Şahida “Şewitandina Sînema Amûdê” Pîra Siltanê ya Qirqatî:

Şahida “Şewitandina Sînema Amûdê” Pîra Siltanê ya Qirqatî:

“Xwedê rojên wisa bi serê gurên çiyê ve jî neyine!”

Salihê Kevirbirî

-Nivîseke 14 sal beriya niha. Sala 2002. Rehma Xwedê li Pîra Siltanê be…-

***

“…Zarok ji bo Cezayirê çûbûn sînemê. Ji bo piştevaniya serxwebûna Cezayirê. Li dibistanan mamosteyan bi darê zorê zarok şandin sînemayê, da ku li wê fîlmê binêrin. Navê filmê “Cerîmet nisif el-Leyl” bû, ango “Cerîmeya nîvê şevê” bû. Paşî navê wê kirin “Semaya nîvê şevê”. Fîlm bi erebî bû, qaşo şoreşa Cezayirê nîşan dida. Lê tiştekî ku şoreşê nîşan bide, tune bû. Fîlmeke beradayî bû! Ez wê çaxê 14-15e salî bûm. Ez çûm sînemayê, lê ne ji bo ku temaşeyî filmê bikim. Ez ji bo birayê xwe çûbûm. Min digot “ew biçûk e û dê di nava lingan de here…!”. Ez û cîranekî me çûn.” Birayê wî jî tê de bû. “Sînema pîs bû. Em çûn, me ew anîn devê derî û me jê re du kevir danîn ser hev û me got “ji xwe re li filmê temaşe bike.” Ez jî diçûm hûndir û derdiketim devê sînemê. Hûndirê sînemayê germ û ne xweş bû. Hew me dît, ku agir pê ket! Min bi destê birayê xwe girt û em derketin, şewat ji pêşî dest pê kiribû. Wekî tu dizanî, perde bi xwe sipî bû. Me dît, ji nişka ve perdeya fîqsipî sor bû. Ronahiya agir hat. Me li pişt xwe nerî, me dît agir ji odeya ku makîne tê de dixebite, derketiye. Em zû derketin. Lê piştî derketina me, em bi bobelata heyî hisiyan. Gava ku agir vemirî, cendek hatin derxistin. Wê roja reş û giran, li dora 180 zarok ji ber bizotên agir û dûmana wê can dan!”

 

Belê, wisa dibêje Silêmanê Hecî Hisênê Hecî Berko. Silêmanê Hacî Hisên, yek ji şahidên “Şewata Sînema Amûdê” ye. Çendek berê li bajaroka Halternê, ku bi ser Recklinghausena Elmanyayê ye, em bûn mêvanê wî. Di rastiya xwe de, ez mêvanê kurê wî, ango mêvanê hevalê xwe Sîrwanê Hecî Berko bûm. Ev yek jî bû sedem ku ez kesekî wekî wî binasim û gelek tiştên hêja jê hîn bibim.

Ji zû de, min dixwest ku li ser “Şewata Sînema Amûdê” tiştek binivîsîm. Ev mêvandarî bû sedem, ku ez vê xwesteka xwe pêk bînim. Di wan rojên ku em mêvanê malbata Berkoyan bûn, sîûda min xebitî. Ji ber ku wan rojan, dayîka Fehîma Yûsiv, “Pîra Siltanê”, ji Amûda rengîn û hewqas jî dilşewat hatibû û li Elmanyaya xopan bûbû mêvan. Ev yek ji bo min fersendeke giring bû. Fehîma Yûsiv dayika dostê min Sîrwanê Hecî Berko ye.

 

Me zend û bendên xwe badan, mil kûta hev û di rojeke xweş û geş de pirsên xwe arasteyî Pîra Siltanê kirin. Carinan bi laqirdî, carinan jî bi kişandina keserên kûr, pirsên me bersivandin. Ew bi xwe dîrokeke zindî bû. Li gel ku temenê wê zêdetirî 80ê bû jî, bûyerên 50-60 sal berê çawa ku îro qewimîbin, dihatin bîra wê û ji bo me vedigotin.

 

“…Wê roja reş û giran, li dora 180 zarok, ji ber bizotên agir û dûmana wê can dan….!”.

 

Ev gotina ku me ji devê zavê wê Silêmanê Hecî Hisên li destpêka vê nivîsarê pêşkêşî we kiribû, her di bîra min de bû. Min dizanibû ku pêwîst e Pîra Siltanê behsa vê bobelatê bike. Behs kir jî. Lê werin bala xwe bidinê, ku wê ne tenê ji me re behsa “Şewata Sînema Amûdê” kir. Em bi saya vê gotûbêjê pê hesiyan, ku “şewata Sînema Amûdê” şewata duyem e. Li gorî gotina Pîra Siltanê, Amûdê 60-65 sal berê, ji hêla artêşa Fransiyan ve serdanpê hatiye şewitandin. Ango li gorî wê “Şewata yekem a Amûdê” hê di zarokatiya wê de pêk hatiye.

 

Piştî xweşbêjeke germ û çend gotin û galegal ên li ser hatina wê ya Elmanyayê, derbarê “şewata yekem a Amûdê” û “şewata Sînema Amûdê” me pirsî, Pîra Siltanê bersivand….

 

***

 

– Pîra Siltanê, xweşikahiya ku tu li Amûdê dibînî, tu li vir dibînî gelo?

Ka min xweşikahiya çi li vir dîtiye, lo..!?

 

– Te li Amûdê çi dîtiye?

Min li Amûdê dar û daristan dîtine. Cîranî li wê derê xweş e. Em her diçin cem hev…

 

– Tu bêriya çi dikî li Amûdê?

Ez bêriya zarokên xwe dikim…

 

– Ew civatên li Amûdê xweş bûn, ne wilo?

Erê elhemdû lilah, pênc-şeş zarokên min li wir in. Ne yek û dudu ne.

 

– Tenê şeş…?

Şeş lawik û du keçikên min jî hene…

 

– Pîrê ev bûn heşt heb?

Erê, elhemdû lilah! (Keça xwe Fehîma Yûsiv nîşan dide) Ha ev jî neh.

 

– Hemû neh heb in?

Yek jî li Şamê ye…

 

– Bûn deh zarok….

(Dikene) Çar keçik û şeş lawikên min hene. Erê weleh, elhemdû lilah..!

 

– Civatên berê mane li gorî te? Ew civatên bîst sal berê, sî sal berê?

Nexêr kurê min! Her kes li mala xwe ye. Bes gava em li malekê digihêjin hev, kêfa me tê. Em çaya xwe vedixwin, ji xwe re diştexilin, henek menekan dikin û hew…

 

– Ew civatên berê, tu dibêjî îro nemane?

Na!

 

– Wekî tê zanîn, berî çil salan li Amûdê şewateke mezin pêk hat. Sînema Amûdê şewitî. Lê ew şewata duyem bû. Em ê piştre ji te bixwazin ku tu behsa wê bikî. Lê şewateke berê jî hebûye. Beriya vê hevpeyvînê te ji me re behs kir. Ya berê dema pêk hatiye, tu hîn zarok bûyî. Gelo çawa behsa “şewitandina Amûdê” dikirin. Çi bûbû sedem ku fransiyan Amûd şewitandibû?

Erê erê! Wê çaxê me digot “Şerê Wetenî” (şerê Rizgariyê). Wê gavê hizb çêbûbûn. Hinek ji kurmancan bûne alîgirê Fransa, alîgirên filehan û hinek jî man. Kurmancên ku bûbûn alîgirê Fransiyan û Kurmancên ku li dijî wan derdiketin, li hev xistin. Gelek ji hev kuştin. Bû sibe, em çi bibînin!? Teyareyên ejnebiyan (Fransa) girtin ser Amûdê. Ew ê ku dilê wan xwest, lê xistin. Amûdî reviyan, çûn Tirkiyê. Eskerê tirk jî ew nehewandin. Tivingên wan ji stûyê wan girtin û bera wan dan. Ji wê derê jî berê xwe dan “Çiyayê Şingalê”. Ew misilman bûn. Melekê Êlo bi xwe re birin, bi rê de kuştin. Yekî file bû, jê re digotin Melekê Êlo, ew birin û kuştin.

 

– Wê çaxê tu çend salî bûyî?

(Dîsa Fehîma Yûsiv destnîşan dike) Wê salê min bavê van kir, ez hatim cem bavê van.

 

– Niha tu çend salî yî?

Ez çi dizanim? 77-78, belkû bûbim 80 salî jî. Baş nizanim.

 

– Em dîsa vegerin wan rojan…

Erê, bi serê bavê min û te, îcar Mala Xelo, Apê Heso û Mala Deqoriyan kişandin û kişandin û talan kirin û tiştên wan birin û agir bi Amûdê xistin. Îcar Amûd şewitî. Piştî ku dinya hinek sazkar bû, ji nû ve vegeriyan û xaniyên xwe ava kirin û lê rûniştin.

 

– Tê bîra te gava ku sînor tune bûn û her kes diçû û dihat?

Hidûdên Tirkiyeyê? Tiştê ez dizanim, her û her xeta hidûd hebû…

 

– Lê wekî îro ne zor bû, ne wisa? Xelk diçûûn û dihatin gelo?

Erê, erê! Xelk dihatin û diçûn, tiştên wilo tune bûn.

 

– Ji malbata we re, ji eşîra we re çi tê gotin. Hûn ji çi eşîrî ne?

Qirqatî…. Ez Qirqatî me, lê Bûka Berkoyiyan me. Berkoyî jî, bi eslê xwe Deqorî ne.

 

– Hûn Qirqatî ne? Li aliyê Serxetê jî Qirqatî hene.

Erê, vêga jî li Serxetê hene. Gundekî Omeriyan. Erê Omerî ne Qirqatî.

 

– Hûn wekî Qirqatî têne nasîn, lê eşîra we?

“Mele Ehmed” dibêjin ji me re…

 

– Ji we re dibêjin “Mele Ehmed”?

Erê. Du qebîle ne. Yek Mele Ehmed, yek jî Mele Hesen, kurmamê hev in.

 

– Vê gavê nasên we li aliyê Tirkiyê hene?

Ez ji kû nas bikim. Hebin jî, ez nizanim….

 

– Hene yanê…

Hene, ez nas nakim. Ew jî ketine veledan. Çûne Îzmîr mizmîrê wan. Hene çawa tune ne….

– Ez dixwazim em werin ser meseleya şewitandina Sînema Amûdê. Wê rojê hûn çawa pê hisiyan. Çawa çêbû? Hûn li malê rûniştibûn an li devê derî rûniştibûn, çawa çêbû. Ew dem çawa tê bîra we?

 

Me pal dabû. Em li derve, li serê xaniyan radizan. Em nû wê şevê ketibûn hûndirê malê. Lawikê min ser destê min bû. şerîf û Hisênn çûbûn. Min dît hat. Min pirsî: “Çi bûye, lawo?” Got: “Tew diya me raketiye!” Min got: “Çi ye, kuro?” Got: “Rabe agir bi sînemê ket.” Min got: “Baş bû agir bi sînemê ket. Xwedê bike sînema here û venegere. Ma çi ye her roj du roj sînema?” Got: “Keçê zarok giş şewitîn, lawê apê Elî şewitî, Ezîzê Ciro şewitî.” Got: “Xelk gişt şewitîn.” Êdî bûbû heşir. Xew bi çavê kesî neket. Bû girîn û qîjîn. Yên me hemû jê filitîn. Hinek ling mingên wan şewitîn, hevqas. Xelas bûn elhemdû lillah.

 

– Çend kes?

Ji mala Hecî Berko em çend mal bin, xelas bûn…

 

– Digotin çend kes mirine tê de?

Wîîî, gelek mirin lawo…!

 

– Digotin çend kes mirine?

Qederê 180 zarok an şewitîn bûn qirik an jî fetisîn…

 

– Tu navê çendan dizanî?

Weleh ez navê yekî jî nizanim…

 

– Ha?

Na wîîî, ma ez ji kû navê wan dizanim!?

 

– Erê em bêjin şewitîn, kengê cenazê wan hildan?

Cenazê wan avêtin camiyê û sibehê xelk çûn ku zarokên xwe nas bikin. Hemû şewitîbûn.

 

– Ew roj çawa bû? Tu dikarî hinekî behsa wê rojê bikî?

Welleh ez nizanim. Ma qey tê gotin? Min dît, lê ez nizanim bibêjim. Payîz bû. Wextê medresê bû. Em nû ketibûn hûndir. Îcar xelk ketin hûndir û cenazeyên xwe kişandin. Ya Star! heta du rojan. Mal hebûn ku dudu çûn, mal hebûn ku sisê çûn, mal hebûn ku yek çû. Hema bêlome be, tiştê bi serê xelkê hatibû. Mihemedê Axê, lawê Seîd Axayê Daqorî, wê gavê li qehwê bû. Dibêjin: “Weleh agir bi sînemê ket.” Ew dibeze tê. Kurekî wî hebû. Dibêje: “Welleh ew jî çûye.” Lawikê wî di rê de tê pêşiya wî û dibêje “Yabo vegere, va ez hatim, ez reviyam.” Ew ji lawikê xwe re dibêje: “Kurê min, zarok û xortên Amûdê giş wekî te ne.”

 

– Hemû zarok bûn, ne wisa?

Erê, giş zarok bûn… Dibêje: “Giş wek te ne.” Ew zarokên li nava sînemê, carê dido dido, sisê sisê dixe bin çengên xwe, xelas dike. Du derban tîne, derba sisêyan ew hesin dibê hir û bi ser wan de tê xwarê. Yên mayî hemû difetisin û dişewitîn. Bêlome be! Tiştê bi serê xelkê hatî, bila neyê serê gurê çiyan jî….!

 

Roja din li Amûdê şîn bû. Kesî zarokên xwe nas nedikirin. Hinekan kirasê wan mabû, hinekan diranên wan mabûn. Û hinek jî nehatin nas kirin û hama gotin “ev in”. Yekî digot “ev yê min e”, yekî din digot “na, yê min e”. Zarokên ku nehatin naskirin, bi hev re veşartin. Ziyaret û qebra wan cuda ye. Her du lawên Hemê, neviyên Silêman, jî bi hev re veşartin.

 

– Ji ber vê şewatê kesek hate girtin an na? Wekî sûcdarê vê karesatê ceza li kesî birîn gelo?

Belê, çend kes girtin. Ew avêtin girtîgehê. Nêzîkî salekê tê de man. Diyar bû ku ne sûcê wan bû.

 

– Agir ji ber berq û elektrîkê derketibû, ne wisa?

Erê ji ber elektrîkê bû. Lê dibêjin dibe ku bi zanebûn derxistibin, da ku zarokên xelkê bişewitînin. Lê ez bi xwe bawer nakim. Hûndirê wê kevin bû û ji bo dekorê çewal bi kar anîbûn û hemû yax û petrol bû, lewre agir zû bi wan ket. Zarok li hev siksikîne û piraniya wan fetisîne. Ji ber ku rê nedidan hev da ku birevin. Deriyê sînemê jî nîvî vedibû û nîvî venedibû.

 

– Piştre dibêjin ku sînema hate girtin. Gelo zû vebû?

Hatin girtin, piştî çend salan ji nû ve li ciheke din çêkirin.

 

– Sînema ji bo Amûdiyan tiştekî nebaş e, na wisa?

Tiştekî pir pîs e. Kesên navsere naçin. Lê kesên ciwan dîsa jî diçin.

 

– Em dikarin bibêjin di her malekê de bi kêmasî miriyekî sînemayê heye?

Tu mal jê xelas nebûn. Heger ji malekê mirî tune bin jî, miheqeq birîndarên wan hebûne.

– Ji mala we?

Pismamê me Dr. Sededîn destê wî şewitî. Dawûd, Fûad û zarokên Hemîd xesarên giran dîtin.

 

– Ji bo gotûbêja me bi te re kirî, mala te ava Pîra Siltanê…

Xwedê te bihêle lawê min! Rebê Alemîn tu caran qiyameteke wisa bi ser kurê camêran ve neyîne, înşelah…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) – Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev