Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Gotinên pêşîyan ji pirtûka Xelîlê Çaçan

Gotinên pêşîyan ji pirtûka Xelîlê Çaçan

Em çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji wê rêzenivîsê ya 65an e. Ev meseleyên gel yên li jêrê me ji pirtûka nivîskar Xelîlê Çaçan ya bi sernavê “Gotinên pêşîyan” hildane, ku van dawîyan ji alîyê weşanxaneya “Lîs”ê da li Diyarbekirê bi 4 pirtûkên wî yên din ra çap bûye.

Serdestîya vê berhemê ew e, ku gotinên pêşîyan kategorîzekirî çap bûne û piranîya wan hûnê cara pêşin di malpera me da bixwînin. Berdewama wê piştî heftêyekê emê çap bikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berheman ji kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî, ku ji vê rêzenivîsê di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji zargotina me – 65

 

HEVAL Û CÎNAR

¤Bêje hevalê te kê ye,

Bêjim tu kê yî.

 

¤Çev ji çevan şerm dike.

 

¤Çiya rastî çiya nayê,

Lê meriv rastî merîyan tê.

 

¤Çiyayê bilind ji cînarê xirab çêtire.

 

¤Diranê te dêşe-bikşîne,

Cînarê te xirab e-bar ke,

Jina te xirab e-berde.

 

¤Em ne malekê ne,

Lê halekî ne.

 

¤Kes halê bavê min napirse,

Gişk halê diya min dipirsin.

 

¤Sibê çavên birê xwe nabînî,

Çavên cînarê xwe dibînî.

 

¤Te qencî kirîye,

Heta kutasîyê bike.

 

¤Wî hevalî ra bi rê keve,

Ku ser te ra ne.

 

¤Xeber li lêv e,

Ez zanim çi li dêv e.

 

¤Xebera xweş

Bahara dilan e.

 

¤Şîna tev hevalan-şayî ye.

 

ZANE Û NEZAN

¤Aqil ne mezinayê,

Ne jî biçûkayê ye.

 

¤Aqil tacê zêrîn e,

Serê hemû kesî da nîne.

 

¤Aqil ji aqilan zêde ye.

 

¤Ez dibêm-hirç va ye,

Ew dibê-rêç va ye.

 

¤Kincê kete ber pîneyan,

Serê kete ber şîretan, yek e.

 

¤Yê dîzê çê dike,

Çemil jî pê va dike.

 

¤Gotin: -Tu çima xizan î?

Go: -Ezî nezan im.

 

¤Her gulek

Bînek jê tê.

 

¤Çi tê serê merîyan,

Dest hişê merivan e.

 

¤Kê ji dinê xwar?

Yê ber ehmeqa daxwar.

 

¤Kê ji dinê dot?

Yê kirî û firot,

Lê dîsa jî ne gihîşte xeta cot.

 

¤Gilîyê rast meriv ji keran ra dibêje.

 

¤Heywan ew e,

Gîhê dide ber xelqê.

 

¤Her kes bi aqilê xwe ye,

Lema dinya ava ye.

 

¤Ker zef zane

Zefran çiye?

 

¤Xwedê meriva şaş neke,

Şaş kir, bira feş neke,

Feş kir, bira erdê ra kaş neke,

Kaş kir, bira berkaş neke.

 

¤Here cîkî nenas,

Payê xwe bide xas bi xas.

 

¤Kerên guhsist

Tirên şidiyayî dikin.

 

¤Keçel, ku çare bikira,

Wê bi serê xwe bikira.

 

¤Serê keçel

Di bin kum da xweş e.

 

¤Karwana hore-hor e,

Aşiqa tirê dinê temam kor e.

 

¤Lingê êşeka,

Naçe ser doşeka.

 

¤Zana ra-yek,

Nezanan ra-hezar û yek.

 

¤Çi zanî, bêje hindik e.

 

¤Cêr ku diçe avê,

Hertim sax nayê.

 

¤Heta ew bighîje wê,

Poçka kerê jî wê bighîje erdê.

 

¤Avê ez birim-birim,

Ava gemarê jî ez birim.

 

¤Çêlekeke rêxazî

Navê garanekê xirab dike.

 

¤Xwe giran bigre, sivik nebe,

Destê xelqê şivik nebe.

 

¤Hurmeta mêriv

Di dest mêriv da ne.

 

¤Dîn çû dewatê, go:

-Vira ji mala me çêtir e.

 

¤Dînsizan ra îmansiz lazim in.

 

¤Ew jî bi dînanîyê

Şuxulê xwe bi rê va dibe.

 

¤Sê axmax hatine dinê:

Yê ki mîya xwe dide bizinê,

Yê ki hevraza dikişîne qelinê,

Yê ki koça xwe dibe rex mala bavê jinê.

 

¤Serê kete ber şîretan,

Bira bikeve ber celaten,

Bira nekeve ber minetan.

 

¤Ji xelqê ra dîn e,

ji xwe ra aqil e.

 

¤Merîyê dîn yan li şaya,

Yan jî li şîna têne kivşê.

 

¤Dîn darê xwe ber dînan venaşêre.

 

¤Yekî usan e, ku mûriyan bi derpê dike.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev