
Helbestvana me a delal Xaylaza Reşîd vê carê jî bi çend helbestên xweş va dikeve her maleke xwendevanên me yên poêzîyahez.
NEBÎ NEBÎ…
Lo lawiko min dîn neke
Sura dilê min betal neke
Heçikê mayî talan neke
Ber alemê min rûreş neke.
Carina bi tele tel were
Hinekî rûnê û zû here
Evîneke din negere
Dinyayê li min welgere.
Ezê stêrka bînim xwer
Hilşînim xênî û dîwar
Jîyanê re bivim neyar
Ne`sbim, bibim gura har.
Nebî nebî xwe şaş dikî
Soz û qirara betal dikî
Soz û qirarê xas xatûna
Hilde wek gul û beybûna…
MIN TEXMÎN NEKIR…
Min texmîn nekir,
Sibeh ça hat, li min ron bû ?
Û min hew dît,
Min bû êvar, min tarî bû,
Hew zivirîm,
Porê serê min tev spî bû…
WEY XWEDÊYO…
Wey xwedayê mezin
Ez heliyam,
Min nizanibû ku usa
Xweş e jîyan,
Ez êdî nakim gazina
Tu loman,
Ez ji hêrs û qehrê bûme
Pir poşman,
Dema ku dibînim kenê
Şîrin zarokan…
DI RÊÇA EVÎNTÎYÊ DE
Di rêça evîntiyê de,
Em hene û tune dibin,
Em bawer, bê bawer dibin,
Em germ û sar dibin,
Em dîn û sewdeser dibin,
Gelo em zanin,
Ka em çi dibin ?…
Riataza