Hebandina ruh (Ruhparêzî) – 2

Hebandina ruh (Ruhparêzî) – 2

Me di 64 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê beşa duduyan a berhema êtnografê kurdî pêşin Emînê Evdal a bi sernivîsa Hebandina ruh (Ruhparêzî)” raberî we bikin, ku me ji pirtûka wî a zanyarî ”Bawermendîyên kurdên êzdî” ji ermenî wergerandîye kurdî.

Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin ku ev pirtûka delal hetanî niha jî çap ne bûye, lê bona çapê amade ye. Em hêvîdar in, ku wê welatparêz û pêşewitîyên dînê me yê resen peyda bibin, ku bikaribin sponsorîya ronahîdîtina vê pirtûka kurdî ya zanyarî bikin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji ermenî: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 65 

Derheqa jîyana piştî mirinê da ew bawerîyên êzdîyên navçeyên Aparanê û Talînê (komara Ermenîstanê) gelekî balkêş in, ku bi edetê çelkirina por û neynûkan va girêdayîne. Jinên pîr porên xwe kur dikirin û neynûkên xwe jê dikirin, di nav axê da çel dikirin, an jî davîtine nava mezelan, an jî dikirine nava kaxezan û di kol û çalên dîwaran da vedişartin, bona piştî mirinê ruh di rojên oxirmên giran da rastî dijwarîyan neyên.

Ji van edetan zelal xuya dibe, ku gorî êzdîyan li wê dinyayê jî dad û dadgeh hene.

Li Dêrsimê „Gelek caran kurd bi rojan didine ser rê bona ji nexweşekî bizanibin ka cîyê wan li dinya piştî mirinê da li ku ye“30.

Bal hinek ermenîyên Ermenîstana rojava jî bawerîyên wisa hene, ku „ruh ji mezel dertê, dikeve qilxê bizinan an jî segan, di nav me da digere, dibêjin, ku ruh dibe av jî û kesek nikare jê derbaz be“31.

Aşûrîyên gundê Arznîyê navçeya Kotaykê komara Ermenîstanê jî ser vê bawerîyê bûn32.

Êzdî dema meyt teslîmî xwelîyê dikin, gerekê hemû gotinên merivên ruhanîyê pêk bînin. Piştî çelkirinê, dema ji mezelan vedigerin, nanê tevirkolan (kesên ku mezel kolane) belav dikin, boy ruhê kesê mirî gotinên xweşbextîyê dibêjin, ser kesê rehmetlêbûyî qewilan dixûnin. Jinên hezinî ser rûyên xwe xûn dikin û porên xwe dibirin, mêr li serê xwe dixin, piştî çelkirinê ser mezel sê rojan agir dadidin û h.w.d.

Bi bawerîya êzdîyan ev yek bona xweşbextîya kesên mirî tê kirinê.

Gorî êzdîyan eger qewim û pismamên kesê mirî van edetên dînî pêk neynin, ruhê kesê mirî wê ji heqê wan bê der, ewê ji alîyê wî da herdem bêne zêrandinê, lê ruh wê ji mezel derketa û li her deran bigerîya.

Ew fikira, ku ruh ji mezel dertê û li her deran digere, an jî ew ruh bengzê heywanan wardigire, ne tenê di nav kurdan da heye, lê di nav bawermendîyên gelek miletan da jî heye.

Heyfhildana xûnê, ango ku heyfa xûnê bi xûnê tê hildanê, ku bi sedsalan di nav kurdan da heye, dide xuyakirin, ku xûna kesê mirî, an jî ruhê wî bi qewateke batinî dikare zirarê bide kesê ku bi destî wî hatîye kuştin. Kesê ku kuştîye bona ji wê yekê xilaz bibe, gerekê haj ji qewat û hêza kesê kuştî hebe, gunehê xwe qebûl bike û bi wê yekê va dawî li zêrandina ruhê kesê kuştî bîne.

Ser bingehê van bawerîyan, ne tenê heyfhildana xûnê, lê herwiha gelek edetên dînî di nav gel da kûr rûniştîye, cîyê xwe mehkem girtîye û di nav merîyan da tiştê herî bi qîmet û sereke ruh bûye û tu kesî jî ev yek înkar nekirîye. Gorî van bawerîyan, ne tenê bal kurdan, lê bal gelek miletên cihanê yên mayîn, li wê dinyayê ruhê kesê kuştî wê tu cara rehet nesekine, heta heyfa wî bi xûnê neyê şûştinê, an jî kesê ku ew bêbextî kirîye, gunehê xwe nede situyê xwe û baxşandinê nexweze.

Êzdîyên navçeya Aparanê dema xûndayînê kesê ku yê mirî kuştîye, dibirin bal mezelê kesê kuştî, ew sê an heft caran dor mezel fitil didan û bawer dikirin, ku gunehên mirî derbazî kesê ku mirî kuştîye dibin. Bi wê yekê va dihate hesibandinê, ku heyf hate hildanê.

Derheqa van bawermendîyan da gelek nivîsên êtnografî û berhemên zargotinê hene.

Di hikyata „Mîrze Mehmûd“ da, ku tê da hêza mar ya batinî heye, em dibînin, ku hêza wî ya ruhê wî ye, ya ku gorî kurdan nemirî ye û li wê dinyayê cîyê wî li cîkî bilind e.

Derheqa jîyana piştî mirinê da di nav edetên çelkirina mirîyan da jî tê texmînkirinê. Piştî ku mirî çel dikin, sê rojan ser mezelê wî kuçik dadidan. Kama ku mirî ser şûştibûn, weldigerandin, derdaneke ji sifir datanîn ser û sê rojan pey hev agir dadidan. Carna av direşandine ser kam. Wê rojê bona feqîr û kesîban nan û xurek bela dikirin. Bi bawerîya êzdîyan ev erefat bona wê yekê dikirin, ku li wê dinyayê kesê mirî kêmasîya nan, avê û ronayê nebîne. Hilbet, ev bawerî bi bawerîya avê û agir va jî tê girêdanê, ku emê li jêrê behsa wan bikin.

Bi vî awayî pirsa pevgirêdana ruhê kesê mirî û merivên wî tê danînê, çimkî êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku li wê dinyayê ruh hewcedarê wan tiştan in, çi ku meriv li vê dinyayê, lema jî merivên saxmayî gerekê alîkarîya ruhê merivên mirî bikin, ango nan û xurek û pere bidine merivên belengaz û bi bawerîya êzdîyan ji wan dayînan beşek jî wê bigihîje kesê mirî. Pêwendîyên merivên sax û ruhê mirîyan bi pevgirêdanên xûnî-pismamtîyê va bi hevdu va girêdayîne.

Ji vê yekê dîyar dibe, ku ev bawerîya ku di nav êzdîyan da heye, wana mecbûr dike, ku bi her awayî mal û halê xwe zêde bikin, da ku bikaribin daxazên mirîyan jî bi cîh bînin, bona ew li wê dinyayê kêmasîya tu tiştî nebînin. Gava êzdîyê destteng û kesîb ji cînarê xwe nanê bona ruhê mirî dixwest, digot: ”Bira ev nan li wê dinê bibe xêra ruhê mirî, bira ber wextê keve”.

Gorî êzdîyan ruhê hemû qewim û pismamên mirî, ew di mezel da bin, di dojehê an jî di buhuştê da bin, ewana bi hev ra ne, wek ku qewim û pismamên sax li vê dinyayê bi hev ra nin.

Hema ji bo vê yekê jî mezelên êzdîyan li her deran bi serî xwe ne, ango li wir kesên ji miletên din nayêne çelkirin û ew mezel îro em dikarin li gundê Cercerîsê navçeya Aparanê, li gundê Gelto navçeya Talînê û gundên êzdîyan yên mayîn da bibînin. Bi vê yekê va ew ser wê bawerîyê bûn, ku di van mezelan da ruhê wan wê paqij bimîne, ji ber ku dûrî ruhê wan endamên eşîretên din e, yên ku gunehkarî kirine.

Ji ber ku bi bawerîya êzdîyan ruhê hemû merivên wan di goristanekê da nin, ewana salê carekê, di meha nîsanê da (temamîya eşîretê di rojekê da) di eynî sehetê da nanê mirîyan dibine ser mezel, di nav belengazan da bela dikin, bona çevê ruhê mirîyan li rê nemîne.

Di gundên kurdan yên navçeya Aparanê da gava meytê mirî dibirine goristanê, pêşberî çardarê heft nan datanîn û piştî çelkirinê, hema li goristanê di nav kesên belengazan da bela dikirin. Ev edetê êzdîyan dide xuyakirin, ku ruhê kesê mirî gerekê ji roja pêşin da xwedî nan be.

Derheqa emirê li wê dinê da bal îngolîyan jî hebûye û gorî wana: ”Ruhê kesê mirî li wê dinyayê wisa dijî, wek ku meriv li rûbarê dinyayê, ango ser dinya ronik, ew jî hewcê xwerinê, şabûnê, hizkirinê ye”33.

Fikira ruhê nemir û lazimaya guhdayîna li ser kesên mirî li bal gelên xevsûran û pşavan da jî heye. M. Kovalêvskî derheqa bawerîyên pşavan da dinivîse: ”Malbetên pşavan yên dîndar ocaxeke yekgirtî ne û tiştê herî giring bona wan ew e, ku qedirê mirîyên xwe bigirin. Ewana fikira jîyana xwe di nav pêwendîyên bi merivên xwe yên mirî ra dibînin”34.

Edetê ku xizmetî ruhê mirîyan bikin, ne tenê bal kurdan, lê herwiha bal gelek miletan bûye deynekî ziyaretî, bawermendîyeke dînî.

Êzdîyên Şengalê heta îro jî çek û rihalên kesên mirî pê ra çel dikin. Ev yek herwiha nîşana wê yekê ye, ku kesên mirî xwedî mal û milkên xwe ne û gerekê bi kêmanî pareke hebûna wan bi wan ra here gorê.

Ev bawerîyên ku piştî mirinê jîyan heye, merivên berî dewrana me gîhandibû wê derecê, ku wana hewil dida ku kesê mirî bê jina xwe nemîne.

Di gelek welatên dinyayê da piştî lêkolînên arkêologîyê dîyar bûye, ku gelek mêr û jin bi hev ra hatine çelkirinê.

Di edetên ayîna dînê êzdîyan da wextê çelkirinê kotel cîkî sereke digire35. Wextê çelkirinê hespê bi kinc û çekên mirî va xemilandî dibirine goristanê û eva yeka nîşana wê yekê bû, ku bi bawerîya êzdîyan li wê dinyayê jî hesp dikare lazimî xwedîyê wê bê, dikare bibe dost û hevalê wî, wek ku li dinya ronik. Sebeb ev bûye, ku êzdîyan wextê çelkirina mirî hespê wî dibirin goristanê. Kotel tenê di dema mirina mêran da tê gerandinê.

Derheqa van yekan da di zargotina kurdan da gelek îzbatî û nimûnên balkêş hene. Ji bo nimûne: ”Bira ruhê min bi te ra here mezel”, ”Bira meytê min bişewite, lê ruhê min bigihîje te”.

Mêrxasa hikyata ”Şemê” Şemê meriva xwe – Besê, ku dixweze ser mezelê mêrê xwe xwe bişewitîne, aza dike.

Bal êzdîyan edetên mayîn jî hene, ku gorî wan li wê dinê emir berdewam e. Ew di wan edetan da jî xuya dibe, ku jina bî an jî jinên pismamên kesên mirî porê xwe jê dikirin û bi mêrê xwe an jî pismamê xwe ra çel dikirin. Hela di ser da jî wek nîşana aminayê û hizkirinê ser çevên xwe pencerû dikirin, li serê xwe dixistin, şîna giran dikirin. 

Riataza

30 Andranîk. Têrsîm, Tîflîs, 1901, rûpel 169.

31 Byûrakn, 1899, rûpel 16.

32 Arşîva Mûzêya Ermenîstanê ya dewletê.

33 M.Canaşvîlî. Bawerîyên kartvêlan. Berevoka bona şirovekirina cî û warên eşîretên Kavkazê da, çapa 17, Tîflîs, 1893, rûpel 156.

34 M.Kovalêvskî. Erf û edetên li Kavkazê, Moskva, 1890, rûpel 74.

35 Kotel dezgehek e, ku dema meytê mirî dibirine goristanê, kinc û çekên kesê mirî datanîn ser zînê hespa wî. Çekên wî bi wî ra çel dikirin.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev