Bo çi dibêjin “bavêzdî” û “bavfile”, lê nabêjin “bavkurd” an jî ”esilkurd”?

Bo çi dibêjin “bavêzdî” û “bavfile”, lê nabêjin “bavkurd” an jî ”esilkurd”?

Xwendevanên delal, bo hûn zêde seredana malpera me bikin û malpera me zêde bala we bikişîne, emê hinek caran nivîsên wisa çap bikin, ku we tevî minaqeşeya nivîsan bikin.

Yek ji wan nivîsan eva jêrin e. Em li benda fikirên we ne.

Em bangî xwendevanên xwe dikin dora vê fikirê dest bi minaqeşeyan bikin

 

Têmûrê Xelîl

Min gelek caran bihîstîye û xwendîye, ku hinek kes “bavêzdî”, an “bavfile” bûne. Ango, ew kesana berê bi dînê xwe va êzdî bûne, file (mesihî) bûne, paşê bûne musulman, an jî ew kirine musulman. Ango, ewana niha ne êzdî ne, ne file ne, ewana niha musulman in.

 

Tu gotineke min a xirab ji wan kesan ra tune, ku bi darê zorê, an bi zora şûr bûne musulman. Û ew kesên ku bi reza dilê xwe dest ji dînê xwe kişandine û bûne musulman, tu gotineke min a xêrê ji wan ra jî tune.

 

Lê sebebê vê nivîsa min ne ew kes in. Lê ev e:

 

Anaha min cîyekî xwend, ku hinek kurd bi kêfxweşî û bi serbilindî destnîşan dikin, ku derketîye holê serokê MÎTa tirk (Teşkîlata Îstîxbarata Millî) yê nuha Hakan Fîdan û Serokê MÎTê yê berî wî Emre Taner jî kurd in (ji gelek kesên din ra jî hatîye gotin, wek ji bo İsmet İnönü, Turgut Özal û yên din ku ew jî kurd bûne). Hilbet, her kes dikare ji wan ra bêje ew kurd in, lê ew bi xwe nabêjin. Heta dibêjin em tirk in û yekî jî gotîye: -Ez tirk kurê tirka me. Yekî jî gelek salan hewil da ku tirk xwerzîtîya wî qebûl bikin, lê heta niha jî qebûl nekirine.

 

Gelo kesên wisa, ku em ji wan ra dibêjin “kurd” û ew ji xwe ra dibêjin “tirk”, ne kesên ji bo kurdan herî xirab û herî xeter in?

 

Ew meseleyeke din e, ku bo çi dewlet bawerîya xwe bi kurdan tîne, dike serokên karên herî giring. Bi texmîn min ji bo wê ye, ku tirk rind zanin, ku kurdên xayîn ji xayîntîya xwe ra xayîntîyê nakin.

 

Lê tiştê ez dixwezim fêm bikim ev e: -Bo çi ji wan ra nabêjin “bavkurd” an jî ”esilkurd”? 

Riataza

 

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev