Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Beşek ji “BÊWEXT”

Beşek ji “BÊWEXT”
  1. Kovan Baqî

(Romana ZEYNO û FENDO)

Tu zane Piştwext, heger li vê Îzmîra wek ecêbekê, ko xwe li ba’hrê pêçaye, sê milyon heywan bijiyana, qene bi kêmanî rîkelaneke du-sê metro yê lê hebaya – belkî jî dused-sêsed metro. A wê gavkê ev betanê me’y qermiçî û derpîkê me’y gemarî yê têra xwe li ber tîna vê tava sincirî biqemiriyana. Na na, derpîkê me’y gemarî wê birriziya û em ê mînanî ewkên efrîqî yên başvala bibana qetran.  Lê-w belê seba ko ev der ne Efrîqayeke kole-w azad e, hin însanên dîtir ê ji hin bajarên din bihatana, nola xwediyê vî bajarî-w vî welatî-w vê dinyayê bin, seba ko li gor qinyeta wan em reşikên bêesil ên xeybanî ne, wê bi rêbazên xwe’y barbar î arkaîk solên xwe di noq û zik û pişta me de kevin bikirana û em bigindirandina derveyî sînoran. Halbûkî derveyî sînoran nîn e. Sînor malzarokek e, hertiştî di nava xwe de dihebîne û qet tiştekî nawelidîne.

Offf, welleh ji vê yekê jî ne amîn im. Qet nizanim bê çi tişt, çi tiştî di nava xwe de dihebîne. Çimkî wextekê malzaroka dêya min ez di xwe de dihewandim, niha nahewîne. Hew ez zanim hertişt di nava hertiştî de ne; sînor hertiştî ji hev diqetîne, perçe dike û bi xwe jî tê perçekirin. Heger ez derewan dikim ez çi bim hih. Heger tu yeqîn nake xwe noqî vê ba’hrê bike û ji masiyan bipirse, ew ê ji te’r bêjin bê ba’hr çiawa bi sînoran hatiye perçekirin. Te dî wexta pereyên min hebûn, memikên min jî bi bermemikan dihatin sînorkirin – niha jî bi lêvên te dibin koleyên azad. Min digot çi? Erê, wan ê em bi pehînan bigindirandina derveyî sînoran û em ê ji serdestiya azadiyê xelas bibana. Helbet me yê jî ji wan re bigota, “Yabo, em ne reşikên bêesil ên xeybanî ne; heke hûn ji me bawer nakin, dev ji mêzekirina nasnameyên me berdin! Çimkî ji bo hûn fêr bibin bê ka em kî ne, herin wî cihê ko em jê hatine. Wê çaxkê hûn dê û bavê me ji kê suwal bikin, ew ê ji we re bêjin, Em dê û bavê kesin bi navê Bêwext û Piştwext nasnakin; bes heke di nasnameyên wan de hatibe nivîsîn go ji vê derkê ne, dêmeg teqez ne Ermenî ne; çimkî me millê xwe da millê Osmaniyan û me koka Ermeniyan qelandin; ji wan şûnde hew em Kurdên qesas û Kurdên kole man.” Piştî vê yekê, wan ê jî bigotana, “Ka em van Kurdan ji vê erdgilorê û avgilorê biqewirînin!”

Helbet kêm-zêde gotinên te rast in Bêwext. Gerek panoyên dêwasa li ser hemû rêyên ko tên nava Îzmîrê bicih bikirana, qene him ji quba ezmên ve xuyanî bibana, him jî ji quba ‘erdê ve. Erê, ‘eyn wenîko! Divê zagonên xwe jî bi pûntonin hih wilo girs lê binivîsandina, go gava meriv di rex wan re derbas biba, hêmayeke mayinde li hişê meriv bihata niqirandin – te dî hêmayeke hii a wenî, go heta bi heta ji bîra meriv neçe: Yên bixwazin di ba’hra me de avjenî bikin û bi şanazî xwe li ser rîkelana me ramedînin, gerek ji bîr nekin go ew xwediyê her heqî ne; heger bixwazin heta roja axir û ebedê karin bi tazîkî, welew tevî kincan li rîkelana jêrzemîna ba’hra me’y bêdawî razên, xwe ramedînin, xwe vegevizînin… Hûn, şêniyên ko li rîkelana jêrzemîna ba’hra me xwe li ber tavê diqemirînin! Gerek haya we jê hebe, go li goristanên me metroyek ‘erda belaş jî peyda nabe. Bo hay û agahdariya we: S.P.G.W.P.D. [Serokatiya Paqijkerên Gendûgemara We Paqij Dikin]. 

Heta ba’hr jî bi sînor û mayinan parvekirine lo FenûDo. Îja giyanewerên ba’hrê wê çawa zanibin go bi xwe hemwelatiyên kîjan ba’hrê ne û gere qet sînorên ba’hra xwe derbas nekin?

Ew ê li navnîşana min bigerin lê Zeyno can. Te dî ew a ko malabata min ew j’xwe’r kirine şûnewar. Ma birra malbateke min heye? Ne bawer im. Wê çaxkê ez ê di quncika xwe’y xumam de li wan temaşe bikim. Na, ez ê ne di quncikê de bim. Lewra navberê nadim rêwîtiya xwe. Nizanim, belkî jî ez bi xwe tiştekî xumam im. Bêyî monetanê bidinê ew ê li navnîşa min bigerin. Ez ê jî monetanê nedim meşa xwe û li wan û Piştwext temaşe bikim. Ev groteska hanê wê kennê qûna min bîne. Çimkî qûna min jî li ya dêya min çûye; gavka qewmîneke wenîko absurd û grotest dibîne bi hakehak dikene. Helbet ji xilafî min kes dengê kennê qûna min nabihîze. Lê-w belê valahiya boş, nola ko kloroform kişandibe wê serxoş bikeve. Te dî gavka ez jî cixareyeke sêpelo ya esrarê vedixwim ‘eyn wenîko dewx û serxoş dibim. Erê, valahiya boş î serxoş ê ji min re bê’j, “De hadê bimeeeş, derbasî hundir bibe!” Ez wê naşikînim, ez ê tê re derbas bibim û ew ê ji zewqê sermest bibe. Helbet Piştwext jî, wê bi qûna xwe’y ko hêna dûxan ji devê wê diçe, bi berdewamî valahiya sermest qul-qulî bike û rêwîtiya xwe bidomîne.

Divê ewil vegerin wî zemanê ko hêna sifireke me’y biçûçik hebû. Te dî wek ewko, lo! Wek kîjan ewkî yaw? Offte, gava serî bi mij be-w zik vala be, a wenîko, kesê bi tenê jî di hiş de dibe keriyek. Paşê keriyê pirjimar xumam dibe, vedimire-w vediguhêze kesekî bi tenê. Na, nabe kesekî bi tenê; hew qilafetekî xumam dimîne li dewsê – sîyek, welew sîya sîyê. De îja were fêm bike bê ka ew kî ye-w çi ye. Ma tiştek ji qûnê neyê, îja serî yê çiawa karibe fêm bike, bê ew kî ye? Serî reben e û qûn ji serî rebentir. Hela mijûl bibe, hişê min î sewsî, hela mijûl bibe, biterqilîne, biwezinîne, biavêje aqilê dawî, belkî were bîra te! Kî ye, kî ye? …ê Zikqelêş. Lo hişo, hişoo, weyla min di devê te de ewk kiroo. Tu bi kêr nayê, ko tu karibe pêşnavekî wendayî jî bîne bîra xwe. De were îja navekî minasib bibîne û di dewsa navê wendayî de biedilîne. Wek ewkê nego, bi serê vî ewkê min ez nikarim ti navî bibînim û di dewsa navê wendayî de biedilînim. Hih, bise bise, ez ê ji nivîskêr suwal bikim – te dî ê ko ew afirandiye. Offf, vêca gerek ez di mis’hefxaneya serê xwe de lê bigerim heta go dibînim. Ewkê Arjantînî loo, te dî ewkê go çavê hişê wî ji çavên wî bêhtir didît! Ez dibêm qey navê wî Borjes bû. Na na, Borges bû, Borgesss. Erê erê, yeqîn dikim ku Borges bû. Wey li min pepûkêê, li min qirrikê, min dîsa serê xwe xist çi teşqelê-w pirrikê. Haaa’heeww. Lo lawo Fendo, haydê ez bêjim vêga qinyeta min ket cî ko navê wî Borges e û min mis’hefên wî giştik di mis’hefxaneya serê xwe de dîtin;  îja ez ê navê kîjan qereqterê wî jê suwal bikim û kîjanî nekim? Tu dibêje qey heta serê gopalê wî û serê kîrê wî jî qereqter welidandine. Yano mêriko artêşeke dêwasa ya qereqteran saz kiriye. Wer hasil û mûsil, kelam û kamil, camêro bi artêşa xwe’y dêwasa hemû erdgilorên di serîkê min de jî dagir kiriye, hemû hewagilorên valahiya xeyal û meyal û metafizîkê jî. Sewtgilorên mînor jî dagir kiriye, denggilorên major jî. Mîtos jî feti’h kiriye, logos jî. De were û vî kerî û vî barî di vî tengbihurî’r derbas bike. Na na, sofa min ê nekeve. Hey min serîkê xwe xistiye vê teşqelê, lomajîka ez ê cirra xwe jê venekim. Heta çimanekê dawî ez ê zorê bidim hişê xwe, ez ê de’hf bidim. Hih, niha min ew li nîrê dawî asê kiriye. Navê wî çi bû, çi bûûû? Gelo ne Bîlly bû? Bîlly Bîlly Bîlly. Errrik. Terrrik. Na welleh, ez dibêm qey Jack bû. Yan jî… Ew, Ewk, Ewkoo. FenûDoo, saeta te çi bû loo? Hayloo, heta bi zemên jî parîk parîkî kirine. Halbûkî zemanên di hişê min de ne xwediyê yekûnekê ne, ne yekîtiyekê û ne perçebûnekê. Dizên ji hev, vedigerin li hev. Hevgirtinek jî nîn e, hevterikandinek jî. Ez û dînozor û qangûrû jî tê’d sitirî ne, Aborjîn û Aztek û Înka û Maya jî. Wa’y birayê min Kandalanû jî tê ji Ûr-Ar-Tû. Oyyy, welleh ji tîbûnan qirrik lê bûye pîşo. Hela devê xwe veke ez qirrika te şîr bidim bi vê memikê û ya wek wê, loo. Wîîî, ez qurbano cano, tew xelatek jî ji min re aniye, ko çi cara bi tenê mam j’xwe’r pê bilîzim û sebra xwe pê bînim. Oxxx, hema li vêderkê dixwazim dîsa te biwelidînim! Lo FenûDo, heqet navê wî qereqterê ewko çi bû lo? Temam, hewce nake tu tiştekî bêje, çimkî dîsa nola berî zayinê û piştî zayinê nayê bîra te. Hema li saeta xwe binêre û zemanê sekinî ji bîr bike bes e.  Ez ê biceribînim û fêrî jibîrkirinê bibim, fêrî jibîrkirinê bibim û biceribînim. Heta carekê bibîrbînim ez ê biceribînim, ku karibim jibîrbikim – te dî mîna ewên go min ew bibîranîn û jibîrkirin; Bîllyê Zikqelêş. Na, ev nebû. Ne ev bû. Jackê Zikqelêş. Erê, erê, ez ne şaş bim ev bû. Hesêbî bû.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Hkovan Baki

Piştî xwendinê, karê wî yê sereke nivîskarî û weşangerî ye. Berpirsê weşanxaneya NA ye. Gelek pirtûkên wî yên edebî bi zimanê kurdî derketine.

Qeydên dişibine hev