MELA MEHMÛDÊ BAZÎDÎ Û ADAT Û RUSÛMATNAMEYÊ EKRADIYE

MELA MEHMÛDÊ BAZÎDÎ Û ADAT Û RUSÛMATNAMEYÊ EKRADIYE

Pirtûkeke nû ji weşanên Nubiharê

Di vê xebatê de bi giştî li ser Mela Mehmûdê Bazîdî, berhemên wî, hevkariya wî ya ligel Kurdolog August Jaba û bi taybetî jî ‘Adat û Rusûmatnameê Tewayifê Ekradiyeyê hatiye sekinîn û hemû nusxeyên wê ktêbê hatine muqeyesekirin.

Bazîdî ev berhema xwe di navbera salên 1858-1859an de nivîsiye, bi vê berhemê û yên din wekî damezrînerê pexşana Kurdî tê qebûlkirin. Adat û Rusûmatname, hem ji ber mijara xwe ve -ku adet, bawerî, xûy, kevneşopî, xwarin, vexwarin, rabûn û rûniştin bi kurtasî hemû jiyana rojane ya Kurdan di xwe de dihewîne- pir giranbiha ye, di babeta xwe de serekaniyeke tekane ye.

Ev pirtûk li ser jiyana Kurdan ya civakî û etnolojiya wan berhema herî pêşîn e ku bi destê Kurdekî hatiye nivîsîn. Jixwe ji pirtûkên Bazîdî ya musteqil û serbixwe ev xebat e. Ango ev xebata wî, ya herî orijînal e. Lewra nivîskar bêyî xwe bispêre jêdereke nivîskî, der heqê jiyana Kurdan de -bi taybetî yên koçer- bi kurtasî lê têrûtijî agahiyan dide û wan nasandin. Weşanxane: Nûbihar, Cure: Kordolojî, Çap: 2016, Rûpel: 272.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev