Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Karl Popper heke sax bûya?

Karl Popper heke sax bûya?

Alî Gudilî

Di civakên vekirî (open society) de dewlet xweşbîn e, hemhestyar e û ji burakrasiyê dûr e, sîstemên siyasî jî, şefaf û xwediyê helwesteke nerm in. Devlet tu sirî ji gelê xwe venaşêre û meriv dikare bibêje ku ev modela civakî, bi temamî dijberê otorîteriyê ye. Şexs, xwe dispêrin zanînên xwe.

 

Serbestiya siyasî û mafên mirovan, şertên vê modelê yên jêneger in.

 

Karl Popper (1902-1994) di berhema xwe ya ”Civaka Vekirî û Dijminên Wê”, (Open Society and its Enemies, 1945) de eşkere kiriye ku civaka vekirî, beravajiya civakên girtî (dadayî, hişkebawer) ne û di civaka vekirî de, cuntayên leşkerî û şoreşên ku civakê serobino dikin tune nin û pêk nayên. Dewletên civaka vekirî jî ew dewlet in, ku tu carî rê nadin dîktatoriyên zordest.

 

Dîsa civaka vekirî di heman demê de divê civakek pluralîst (piralîparêz) û kozmopolît be jî, da ku bikaribe bi awireke giştî pirsgirêkan çareser bike.

 

Dema meriv wesfên civaka vekirî (şefaf) û rewşa Tirkiyeyê dide ber hev, meriv dibîne ku gelekî li dijî hev in. Tirkiyeya ku xwedêgiravî civakek demokratîk e, ev e sedê sal in ku bûye warê derbe û hewlên derbeyên leşkerî. Ne şexs e, ne kom e, ne maf e, ne hiqûqa navneteweyî ye û ne jî mafên mirovî ye.

 

Dema min penaseya têgeha ”Civaka Vekirî, Open Society” amade dikir, rewşa Tirkiyeyê ya niha hate ber çavê min. Û min ji xwe xwe re wiha go: ”Heke Popper niha li heyatê bûya, dê ji bo rewşa Tirkiyeyê çi bigota gelo?”

 

Ez dibêjim dê ji civaka tirk re bigota ”Civaka Double Girtî”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev