Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

“Hûn ketine pey Trump, lê Tirkiye muxalifan digire!”

 untitled

Kovara navdar Economist di hejmara xwe ya dawî de cih da sê gotarên li ser Tirkiyê.

Economist di gotara xwe ya bi sernavê “Di dema ku hûn ketine pey şopa Trump de, Tirkiye muxalifan digire” behsa girtina parlamenterên HDP-ê dike û dibêje:

“Parlamenterên HDP-yî yên ku bi tewanbariyeke şîlo ya terorê hatin girtin, birin qereqoleke polîsan. Berbanga sibê li ber deriyê wê qereqolê seyareyeke bombebarkirî hate teqandin û piraniya wan sivîl 11 kes mirin. PKK ev bûyer xist stûyê xwe. Parlamenter Ziya Pîr û hevalên wî ji hêla êrîşa rêxistina ku bi hevalbendiya wê têne tawanbarkirin, bi zorê filitîn.”

Kovar dinivîse ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15-ê Tîrmeha 2016-ê, operasyonên paqijkirinê ku fermana wan ji hêla Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye dayîn, wekî gilokên berfê berdewam dike û mezin dibe. Li gorî nivîsarê ji 15-ê Tîrmehê heta niha bêhtirî 36 hezar kes hatine girtin, bêhtirî 100 hezar kes jî ji kar hatine avêtin.

Berdewamiya vê gotara Economistê bi vî awayî ye:

“Hevserok Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 10 parlamenterên HDP-yî hatin girtin. Li ser vê yekê HDP biryar stand ku xebatên meclîsê biterikîne û beşdarî xebatan nebe. Neteweperest û îslamîst piştgiriya Erdogan dikin. li gorî Erdogan navê vê koalîsyonê ‘îradeya neteweyî’ ye. Hikûmeta ku serokên HDP-ê û bêhtirî 100 rojnamegerî xistiye hepsan, niha çav berdaye CHP-ê. Erdogan derbarê tevahiya parlamenterên vê partiyê de doz vekir. Sebeb jî ew e ku parlamenterên CHP-ê bi daxuyaniyekê girtina HDP-yiyan şermezar kirin û bang li gel kirin ku bi riyên demokratîk serî rakin.”

***

Model ne Fransa ye, Qazaxistana bi sosa îslama siyasî ye

untitled

Economist di gotara xwe ya duyemîn de behsa sîstema serokatiyê dike û îdâyeke balkêş davêje meydanê.

Li gorî gotara nivîsarê modela ku Erdogan dixwaze ne modela serokatiya Fransayê ye, ne jî modela serokatiya Amerîkayê ye.

Economist dibêje ku modela ku tê xwestin ne Fransa ye, lê Qazaxistana bi sosa îslama siyasî ye:

“Piştevanên Erdogan her çiqas jib o serokatiyê sîstemên fransa û Amerîkayê destnîşan bikin jî, guncavtir e ku ew sîstema Qazaxistan û Rûsyayê servîs bikin, lê dixwazin vê sîstemê bi sosa îslama siyasî pêşkêşî raya giştî ya tirkan bikin.”

Kovar dibêje ku li gorî nivîskarê tirk Alî bayramoglu dibe ku bixwaze tevahiya muxalefetê biperçiqîne. Lê li gorî piştgiriya îslamîst û neteweperestan ev yek ne hêsan e. Li Tirkiyeyeke ku hewqas ji hev cuda bûye û bûye çend beşên civakê, serkariyeke dîkta wê bêhizûriya civakî zêdetir bike.

Economist dibêje heke bêhizûriya civakî xewnê li Erdogan heram neke, wê xewnê li ekonomiya Tirkiyê heram bike. Çimkî lîreyê tirk li ber dolarê amerîkî li gorî 30 salên dawî di nava nirxê xwe yê herî nizim de ye. Texmînên hikûmetê yên rêjeya mezinbûna Tirkiyê jî her diçe kêmtir dibe.

Li gorî heman nivîsarê Tirkiye niha girêdahiyê makîneya jiyanê ye, fîşa wê di destê Erdogan de ye û ji bo mezin bibe, wekî rêveberiyên otokratîk ne hewceyî petrol û xaza xwezayî ye, lê hewceyî krêdiyan e. lewma jî ne mimkun e ku ev bêîstîkrariya heyî berdewam bike.

***

Armanca Tirkiye ne Reqa ye

untitled

Gotara dawî ya Economistê li ser operasyona rizgarkirina Reqayê ye. Di gotarê de hatiye gotin ku rizgarkirina Mûsilê ji destê Daişê teqez e, lê mirov nikare heman tiştî ji bo Reqayê bibêje.

Li ser vê mijarê kovar wiha dibêje:

“Her çiqas Amerîka YPG-ê li qada şer pêbawertirîn hêz bibîne jî, Tirkiyeya endama NATO-yê wan bi PKK-ê re yek dibîne. Amerîka li ser daxwaza Tirkiyê, bêyî dilê xwe be jî nedayîna çekan ji bo YPG-ê qebûl kir.”

Di heman nivîsarê de tê gotin ku Serokomar Erdogan gotiye ne YPG lê wê Tirkiye Reqayê rizgar bike. Lê Amerîkî ji bo vê yekê qane nebûne. Amerîka dixwaze ku Tirkiye qane bike da ku ew pêşdeçûyîna Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) sabote neke.

‘Armanca herduyan jî ne Reqa ye!’

 Li gorî Fabrice Balanche ku ji dezgeha fikrî Washington Institute-ê ye, armanca Tirkiyê ew e ku ji Tel Abyada di bin kontrola kurdên Suriyê de ye ber bi Reqayê ve here. Balanche wiha dibêje:

“Ne armanca Tirkiyê ne jî armanca HSD-ê standina Reqayê ye. armanca herduyan jî ew e ku bi hev re şer bikin.

***

Afxanistan: Li mezintirîn baregaha Amerîkayê teqîn, 4 kes mirin

untitled

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Li Baregaha Bagramê ku li seranserê Afxanistanê mezintirîn baregeha Amerîkayê ye teqîneke mezin pêk hat. Di encama teqînê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest da, gelek kes jî birîndar bûn.

Waliyê Herêmê Hacîı Şikur ji BBC-yê re gotiye ku di teqînê de herî kêm 14 kes jî birîndar bûne.

Talîban berpirsiyariya teqînê xist stûyê xwe û diyar kir ku milîtanekî wan xwe li baregehê teqandiye.

Baregeha Bagramê dikeve bakurê Kabîla paytext û ev 14 sal in ku baregeha NATO-yê ya di pêşengiya Amerîkayê de ye.

Berdevkê rêveberiya herêmî Abdul Velid Sadıki ji AFP-ê re gotiye ku êrîşkar xwe xistiye nava xebatkarên baregehê û bi peyatî serê sibê ketiye nava baregehê.

Li hêla din Sadiqî yê ku karkerekî baregehê ye dibêje ku nasnameyên kesên hatine kuştin hê jî ne diyar e, lê kesê ku xwe teqandiye xebatkarê baregehê bixwe bûye.

***

Li Kantona Efrînê teqîneke: 50 birîndar hene

untitled

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Dema ku ev nûçe dihatin amadekirin eşkere bû ku li Efrînê teqîneke mezin pêk hatiye û gelek kes birîndar bûne.

Li gorî agahiyên di destpêkê de ketine destê Riataza li li ciheke kontrolê ku li nêzîkî Gundê Xezewa Şêrewa Efrînê ye, teqîneke mezin pêk hatiye û di encamê de herî kêm 50 kes birîndar bûne.

Heta niha eşkere nebûye ka mirî hene yan na. Lê li gorî agahiyên ketine destê ajans û televizyonan pêdivî bi xwînê heye.

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev