviran derxin, îro roj roja şerefê ye, roja namûsê yê, roja rûmetê ye. Zivistana qetilkar bi zilm û zordestiya xwe ve zar û zêçê we kuşt, mala we xera kir, hûn di gerdûnê de şerpeze û perîşan man. Êdî xwe veneşêrin, derkevin holê, serî rakin. Bêjin gelî giya û heywanno, bidin xatirê Xwedê ji min re bêjin, ma mirin ji bindestiyê çêtir nîne? We dît zivistanê çi we kir, we bi çavên xwe dît. Xûnrêjê bomba sur û serma şand, bi tesîra wê bombeya çileyî her der, hemû cîh û war qerisîn, qeşa girtin. Zivistana xwînxwar hûn qir kirin, xwîna we wek ava Çemê Mûradê diherikî. We bi çavên xwe dît û hûn bûn şahidê herikandina xwînê, bi zimanên xwe bûn şahidê tama mirinê, bi guhên xwe bûn şahidê dengê zor û zilma zivistanê… hûn şahid bûn. Pey re çi bû? Bêjin, bêjin, netirsin pişt re çi bû? Bo windakirina çemê xwînê zorkerê kirasê xwe raxist li ser rûyê erdê û ew xwîna kesk, sor, zer, qehweyî, şîn bi berfê veşart. Gelî hevalno, îro roj roja yekîtiyê ye, divê em yek bin, bi hev re bin. Jiyan mafê hemû mexlûqan e, werin em mafê xwe biparêzin. Êdî zordestiya zivistanê re bêjin bes!

Dema biharê fermana xwe qedand, berfînên Deyşta Milazgirê ji bin kevir û kuçikan derketin û di nava deyştê de wek artêşekê amade, silav dan Fermandar û gotin “em hazir in”. Pey berfîna pîvokên deyşta Îdirê û pey wan marmarok û marên Zozana Sînegê, hirçên Geliyê Zîlanê, çûkên Çiyayê Sîpanê, masiyên Behra Wanê, kurmikên Deyşta Bazîdê û pey wan û hemû candarên bin zilma zivistanê cur bi cur derketin holê. Kêzik, pîrhevok, moz, mêş, kelmêş, xîlok, pitpitok, sosin, rihan, binevş, rovî, jûjî, gur, çeqel û bi hezaran cur bo serhildaneke demsalî xwe amade kirin. Alîkî ve zivistan û çekên wê; berf, baran, ba, bahoz, sur, serma, qeşa, aliyê din ve bihar û artêşên biharê cur bi cur gul û giya, heywan û heywanok, roj, tav, germ… Di cengê de bihar serket, zivistan têk çû. Serê zivistanê xwar bû, bi wê şermê nikaribû çavê tu kesî bimêzîne. Kelmelê xwe da ser hev, buxçê xwe çêkir û ji Serhedê koç kir, koçî welatekî din, welatekî xerîb, welatekî nenas. Bi çûyina zivistanê re bîst û yekê Adarê wek roja azadiyê hat îlankirin. Li Serhedê her deverê serfirazî û kefxweşî hebû. Ji asîmana dewsa baranê evîn dibarî, tavê şahî direşand li ser welat. Silêmanê dunikil distira û masiyên deqsor govenda biratiyê girtibûn, bêhna kulîlkên manolyayê difûriya û li asîmana pêl vedida.

 

Şahiya serkevtina biharê xwe gîhandibû Dirbê jî. Dirbê jî bêhna azadiya biharê dikişand nava cegerên xwe. Qet bandor û tesîra zivistanê nemabû. Dirb gundekî Serhedê bû. Gundekî xweş, gundekî qedîm. Gund li ser deyşteke fireh, di nava dû çiyayên ser bilind û bejn bilind de hatibû avakirin. Alîkî ve Çiyayê Bezban û aliyê din ve jî Çiyayê Moro. Dema meriv derdikeve li ser Bezban an jî Moro bedewiyeke bê hempa tê û xwe çavên temaşevanan dialîne. Êdî ne çav dikare xwe wê bedewiya wek wêneyê Vincent Van Gogh xilas bike, ne jî ruh dikare alastina Şekirê Helebê berde. Aliyê Dirbê ê milê rastê Çiyayê Araratê bi spîkên serê xwe ve bejn û bal nîşan dide. Bêhna mêrxasiyê ji Araratê difûre, wek bêhna Îhsan Nûrî an bêhna Ferzende Beg yan jî bêhna Biroyê Hesikê Têlî. Di bintara çiyê de Deyşta Bazîdê cîhê xwe digire. Bazîd ku Bazîdeke pîroz e, cîh û warê Fîlozofê Kurd, dibistaneke xwezayî, mekteba Xanî ye.

Aliyê Dirbê ê çepê jî Şehrê Agirî û hemberê Dirbê Zozana Sînegê. Bi hatina biharê re Sîneg dêrê xwe yê heft reng li xwe dike, wek bûkekê xwe dixemilîne û benda xwezgîniyê xwe ye. Xwezgînî jî ref bi ref dimeşin; berx, mîh, karik, bizin, kavir, beran, golik, çêlek…

Xuşe xuşa çemê Muradê teqil û ahengeke xwezayî direşîne li ser candar û bêcana. Çem ji Bakûra Gola Wanê dest bi herikandinê dike, deyşt, gelî, mêrg û zeviyên Gîhadîn û Avekevirê bi ramûsanên xwe şil dike û diçe xwe digîhîne Mûnzûrê. Gundê Dirbê bi hatina biharê re nava Bihûşta Baqî de dimîne.

Ev gund gundekî dîrokî ye. Dibe ku hûn bipirsin; filankes ka çawa gund dibe dîrokî. Beriya Şerê Cîhanê yê yekemîn, Dirb gundekî Kurdan û Ermenan bû. Çûyin hatin, rabûn rûniştin, xwarin vexwarin, edet û çanda wan yek bû, kulfetê malekê bûn. Bi tenê cudatiyek navbera wan de hebû û ew jî ol bû. Kurd Bisilman bûn, Ermen jî Xiristiyan. Lê her dem rêz û hurmet didan baweriyên hev. Mixabin bi destpêka Şerê Cîhanê re ew biratî holê rabû, neyartiyê hat konê xwe vekir. Di encamê de kulfetên malê hev cihê bûn, biratî xeyîdî, dijminatiyê dil hildan bin bandora xwe û neyarekî koç kir û çû, ne biratî ma, ne jî mîrovahî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev