Navbenda êzdîyan ya kûltûrî û civakî li Dihokê. Laliş û Şêxan – 1

Navbenda êzdîyan ya kûltûrî û civakî li Dihokê. Laliş û Şêxan – 1

Li komarên Sovyeta berê ne tenê bi kurdî, lê bi zimanên din jî gelek berhem ser kurdan û Kurdistanê derketine. Yek ji wan ya doktor, Yûra Dasinî ya bi sernavê ”Rêwîtîya ji Moskvayê ber bi Kurdistanê” ye, ku Têmûrê Xelîl wergerandîye kurdî.

Em beşeke wê berhemê ya bi sernivîsara ”Navbenda êzdîyan ya kûltûrî û civakî. Laliş. Şêxan” raberî we dikin. Xudanê pirtûkê weke ku çûye nav pêşîyên xwe û behsa warên kal û bavan dike. Texmîn bikin, ku Yûrayê Dasinî ji eşîreta Dasinî ye û navê bajarê Duhokê jî berê ”Dihoka Dasinîyan” bû. Fermo, beşa wê a pêşin bixwînin.   

Yûrayê Dasinî, doktor/lêkolîner

Misilman û êzdî du bawermendîyên dîndarîyê yên sereke ne li Kurdistana Îraqê; li wir herwiha xaçparêz û cihû jî hene. Êzdî yek ji olkên gelê kurd yê balkêş e. Dînê wan, Êzdîtî – yek ji dînên cihanê yê kevinare ye, ku destpêka wê digihîje dem û dewranên arîyan. Bilêvkirina olkan bi zimanên cuda-cuda ji hev cihê ne û di dîrokê û edebîyetê da çend navên êzdîyan hene: yezîd, îzîdî, yezîdî, êzdî – ev hemû di rastîyê da eynî ne. Di çavkanîyên berî îslamê da êzdî têne binavkirinê wek ”Dasinî”, ku wergera wê ji kurdî tê maneya ”Xwedêdayî” an jî ”Kesê Xwedê xuliqandî”, lê ew herêma wan ji demên buhurî tê binavkirin wek ”Dassn”. Zanyar ser wê bawerîyê ne, ku gelê kevinare – dasinî, berî gişkan bûne xwedîyên heywanên malê û cara pêşin wana genim çandîye. Heta sedsala 10an mîrîtîya Dassn hebûye, ku paytextê wê bajarê Dihokê bûye. Balkêş e, ku heta niha jî êzdîyên Kurdistana Îraqê – him mirîd, him jî ruhanî – xwe wek dasinî bi nav dikin, misilman jî wana wisa bi nav dikin, lê bajarê Dihokê ra dibêjin Dihoka Dasinîyan.

Di salên 30î yên sedsala 7an piştî ketina Împêratorîya Mîdîyayê, eşîretên Mîdîyayê yên jihevçûyî ketine ber dagîrkarîya ereban û îslamê. Wek bersîva wan destdirêjayan dest bi berxwedana êzdîyan (Roperestan) ya xurt bû dijî zordestîya dînê îslamê. Ereban opêrasyonên cezakirinê derbaz dikirin bona xelkên Mîdîyayê mecbûr bikin îslamê qebûl bikin. Di sala 840î da piştî çend hewildanên, ku wî gelî bikine bin hukumê xelîfê Ebbasîyan, berxwedan şikest: êzdîyan nikaribû ber xelîfeta ereban ya Ebbasîyan ber xwe bidin, ji ber ku jimara dijmin gelek pirtir bû û leşkerên wan bi hêztir bûn. Ew mîrîtî hate zevtkirin û talankirin, Mîr Cefer Dasinî hate girtin û ew darda kirin. Serekê dasinîyan bi nemamî û bêbextî hatibû kuştin jî, lê wana çav ne da kurdên din û berxwedana xwe berdewam kirin. Êzdî, ku hatibûne dorgirtinê û tirsa wan ne tenê ji ereban, lê herwiha ji birayên xwe yên kurd jî hebû, dîsa jî di şertên zordestîyên misilmanîyê yên piralî, dest ji dînê kurdan yê rasteqîn ne kişandin û mecbûr bûn di bin nîşana dîn da xwe biparêzin û ji wê şûnda ewana zêde bi dînê xwe dihatine naskirin, lê ne bi miletîya xwe.

Gelek zanyaran dîroka vê beşa cihanê pareveyî ser du dem û dewranan kirine – ya berî îslamê û îslamîyê. Tu caran pirsgirêkên êzdîyan bi Împêratorîya Mîdîyayê-Farizistanê ra tunebûne, heta wî çaxî, dema zevtkarên ereb hukum hildane destê xwe. Balkêş e, ku berî ku zevtkarên ereb di sedsala 7an da dewleta Sasanîyan birûxînin, navê qiralê dawî yê Împêratorîya Mîdîyayê Êzdîgerd bû. Di dawîya hukumdarîya Sasanîyan da êzdîtî mecbûr bû bi xwe mafên xwe biparêze, ji ber ku dewleta, ku ew pê ra bi dostanî girêdayî bû, ne ma. Berxwedan rengê ruhanîyê-dînî girt. Di sedsala 12an da navê êtnîkîyê yê ”dasinî” ji holê radibe û navê ”êzîd” cîyê wî digire. Di şertên bi destî zorê îslamkirinê da bona nehêlin gel dînê îslamê qebûl bike û bona dînê xwe yê kurdan yê kevinare biparêze, dest pê kirin xwe wek êzdî bi nav kirin. Dibe di dem û dewranên hatina îslamê da merivên êzdîtî dihebandin, bi taybetî ew biryar qebûl kirin bona xwe ji kurdên din cuda bikin, ku êdî bûbûne misilman. Bi bawerîya min, ev biryar di rûyê fanatîzma dînî ya sedsala 12an da xuliqî, berî gişkî jî bona xweparastinê, lê ne ji dest sebebên din. Hema bi wê armancê jî êzdîyan dest pê kir xwe wek êtnoseke ji kurdan cuda nîşan da, ji ber ku wana kurdên misilman dihesibandin wek kurdên di nav misilmanîyê da helîyayî. Ji wan deman xwebinavkirina ”êzîd” ne tenê navê dîn, lê herwiha bû navê milet jî. Bi saya serê wê yekê êzdî xwe parastin û ne hîştin dînê kurdan yê kevinare wek beşeke kûltûra miletîyê û hemcihanî ji holê rabe. Eger em behsa dîroknivîsarîyê bikin, em dikarin bêjin, ku sedsala 12an guhartinên mezin kire nava dînê êzdîyan. Ji wê demê destpêkirî ew beşa Kurdistanê dibe ya êzdîyan û berxwedana himberî îslamkirina bi destî zorê û serhildanên gel di bin navê êzdîtîyê da têne derbazkirin. Em dikarin bêjin, ku dîroka olka êzdîyan ya nûjen ji wê demê dest pê dibe.

Ji destpêka êrîşa misilmanîyê ya sedsala 7an da, zêde jî di dema şerên dînî yên xaçparêzan bi misilmanan ra (êrîşên xaçgiran) û piştî wê bi xaçparêzên Rohilata Nêzîk û Navîn ra tevayî êzdî jî bi tundî têne zêrandin. Bona dînê êzdîyan ber çavên cihanê reş bikin, bawermendîyên wan şaş têne şirovekirin, wana nîşan didin wek ”peyçûyên şeytan”, êzdîyan bona dînê wan dikujin û her nivîseke wan ya dînî dişewitînin. Pêşî xelîfên Ebbasîyan bi dû êzdîyan ketin, paşê tirkên osmanîyê û di wî karî da birayên wan – kurdên misilman alî wan kirin, ji bo wê yekê, ku ew dînê îslamê qebûl nakin, dû ra hinek caran jî xaçparêz – di rûyê wê yekê da, ku ewana pey dînekî din çûn, ne dînê wan. Êzdîtî herdem, heta salên 90î yên sedsala 20î ber xwe daye, hey himberî êrîşên misilmanan, di nav wan da yên birayên xwe – kurdên misilman jî, yên ku hewil didan wana mecbûr bikin dînê misilmanîyê qebûl bikin. Ji çavkanîyên kurdî-erebî xuya dibe, ku pêşberî misilmanîyê berxwedaneke ciddî hebû. Haya me ji gelek serhildanên êzdîyan heye, lê ew jihevketî û neorganîzekirî bûn. Di ser da jî, piranîya binecîyên herêmê: ereb, fariz, tirk û piranîya kurdan piştgirîya wan dikirin û hêzên wan ne wekehev bûn: kûltûra êzdîyan ya Îrana kevinare ber van derban paşda vekişîya. Êzdî texmîn kirin, ku neyarên wan pir xurt in, êdî berxwedana xwe ne bi çekan, lê bi awahê ruhanî kirin. Êrîşên êzdîyan hey diçûn kêmtir dibûn, eşîretên êzdîyan yên ji hev belabûyî nikaribûn berxwedaneke ciddî bikin. Kesên ji mala hadîyan, ango serekên ruhanî, mecbûr bûn çûne çiyayên bilind, xwe li wir veşartin, paşê fêrî hinek êlêmêntên îslamê bûn û wisa dane xuyakirin, ku dînê wan li ser bingehê ulmê îslamê karê xwe bi rê va dibe, bona dînê xwe biparêzin. Gelek sînorkirin û qedexeyên îslamê bûne sebebê wê yekê, ku ruhanîya êzdîyan zêde derheqa wê yekê da difikirî, ku erf-edet, şîn û şahî, eydên dînî biparêze, ne ku ser ulmê dîn, an jî propagandakirina wî.

Êzdîyan gelek ezîyet dîtin jî, lê ew di nav koma miletên Îrana kevinare da olka tekane man, ku îslam qebûl ne kirin. Di sedsalên 9-10an da, gava dînê Zerdûştîyê ji dest zordestîyê sisttir dibû û dewsa wê îslam digirt, kesên pûtperest mecbûr dibûn birevine Hindistanê, lê ev beşa gelê kurd kûltûra xwe ya Îrana kevinare parast. Bi saya serê wê yekê êrîşên ereban yên di sedsala 7an da meriv dikare bihesibîne wek ne dawîya dîroka Îrana kevinare. Li vê beşa Mêsopotamîyayê heta niha jî îslam wek dînê ereban tê hesibandin. Êzdî, ku piranî li der û dorên çiyayên bilind diman û ji ber wê jî ji gelên din hatibûne birînê, ne tenê dînê xwe yê Îrana kevinare parastin, lê herwiha erf-edet û kûltûra xwe jî. Êzdîtî derkete dijî wê kûltûra Îranê, ku ji rehên xwe diqetîya.

Lê meriv nikare bi bawerî bêje, ku belabûna îslamê, ku tesîreke mezin ne tenê li ser ereban kir, lê herwiha li ser hema bêje hemû gelên Rohilatê jî, tu tesîr li ser êzdîyan ne kir. Ruhanîya êzdîyan nikaribû bi tesîra dînê nû yê pir belabûyî ra hesaban rûnenê, lema jî ewana, ne bi daxwaza wan be jî, mecbûr man ji hinek dereceyên dînê xwe bi dûr kevin. Hela di ser da jî, olka êzdîyan çend êlêmêntên îslamê qebûl kir û wisa dida xuyakirin, ku ew jî di riya îslamê da diçe.

Di nava gelek sedsalan da, heta îro jî, di rûyê helwêsta agrêsîv ya di hindava wan û dînê wan da, êzdîyan xwe ji gelên din dûr digirt, bona xwe biparêzin û nehêlin neferên malên wan di hêla dîn da ji rê derkevin. Di rûyê wê yekê da gelek êzdîyên, ku di nav gelên din da diman, mecbûr dibûn dînê xwe eşkere nekin. Ew cûrê jîyana êzdîyan bû sebebê wê yekê, ku pêwendîyên wan bi cihana dorê ra qut bû. Dîn êdî sergirtî bû, armanca wê ya sereke ew bû, ku ji der va tu kes neyê ser dînê wan bona bikaribin bingehê dînê xwe biparêzin. Olka êzdîyan îro jî wek berê xurt e û bi her awahî dînê xwe diparêze.

Olka êzdîyan ji sê beşan e, ku dudu ji wan yên ruhanî ne (şêx û pîr), yek ji wan, ku piranî ye, mirîd in. Fûnksyon û erkên ruhanîyê û mirîdan ji zuretekê derbazî zureteke din dibe. Zewac-mêrkirina di nava hersê beşan da qedexe ye. Civaka êzdîyan, ruhanî jî di nav da, pareveyî li ser gelek qebîlan û beran dibe.

Ev qanûnên di nava olka êzdîyan da him xwedî kemala ruhanîyê bû, him jî xwedî kemala êtnîkîyê bû. Bi saya serê cûrê jîyana navxweyî ya girtî êzdîyan taybetmendîya kûltûra xwe parastin. Dibe hema bi saya serê wê konsêrvatîzmê û cûrê jîyana girtî bû, ku êzdî karibûn wê sîstêmê bigihînine heta rojên îro. Ew cûrê jîyanê bingehê xweparastinê saz kir, lê bi wê ra tevayî jî rê li ber pêwendîyên bi nûnerên komên din girt. Ev cudatî li ser riya pêşketina êzdîyan bû astengeke mezin. Di van demên dawî da piranîya êzdîyan xwe li bawerîyên pêşketî digirin û zêde guh nadine qanûnên eşîretîyê-qebîltîyê yên berê.

Ev cûrê jîyana êzdîyan fûnksyona dînî ya xweparastinê pêk anî û ne hîşt, ku pêvajoyên asîmîlekirinê bi ser kevin. Strûktûra civaka êzdîyan jî alî kir, ku xwe biparêzin. Em wê jî bêjin, ku serokatîya ruhanî ya êzdîyan xeteke wisa derbaz dikir, ku êzdî civakeke girtî ye û ew jî bi reza Xwedê va girêdayî ye, xudêgiravî qirara Rebê Alemê ye. Gorî qanûnên êzdîyan, her tenê ew kes dikare êzdî be, ku ji dê û bavekî ji dînê xwe va êzdî hatîye dinyayê. Ji bo vê gotinek jî heye: ”Meriv nikare bibe êzdî, gerekê êzdî ji diya xwe bibe”. Lê di van demên dawî da, dibe di rûyê pêvajoyên globalîzebûnê û mihacirîyê da, dest pê kirine qanûnên berê diteribînin. Êzdîyan dest pê kirine kesên ji dînên din qebûlî nava civaka xwe dikin: gelek nimûneyên wisa hene, ku êzdî bi kesên xaçparêz û misilmanan ra zewicîne an jî mêr kirine. Zarokên ji wan dibin jî, wek êzdî têne naskirin. Xên ji wê, van demên dawî pirsa derheqa wê yekê da tê guftûgokirinê, ku kurdên misilman qebûlî nava dînê êzdîyan bikin, ku bi destî zorê bûne misilman û dixwezin vegerine ser dînê xwe yê resen.

Îro li cihanê zêdeyî mîlyonek êzdî dijîn. Ji wana weke 600 hezar li bakur-roava Îraqê dijîn. Li Îraqê êzdî piranî li navçeyên herêmên Mûsilê û Şengalê dijîn. Eger em dîrokê bidine ber çavan, ne ecêb e, ku êzdî xwe li çiya girtine. Olkên êzdîyan li Îranê, Sûrîyê û Tirkîyê jî hene. Di rûyê zordestîyên di navbera sedsalên 15-20an da, êzdî – piranî ji Îraqê û Tirkîyê – mecbûr man birevine Rûsîyayê û Ewropayê. Bi jimara xwe va olka êzdîyan ya dudan li ser axa Rûsîyayê û welatên Hevalbendîya Dewletên Serbixwe yên cuda-cuda dijîn û jimara wan weke 200 hezar e. Olkên êzdîyan li Îngilîs, Bêlgîyayê, Almanîyayê, Fransayê û çend welatên din yên Ewropa Roavayê hene. Qedera êzdîyan giran bûye jî, lê piranîya wan xwe li erf-edet û toreyên xwe digirin û kêm kes hene, ku ji dînê xwe dertên. Dibe ew jî qirara Xwedê ye.

Bawermendîyên êzdîyan di du pirtûkên ruhanî da hatine nivîsar – ”Cilwa” û ”Meshefa reş”. Mixabin, her tenê çend beşên wan pirtûkan hatine parastin. Şertên jîyanê, ku di wan deman da hatibûn sazkirin, ne tenê rê li ber kar û barên edebî yên êzdîyan digirtin, lê herwiha bi tundî qedexe jî dikirin. Ruhanîya êzdîyan hêvîya xwe danîbû her tenê li ser zargotina (folklora) kurdî. Di wan şertên sext da, gava xetereke mezin li ser jîyana êzdîyan hebû, riya tek-tenê, ku têkstên xwe yên dînî û nivîsên din bêne parastin, ew bû, ku bi zar derbazî zarekî din be, wek folklor bimîne. Kesên, ku ew têkst fêr dibûn, femdarî ye, ku hinek beşên wê ji bîr dikirin, hinek caran ew diguhartin, carna jî rengê edebî didane wan. Lema jî her tenê nimûneyên kêm nêzîkî orîgînalê gihîştine me.

Gorî bawerîyên êzdîyan, Xwedê dinya saz kirîye, ew her tiştî zane, ji hemûyan xurttir e, û gişk di bin hukumê wî da nin. Êzdî Yekxwedêtîyê diparêzin, ango bawerîya wan bi Xwedêyekê heye, ku Cihan, ruhber û ne ruhber, Ronahî û Tarî, Qencî û Xirabî sêwirandîye. Dînê êzdîyan yekser dibêje, ku Xwedê avakarê cihanê ye, yek e û navê wî gelek hene, ku hinek ji wan navan jî ev in – ”Êzîd”, ”Şems”, ”Ji hemûyan bi hêztir”, ”Ji hemûyan qenctir”, lê ji wan navan yê herî belavbûyî ”Xwedê” ye. Meriv dikare gelek gotinên ji duayan bîne, ku li wir navê Xwedê ”Êzîd an jî Sultan Êzîd” e, herwiha navên din jî hene. Di pirtûkên ruhanî da perçeyên wisa hene, ku ji bo fêmkirina xwenavkirina ”êzîd” pir kardar in: ”Dema Xwedê êzdî sêwirandin, ewî navekî xwe li wan kir – Êzîd (bi kurdî tê maneya kesê Xwedê dayî)”. Ew xwenavkirina êzdîyan bi bawerîyên wan yên derheqa Xwedê va têne îzbatkirin. Êzdî xwe bi nav dikin wek ”Xwedê dayî, an jî Xwedêda”. Gorî dînê êzdîyan, xên ji Xwedê Melekê Tawis û Şêx Adî jî têne hebandin. Êzdî bawerîya xwe bi jîyana axiretê tînin, bawerî bi buhuştê û dojehê tînin, bawer dikin, ku ruh her dijî, bawer dikin, ku dinya wê xirq bibe û mirî wê rabin, bawer dikin, ku xilazkirek wê bixuliqe, ku navê Şerfedîn lê kirine.

Gorî mîfologîya êzdîyan, Xwedê bi alîkarîya melekan dinya xuliqandîye. Di beşa pêşin ya pirtûka êzdîyan ”Meshefa Reş” da tê gotinê: ”Xwedê ji nûra xwe heft melek sêwirand û erk danî ser her yekî ji wan, ku her yek di rojekê da pêk bîne:

roja yekşemê – Melek Tawis, ku navê wî herwiha Ezazîl e jî, Ro xuliqand;

roja duşemê – Derdaîl Hîv xuliqand;

roja sêşemê – Şems-ed-dîn, ku jê ra Îsraîl jî dibêjin, Erş û Ezman xuliqand;

roja çarşemê – Mîkaîl, Siteyrka Sibê xuliqand;

roja pêncşemê – Sic-ed-dîn, ku jê ra Cebraîl jî dibêjin, Buhuşt sêwirand;

roja înîyê – Nasir-ed-dîn, ku jê ra Şemnaîl jî dibêjin, Dojeh sêwirand;

roja şemîyê – Fexir-ed-dîn, ku jê ra Newraîl jî dibêjin, Meriv, teyrede û terewil sêwirand”.

Ew hemû ne tenê melek in. Ewana ehlê Xwedê ne, ku alî wî dikin cihanê bisêwirîne û îro Xwedê bi alîkarîya wan serokatî li cihanê dike.

Di dînê êzdîyan da Melekê Tawis rola sereke dilîze. Ew roja pêşin ya sêwirandina cihanê hatîye sêwirandin – li yekşemê – û Xwedê wî danî serê hemû melekan û ew melekê Royê û Tarîyê bû. Dînê êzdîyan yekser dibêje: Melekê Tawis serwêrê hemû melekan e. Êzdî piştî her duakirinê ra dibêjin: ”Melekê Tawis – şedetîya min û dînê min”. Gorî dînê êzdîyan Melekê Tawis wek kesê ji Xwedê şandî ye, yê ku di qilixê tawis da hate ser erdê. Gerekê bi taybetî destnîşan bikin, wek ku di dînên din da bi xeletî tê gotinê, di êzdîtîyê da Melekê Tawis (Ezazîl) ne çavkanîya xirabkarîyê ye, ji ber ku dînê êzdîyan ne tenê hêzên xwedêtîyê yên xirabkar înkar dike, lê herwiha di wî da tam behsa wê yekê nayê kirinê. Gorî ulmê dîn, hemû bedbextî û zulmên dinyayê di rûyê merivan bi xwe da dibe. Ew fikira, ku êzdî şeytanperest in, ji bingehê va şaş e û ew yek kesên ji dînên din bi situyê wan va kirine, ji ber ku rastîya wî dînî nizanin, an jî fêm nakin.

Di êzdîtîyê da bawermendîya di hindava Royê da ya here bilind e. Êzdî bi bawerîya xwe ya di hindava Royê da wek ”Roperest” jî têne naskirin. Eyan e, ku bal êzdîyan tawis – ”Melekê Tawis” – bi Royê va girêdayî ye. Perrên wê yên xeleqkirî mînanî tavê ne. Bi saya serê pûrta xwe ya pirrengî û têr û tije tawis weke cihana me ya rengerang e û hesab dibe sîmvola tavê, jîyanê, emirê dirêj û evînê. Ro – siteyrka here geş e li ezmanan û bi hêza xwedê dayî sîmvola daxuliqandinê û jîyana herdemî ye. Gorî bawermendîyên êzdîyan, Ro – Ronahî ye, ku Xwedê ji me ra dişîne. Ronahî herwiha çavkanîya ruhê merivan e jî. Ro – sîmvola jîyanê ye li ser erdê, pêşî hemû miletên cihanê yên arî bawerîya xwe pê anîne. Îro jî, gava êdzî dua dike, berê xwe dide Royê. Êvaran, dema duakirinê, êzdî berê xwe didine rohilatê – cîyê ku Ro jê dertê, lê di cejinên dînî da agir vê dixin (fitîlên, ku bizirê zeytûnan lê war kirine) û ronahîya wê jî sîmvola Royê ye.

Kêm malûmatî gihîştine me, ka bawermendîyên êzdîyan di hindava tawis û royê da çawa bûne. Sîmvola tawis bal gelek gelên cihanê yên kevinare cîkî giring girtîye: li Babîlonê, Misirê. Li Îrana kevinare tawis, ku xwe li herdu alîyên jîyanê girtîye, dihate maneya dûalîzmê û du awahê fikirandina merivan û sîmvola desthilata qiralîyê bûye: navê text û tacê şahên Îranê ”Text û tacê tawis bûye”. Tawis îro jî li cihanê wek nîşana mezinayê, kubarîyê, bilindayê, serdestîya ruhanîyê tê naskirinê, ew herwiha ji bo teyredeyan jî derbaz dibe. Lê êzdî zêde ji tawis hiz dikin. Ew ji bo êzdîyan buhurtî ye, ziyaretî ye. Kevir û mêtalên giranbuha yên bi sîmvola tavê – tawis – herdem jî di nav êzdîyan da wek xemil û xişir bi firehî hatine bikaranîn: mêr bi wana çekên xwe dixemilînin, gelek caran gustîlkên bi wêneyê tawis dikine tilîyên xwe, lê jin gustîl û xişirên ji zêr yên bi wêneyê tawis bi kar tînin, cilên ji hevirmişên tawis li xwe dikin, malên xwe bi wêne û feraq û amanên bi şikilên tawis va dixemilînin.

Kesê sisîyan, ku di dînê êzdîyan da xwedî qedirekî pir bilind e, ew Şêx Adî ye, ku serekê ruhanî û nûjenkarê wî dînî ye. Şêx Adî piştî rêwîtîyên dûr û dirêj û hînbûna bingehên dînên misilmanîyê û xaçparêzîyê di destpêka sedsala 12an da hate Lalişê û serokatîya li ser ruhanîya êzdîyan hilda ser milên xwe, eşîretên êzdîyan yên ji hev belabûyî civande ser hev û dest bi parastina dîn kir. Ew dem û dewrana lêgerîn û hucetên li ser dîn bûn. Şêx Adî û terefdarên wî li Lalişa Nûranî atmosfêra guftûgoyên azad saz kirin û bi wê yekê va balkêşîya li ser pirsên dînê êzdîyan yên felsefî dane xurtkirinê. Eyan e, ku di dema Şêx Adî da ulmê dîn û erd-edetên bi wî va girêdayî hinekî hatine guhartin û ew gorî şertên dîrokê yên nû kirin. Ji bo nimûne, Şêx Adî çend êlêmêntên îslamîyê kirine nava kûltûra Îrana kevinare da, lê ew pir hindik bûn û bingehê dîn naguhêrin û her tenê hinek serdazêdekirinên li ser bawerîyên dîn in. Keda giring ya Şêx Adî herwiha di wê yekê da ne jî, ku ewî ziyareta Lalişê ya kevinare li êzdîyan vegerand, ku ji alîyê kesên ji dînên din hatibû zevtkirin û ew ziyaret heta îro jî ziyareta êzdîyan ya tek-tenê ye li cihanê. Mezelê Şêx Adî jî li vir e. Dema êzdî seredana Lalişê dikin, ewana herwiha diçine ser mezelê Şêx Adî jî.

Dînê êzdîyan di zû da bala zanyaran kişandîye ser xwe, xwesma ji bo taybetmendî û kevinarîya xwe, û di zû da bûye meseleya guftûgoyan û hate niha jî lêkolîner ne hatine ser bawerîyeke yekgirtî û fikirên wan ji hev pir cuda ne. Êzdîtî û ulmê wê yê dîn heta niha jî ji bo gelek lêkolîneran tê hesibandinê wek sura cihanê. Heta niha jî kes nizane ka ew dîn kengê xuliqîye û di êtîmologîyê da jî rastîya wê nehatîye dîyarkirin. Çend lêkolîner ser wê bawerîyê ne, ku êzdîtî berî hezarsalîya 2an ya berî Zayîna Îsa xuliqîye, hinekên din dibêjin, ku êzdî peyhatîyên dînê Zerdûştîyê ne. Di dîrokê da çend hewildan hene bona êzdîyan bi navê çend hukumdarên misilman va girêdin, ku navê wan Yezîd bûye, lê ew bawerî tam şaş e, ji ber ku navê ”Êzîd” bi ”Yezîd”a ereban-misilmanan va girêdayî nîne û berî sedsala 12an xuliqîye, ya ku gorî çavkanîyên misilmanan ew dema xuliqîna ”êzdîtîyê” bûye. Anegorî ulmê dînê êzdîyan, rehên wê digihîje dewm û dewranên berî Zerdûştîyê û dîroka wî bi hezaran salan e. Di nivatinên êzdîyan yên derheqa Xwedê da xetên wisa hene, ku derheqa dînê demên gelek buhurî da nin – di dema meriv li ser erdê xuliqîn.

Gorî çavkanîyên kevinare, navê Êzîd-Îzîda ji dîrokê ra baş nas e, xwesma li Babîlonê û Misirê, li Îrana kevinare, lê çi eleqê wê bi êzdîyên niha ra heye, ne bêlî ye. Herwiha ew yek jî ne bêlî ye, ka cîyê êzdîyan di Împêratorîya Mîdîyayê da ser çi dereceyê bû. Dibêjin, ku ew sehrbaz bûne (yek ji şeş eşîretên Mîdîyayê, ku rola ”benîadman pêk anîye”). Têogonî-lêgêndên bi Xwedê ra girêdayî, ku wana digot, sitiranên kevinare bûn (ew mîrata di dewrana Îrana kevinare da bû), ku mîdîyayî û fariz zêde jê fêm ne dikirin, lê dihebandin, berî gişkî jî ji bo kevinarîya wan. Ew pirs ne zelal dimîne, ka çi pêwendî di navbera awazên Zerdûştîyê û nivatin-sitiranên êzdîyan da heye, eger em bidine ber çavan, ku herdu jî di ber dilê êzdîyan da ezîz bûn. Bi bawerîya min, meriv dikare vê pirsê bi vî awahî şirove bike: piranîya êzdîyan tu ferqên mezin di navbera ulmê dînê Zerdûştîyê û heytehol û nivatinên êzdîyan da nabîne. Ji ber ku erf-edetên dîndarîyê yên êzdîyên kevinare bi rehên xwe va digihîjine yên mîdîyan, lema jî em dikarin bi bawerî bêjin, ku êzdî bûne zerdûştî, lê Zerdûşt bû bingehdar û pêxemberê nû, ku ji bo hemû dînên îranîyan bûn.

Pêvajoya hevhûnandina bawermendîyan û erf-edetan bi ulmê derheqa şerê di navbera hêzên Qenc û Xirab da pir dirêj bû û ew gerekê bibûya. Ûymîşîhevkirina dînê êzdîyan, ku dikare bi hesibandin wek peyhatîya bawermendîyên arîyan yên kevinare, bi Zerdûştîyê ra gerekê xwedî sebebên bingehîn bûya. Mesele ne di wê yekê da ne, ku bawermendîya arîyan ya kevinare bi zerdûştîyê ra bi rêyên rezadil an jî bi destî zorê bû yek. Êzdîyan dikaribû zerdûştî qebûl bikirana, wek ku paşê ulmê dînên din qebûl kirin. Çima û bi çi awahî peyçûyên êzdîtîyê Mîtra, Zerdûşt, lê paşê jî Mihemmed û Îsa pêxember û xwedêdayên din di nav pantêona dînê xwe da qebûl kirin? Ev pirs li ser riya gelek lêkolîneran dibe asteng û tu kes nikare serederî jê bike.

Bi rastî jî, dînê êzdîyan yê niha rengê sînkrêtîyê lê dikeve. Di rastîyê da, tu dînek ji ber xwe va naxuliqe, ew hemû jî sînkrêtî ne. Di êzdîtîyê da êlêmêntên dînên zerdûştîyê, xaçparêzîyê û misilmanîyê, herwiha totêmîzmê jî hene, ku pir teyrê tawis dihebîne û ber hêzên tebîyetê – royê, hîvê, êgir pante dide. Xên ji wê, êzdî bawerîya xwe bi Yekxwedêtîyê tînin û Royê dihebînin jî, lê qedirê horî û melekên xaçparêzîyê û îslamê jî digirin. Lê zanyarîyê îzbat ne kirîye, gelo êzdîtîyê ew êlêmênt ji wan hildaye, an wana ji êzdîyan. Ji bo nimûne, akadêmîkê pir bi nav û deng N. Ya. Marr di gotara xwe ya bi sernavê ”Derheqa kemala kûltûrî ya gelê kurd di dîroka Asîya pêş da” nivîsîye: ”Pir balkêş e, ku pêşketina taybet ya çend îdêayên dînî, ku ji êzdîtîyê ketine nava dînên xaçparêzîyê û misilmanîyê, mîrata gelê kurd e. Hema bi wî awahî jî zimanê kurdî heta niha jî tesîreke mezin li ser gelên cînar dike”. Hewaskar e, ku gelek lêkolîner di wê yekê da hemfikir in, ku êzdîtî dînê kurdan yê berî îslamê ye.

Di nivîsên zanyarî yên cihanê da derheqa dînê êzdîyan da hindik hatîye nivîsar, di nivîsên heyî da gelek fikirên dijî hev, şaşî û xeletî hene. Çavkanîyên berî îslamê nehatine parastin. Di edebîyeta misilmanîyê ya kevin da jî malûmatîyên derheqa êzdîyan da ne pir in. Xaçparêzan dest pê kirin ji destpêka sedsala 18an bal kişandine ser êzdîyan. Bi tevayî, malûmatîyên çavkanîyan zeîf in û ji hev cuda têne şirovekirin. Efrandarîya bi zar ya dînî hela nehatîye lêkolan. Piranîya lêkolîneran hêvîya xwe didine ser hîpotêzan (xewnerojkan). Van malûmatîyên dijî hev çawa bi kar bînin? Pirsgirêk hema di vê yekê da ne. Dimîne, ku em li xwe mukur bên, ku em hemû heta niha jî rast nizanin, êzdîtî kengê û li kîderê xuliqîye û herwiha gelek tiştên bi ulmê wê va girêdayî jî nizanin. Lazim e hemû malûmatîyên derheqa êzdîyan da yên di dema Şêx Adî da, çiqas ji dest me tê, yên berî wî jî berev bikin, ji sedî sed bizanibin ka Ziyareta Lalişê kengê hatîye avakirin û li dor wê lêkolînên arkêologîyê bikin. Wê demê wê gelek tişt azirû be.

Tiştek ji sedî sed bêlî ye: êzîdîzm ne sêkta ruhanî ye, wek ku gelek bi şaşî ser bawerîyeke wisan in, lê ew yek ji dînekî hemcihanê yê kevinare ye, yek ji dînên cihanê ye, ku di nav dîroka merivayê da cara pêşin li cihanê Xwedê wek Avakar nas kir û ew dînekî serbixwe ye bi strûktûra xwe ya ruhanîyê, dogma, erf-edetên bi sedan salan û beşeke hevpiçikî ya kûltûra hemcihanê ye.

Bi vexwendina serekê Navbenda êzdîyan ya kûltûrî û sosîalî ya bi navê ”Laliş” ŞêxŞemo 31ê çirîya pêşin sala 2009an ez û Vadîm Makarênko bi rêberîya hevalê me Feysal Xelef di wextê kivşkirî da, seheta 17an em hatine ofîsa navbendê, ku li ser kûçeyeke bajarê Dihokê yê merkezî ye.

Navbenda êzdîyan li Dihokê – dayîreyeke êzdîyan ya kûltûrîyê û ruhanîyê ye li Kurdistanê, ew organa şêwirmendîyê û warê sereke ye di hêla rêvebirina karên êzdîyan ya li rex metranîyê – Mîr Tehsîn beg, desthilata ruhanî û ya sivîl ya êzdîyan di dest wî da ne. Organa rêvebirîyê ya here sereke Civata kesên ruhanî û sivîl e. Serokatî li wê rêxistinê sedir dike, ku ji alîyê civata tevayî da tê hilbijartin. Navbend karên civaka êzdîyan û pirsên bi dînê êzdîyan va girêdayî bi rê va dibe (şirovekirina dogmayên ruhanîyê, çareserkirina pirsên dîndarîyê yên giring, parastina erf û edetan, pirsên zelalkirina problêmên ruhanîyê û ronahîdarîyê, şerê di hindava neyar û xêrnexwazan da). Pêwendîyên navbendê bi hemû dîyasporên êzdîyan yên cihanê ra hene û guhdarîya giring dide ser wê yekê, ku erf-edetên êzdîyan yên kevinare bêne parastin.

(dûmayîk heye) 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev