Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Evdilmecîd Beg û Hêsîrên Êzdîxanê-2

Evdilmecîd Beg û Hêsîrên Êzdîxanê-2

Welat Agirî

Xwendevanên hêja, di gotara yekemîn a vê rêzê de me behsa du seferan kiribû ku bi wan seferan Kurdên Êzdî ji ber zor û zilma Romê revîbûn, cîh û warên xwe hîştibûn û berê xwe dabûn Ûristanê. Sefera yekemîn di destpêka sedsala 19mîn û ya duduyan jî di sedsala 20emîn de di rûpelên dîrokê de cîhên xwe digirtin.

Di sala 1915an de koça Ermenan dest pê kiribû. Bi dû tehcîra Ermenan, dor hatibû Kurdên Êzdî. Di wan rojên qîr û qetran de, ji zor û zilma Romê zêdetir, xayîntî û bêbextiya hin Kurdan, xwîşk û birayên xwe êşandin, birîndar kirin.

Lêbelê divê em bêjin ku çawa di aşîkeke (qutî) bacanê sor de çend heb bacanên kurmî û xerabûyî derdikevin, her weha di civatekê de jî yên dil û mêjî kurmî û xerabe hebûn, hene û wê hebin jî. Û mêjîsist û xayînên wê rojê jî zor û zilmeke mezin li birayên xwe kirin, bûbûn leşker, alîgir û piştevanên Romê.

Herçiqas yên wek Navheram Teyo Beg derketibin jî, di heman wextî de mêr û mêrxasên wek Evdilmecîd Beg jî li ser sehna dîrokê cîhê xwe digirtin. Û wan mêrxasan, sekinandina hemberî zilmê ji xwe re wek erk û wezîfe didîtin. Erê xûşk û birayên Evdilmecîd Beg ketibûn destê dijmin û xilaskirina wan ji Evdilmecîd Beg re vatiniyeke girîng bû. Dengbêjên Kurda jî ev camêrî, maqûlî, wêrekî, mêr û mêrxasiyê bi rêya kilama gîhandin gund, navçe û bajarên Kurda.

Di gotara yekemîn de me behsa zilma Navheram, derbasbûna Çemê Erez, kuştina jin û zarên Êzdî kiribû. Û helbet ew kirinên Navheram bêceza nemabûn. Evdilmecîd Beg Navheram digire û beriya heyf hilanînê weha dibêjê:

”Tu ji xwîna ermeniyan têr nebûyî, te xwîna êzîdîyên birayên me jî

vexwar, de vê kela gulên xwe vexwe, ji bo ku belkî tu têr bibî”.

Pey re fîşengên Navheram dihelîne û hesinê helandî berdide gewriya wî û tola birayên xwe bi vî awayî hildide.

De ka binêrin Evdilmecîd Beg kî ye?

Evdilmecîd Beg di sala 1855an de li Zêtka tê dinê. Evdilmecîd Beg kurê Hesen Beg e. Bav û kalên wî jî bi mêr û mêrxasiya xwe tên naskirin.

Evdilmecîd Beg ji Eşîreta Sipkîya ne. Ev eşîret heya sedsala 15mîn eşîreteke Êzdî bûye û bi destpêka vê sedsalê re derbasî Îslamiyetê dibin.

Di dawiya sedsala 19mîn de rewşa dewleta Osmanî ne baş bû. Ji aliyê bakur ve êrîşên Ûris kêm nedibûn. Dewletê careserîya sekinandina êrîşan di avakirina Alayên Hemîdîyê de dîtibû. Li Kurdistanê êl û eşîran alayên xwe ava dikirin û dewletê alîkariyeke mezin dida wan.

Teklîf ji Evdilmecîd Beg re jî diçe. Evdilmecîd Beg jî ji êlên Sipkî, Mankî, Xalhesinî, Memanî û Retkî alayekê ava dike.

Di destpêka Şerê yekemîn ê Dinyayê de Evdilmecîd Beg bi Ermenan re nakeve şer. Ûris hemû Serhedê dixe bin kontrola xwe û miletê herêmê berê xwe didin aliyê Amed û Rihayê. Evdilmecîd Beg û malbata wî jî midetekî li Amed û Siweregê dimînin.

Di sala 1917an de bi Şoreşa Bolşevîkan re Ûris hêzên xwe ên Serhedê paşva dikişîne. Bi derketina leşkerên Ûris re Evdilmecîd Beg vedigere Agirîyê. Û wê salê Agirîyê ji destê Ûris xilas dike.

Di wî şerî de jî mêrxasiya Evdilmecîd Beg dikeve devê dengbêja û bi kilama tê xwe dighîne vê rojê. Ew şer li herêma navbera Dutax û Zêtka de derbas dibe. Erê, Evdilmecîd Beg alaya xwe saz kiriye, lêbelê aliyê teknolojî, alet û edawatên şer de Kurd xwe naghînin hêzên Ûris. Hêzên dijmin bi topekî zirar û ziyaneke mezin didin Alaya Evdilmecîd Beg. Tek çarek heye ku ew jî divê top ji destê wan were derxistin. Evdilmecîd Beg jî hespê xwe çar gavî diajo ser Ûris topê ji destê wan derdixe. De em binhêrin ka dengbêj di kilamê de wêrekî û mêrxasiyê çawa tîne zimên.

Ez ê bi dîyarê Dutaxa şewitî diketim vê subengê berî li bêye…(bayê)
Hucûm hucûm a bavê Xalis, kekê Mexsê ye.
Şade şûdê bavê Xalis gelekin li dewrana rû dunêye,
Bi zora şûr ajotîye ser topêye.
Topa Ûris standiye ji destê alayîyê hey waê, waê, waê… hey waê…
Lê dayê, lê dayê.. hey wayê… lê dayê, lê dayê, lê dayê, lê dayê… nemînin li dunyayê… wayê

Ez ê bi dîyarê Dutax a şewitî diketim vê subengê ji dilê min û te ra bi dar û bîye…
Esker ê bavê Xalis kekê Mexsê dikişiyan mînanî sîye..
Şade şûdê bavê Xalis kekê Mexsê li dunyaê pir gelekin.
Bi zora şûr ajotîye ser topa Ûris ji destê alayê standîye.
Ji bo Xwedê şadebin, eger bimire şehîde, bimîne gazîye, hey wayê, wayê, wayê… hey wayê…

Lê dayê, lê dayê.. hey wayê… lê dayê, lê dayê, lê dayê, lê dayê… nemînin li dunyayê… wayê

 

Erê Evdilmecîd Beg bo parastina axa xwe dijberî Ûris ketibû şer û di wî şerî de herdem beriya şervana, wî bi xwe hespê xwe ajotibû ser mirinê. Lê bi xilasbûna Şerê Dinê ê Yekemîn re pêwîstiya Dewleta Tirk ji Alayên Hemîdiyê nemabû. Ji xeynî Alayên Hemîdiyê ji bo dewletê tehlûka herî mezin Evdilmecîd Beg bû. Nedixwestin ku lehengekî hewqas xwedî tesîreke mezin di herêmê de bimîne. Ji wan sedeman di sala 1926an de qanûna sirgûnê derket. Ne tenê Evdilmecîd Beg, çiqas mezin û rêberên Kurd hebin, ji welat hatin derxistin û berê wan dan bajarên Tirka.

Ev sirgûna sala 1926an tehcîra dewletê a duyemîn bû. Bi ya yekemîn Ermen hatibûn derxistin û bi ya duyemîn re dor hatibû Kurda. Lê du ferq navbera van herdu tehcîra de hebûn ku; yek di tehcîra duyemîn de dewsa bikaranîna çekan tirs û xof ketibû dewrê. Ji wan malbatan re digotin ku heke hûn dernekevin Ûrisê we qir bike.

Ferqa duyemîn jî, vê carê dewsa mişextkirina herkesî serok û rêberên Kurd hatibûn sirgûn kirin.

Evdilmecîd Beg û malbata wî jî ji welêt hatin derxistin. Di wê rêwitiyê de kurê Evdilmecîd Beg, Xalis Beg, direve û xwe dighîne Şervanên Serhildana Agiriyê û dibe fermandarekî bi nav û deng.

Dewlet malbatê dişîne Stenbolê û dûv re derbasî Qeyseriyê dibin. Midetekî li Qeyseriyê dimînin. Di sala 1928an de navbera Îhsan Nûrî Paşa û Dewleta Tirk de peymanek tê çêkirin û bi wê peymanê mezinên Kurda vedigerin herêmê û Evdilmecîd Beg jî vedigere welat.

Qedrî Cemîl Paşa behsa hevdîtineke xwe û Evdilmecîd Beg dike. Di wê hevditînê de Evdilmecîd Beg poşmaniya xwe tîne ziman û Qedrî Cemîl Paşa re weha dibêje: Axx ax, Xwedê bela xwe bide min. Di destpêka şer de, Ûris merivên xwe ji min re şandin. Û gotin hema tu piştgiriyê bide me, çi bixwazî em ê bidin; mal, paye, rutbe. Min nizanibû, min go qey Hukumata Îttahat û Terakkî hukumateke Îslamî ye. Min go ka ez ê çawa ji xelîfe re îxanetê bikim û min teklîfê wan red kir. Pişt re me bêbextiyên vê hukumata nemerd dît, lêbelê tiştek ji dest nedihat, em dereng mabûn.

Evdilmecîd Beg di sala 1930î de bo tedawiyê derbasî Bazîdê dibe û li wir diçe ber rehma Xwedê.

Riatazariataza2

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Moskove Camal

    Me ji mezina bihistibu ku Evdilmejitra digot bavezdi, nha ela sipka bi pirani êuye ser dine mhemediye, le pareke ezdiye sovieta bere sipkine. Eva ji careke dine nişana yekbuna milete kurde. Peşiye me digotin ku ela sipka ku li Qerse jiwar bibun, ji Eyntabe koç kiribun, gelo meriv dikare ver pirse zelal bike. Birae delal Welat Agri silav dikim, zor spas, xwede sihete bide te.

Şirovekirin hatine girtin.