Li Kurdistanê armanceke hevbeş pêwîst e…

Li Kurdistanê armanceke hevbeş pêwîst e…

Li Bakûrê Kurdistanê tevgera milî ji fikrekî nû û nûjen bêpar e 

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

Loma dost/heval dipirsin ku “gelo qesta te ji fikir, felsefe, îdeolojiya Tevgera Kurdistanê, bi serê xwe hikumkirina sosyalîzmê, lîberalîzmê, nasyonalîzmê, yan fikrekî din e?”

 

Rastî jî ev pirsa pirseke gelek girîng e. Min di gelek nivîsên xwe de bi awayekî bersîva vê pirsê dabû. Lê diyar e ku ew nerînên min nikariye ku pirsgirêkê bersîv bike.

 

Ev pirsa xuya dike ku bi nivîsarekê jî çareser nabe. Di hemen dem de pirseke gelek kûr û fireh e. Hewcedarî xebeteke gelek fireh, hevbeş û rewşenbîrî heye. Lê ez dixwazim ku di vê pirsê de çen tespîtên xwe bînin ser zimên.

 

Ez nafikirim ku Tevgera Bakurê Kurdistanê xwe bi fikrekî, îdeolojiyekê îzah bike û xwe rêxe. Tevgera Bakurê Kurdistanê jî, ji hemû reng, beş, çand, çinên civakê pêk tê. Ji bona vê jî Tevgera Bakurê Kurdistanê her çiqas bi sê pêyvan xwe îfade dike û bi serê xwe sentezeke jî, di esil de xwediyê qerektereke plûral e. Tevgera Bakurê Kurdistanê, him ji gelek partî û rêxistinanan, him jî, ji gelek fikir û îdeolojiyan ava dibe û dê ava bibe. Ev jî gelek aşkere derdixe holê ku qesta min ne ew e ku Tevgera Bakurê Kurdistanê bes ji fikirekê û îdeolojiyekê ava bibe.

 

Bes Tevgera Bakurê Kurdistanê, ji bona ku paradigmeyeke mişterek ava bike, dê ji sosyalîzmê, ji lîberalîzmê, nasyonalîzmê, oldariyê û ji hemû fikir felsefeyên din îstifade bike. Rêxistin û partiyên di nav Tevgera Kurdistanê de jî dikarin ji bona xwe fikir û îdeolojiyan hilbijêrin. Ev rastiya ji bo her kurdekî û welatparêzekî kurd jî tê pejirandin. Lê divê ev fikir û îdeolojiyan bi şiroveyên nû, bi kûranî, bi babeteke modern demokratîk bin.

 

Lê di pirsa fikir û îdeolojiyê de rastiyeke din jî heye: Pirsgirêka civatan, pirsgirêka tevgerên neteweyî û civakî, sosyalîstîbûn, oldarîbûn, lîberalîbûn, nasyonalîstîbûn û an jî nebûn, nîn e. Pirsgirêke civatan, tevgerên neteweyî û civakî: Azadî ye, ji alî civakî û aborî de pêşveçûne, jiyaneke bi rûmet, dewlemend, bi edalet û wekhev e. Ev jî derdixe holê ku kes, partî û rêxistinên civatekê dikarin fikirekî bipejirînin, lê civat bi tevayî fikrekî û îdeolojiyekê napejirîne.

 

Ez, dema ku ji bona Tevgera Bakurê Kurdistanê ji fikirekî behs dikim, ez ji paradigmaya hevbeş ya civata Kurdistanê behs dikim. Di vê paradigmayê de, statû û rejima Kurdistanê, sîstema aboriyê ya azad û an jî ya kolektîf-dewletî unsurên girîng digre hundirê xwe.

 

Pirsgirêkên din yên Tevgera Bakurê Kurdistanê jî, ji vê pirsê diqewimin.

 

*****

Ez li cem vê yekê dixwazim li ser pirsgirêkeke din ya Tevgera Bakurê Kurdistanê, li ser “nebûna armanceke hevbeş” rawestim. Ev pirsa di vê merheleyê de pirsgirêkeke gelek girîng e. Ev pirsgirêke dibe sedem ku tevgereke neteweyîxwaz, têkoşer, rêxistineke gorî ev ramancê, yekîtiyeke neteweyî ya xwediyê fonksîyon derkeve holê. Ev pirsgirêke dibe sedem ku zêdetir kurd ber bi entegrebûnê biçin. Kurd nikarin li hemberî dewleta tirk û sîstema kolonyalîst helwesteke hevmişterek nîşan bidin û di navbeyna xwe û dewletê de sînorekî diyar, bikşînin.

 

Wek tê zanîn di navbeyna heywan û însanan de ferq/cûdayetiya mezin, fikirandina însana ye. Bi reya min, di navbeyna heywan û însana de qasî ev ferqê, ferqeke bingehî jî, însan xwediyê armancan e, heywan xwediyê armancekê nînin. Însan, xwediyê armanca sereke û armancên duyemîn-sêyemin e.

 

Însan, ji bona ku armanc û an jî armancên xwe pêk bîne, diafirîne, xebat dike, xîret dike. Armanc, însan motîve dike û xîretkêş dike.

 

Armanc, hêvî ye û tiştên mirov li bendê ye. Ev hêvî mirov zînde dike û di serkeftina wî de dibe sedema esasî. Dema ku mirov armanc û hêviyên xwe wenda bike, zindîbûna xwe wenda dike, mirina xwe amade dike.

 

Însan, civat û neteweyan ava dike. Civat û netew jî wek mirovan xwediyê armanc û an jî armancan e. Armanc, di pêşketina civat û neteweyan de jî sedem û unsurekî girîng e. Armanca civat û neteweyan jî hêviya wan e. Civat û netewe ji bona ku hêvî û armancên xwe pêk bînin hewil didin. Civat û netew bi riya rêxistinên xwe hêvî û armancên xwe pêk tînin.

 

Ev rastiya ji bona civat û netewa kurd jî derbas dibe. Civat û neteweya kurd dema ku xwediyê armanc û hêvî bûye, rabûye ser piyan, dema ku armanc û heviyên xwe wenda kiriye, bê serî û ber, bê rêxistin bûye. Ji bona xwe nikariyê hêjayiyan biafrîne.

 

Neteweya kurd dema ku li hemberî împaratoriya Osmanî û Farsî, piştî Peymana Lozanê li hemberî Komara Tirkiyeyê, dewleta Îranê, Iraqê, Suriyeyê serîhildayê û li ber xwe daye, xwediyê armancekê û hêviyekê bûye. Piştî ku armanc û hêviya xwe wenda kiriye, serê xwe tewandiyê.

 

Lê dema ku ez ji armanc û hêvîyê behs dikim, ev hevî û armanca serek e, mezin û hevbeş e. Dema ku netewek xwediyê amanceke hevbeş nebe, nikare bi hev re rabe ser piya û li seransera welatê xwe tevgerekê saz bike. Ji bona ku neteweya kurd xwediyê armanc û hêviyek hevişterek nebûye, serîhildan li tevayî Kurdistanê pêk neahatine.

 

Dema ku em ji Tevgera Bakurê Kurdistanê jî qal dikin, bi wateyekê jî ji civat û netewa Bakurê Kurdistanê tê behs kirin. Tevgera Bakurê Kurdistanê jî divê xwediyê armanc û hêviyeke hevbeş be.

 

*****

Tevgera Bakurê Kurdistanê, di destpêka sedsala 20-an de, wek bername her çiqas gelek aşkere xwediyê armanc û hêviyeke hevbeş nebe jî, metoda ku bi kar anî û metoda wê ya şerê çekdarî, armanca wê zelal dikir. Şerê çekdarî bi xwe jî diyar dikir ku neteweya kurd piştî ku Komara Tirkiyeyê ava bû û neteweya kurd ji hemû mafên xwe bê par bû, naxwaze ku bi neteweya tirk re û di nav tixuba Komara Tirkiyeyê de bijî û dixwaze ku dewleteke xwe ya serbixwe ava bike.

 

Piştî ku serîhildanên neteweyî yên Bakurê Kurdistanê şikest xwar, Tevgera Bakurê Kurdistanê ji holê rabû, serokên kurdan hatin kuştin û hatin îdam kirin, tevkujî û qetlîem û sirguniya kîtlewî hat kirin, gund, bajerok, bajarên Kurdistanê hatin şewitandin; bi van hemûyan re hêvî û armanca kurdan jî, ji holê rabû.

 

*****

Mirov dikare bibêje ku neteweya kurd heta salên 1960-î û 1970-yî wek miriyan, ji jiyaneke aktîv û berhemdar û afirandî dûr jiyana xwe meşandin û ji derveyî siyasetê man. Di van salan de jinûve neteweya kurd, li ser bingeheke nû, di bin tesîr û bandorên nû yên tevgerên civakî û neteweyî de ji bona xwe hêvî û armanc afirand.

 

Bi taybetî piştî Bihara 2-emîn ya Tevgera Bakurê Kurdistanê, piştî salên 1970-yî ev hêviya geş û şîn bû. Tevgera Bakurê Kurdistanê, xwe jinûve rêxist, ji bona xwe paradîgmeyeke nû ya neteweyî pêk anî û encama ev paradîgmeya hevmişterek ya neteweyî di hemendem de hêviyek û armanceke hevmişterek jî afirand.

 

Gorî paradîgmaya neteweyî ya wan salan dewleteke serbixwe ya Kurdistanê, ji bona Tevgera Bakurê Kurdistanê bû hêviyek û armanceke serek e. Ev domandina kevneşopiya sedsala 20-an xuya dikir. Vê armancê him tevger, him hemû rêxistinên Kurdistanê, him jî ferdên welatparêz û gelê kurd motîve kir, bû baweriyeke xurt. Ev armanc û hêviya ku bû baweriyeke xurt, derfet çêkir ku tevger di demeke kurt de xurt û kîtlewî bibe, şiyarbûyinekê pêk bîne. Ji bona dewleta kolonyalîst bibe tehdîdeke siyasî û civakî. Hezar mixabin di hemendem de jî, ji Darbeya leşkerî re jî bibe sedem !.

 

*****

Piştî şerê sar Tevgera Bakurê Kurdistanê hewcedar bû ku xwe jinûve ava bike, ji bona xwe paradîgmayeke nû biqewimîne. Lê ev yeka pêk nehat, paradîgma û hêjayiyên dema şerê sar hatin domand. Ji bona vê jî Tevgera Bakurê Kurdistanê ji aliyê armanc û hêviyên xwe de jî ber bi rizandinê çû. Girêdayî gelek sedemên hundirî û derve, girêdayî sedemên meddî û manewî armanca hevmişterek ya heyî jî, ji holê rabû, ji bona Tevgera Bakurê Kurdistanê armancên cîhê hatin rojevê.

 

Ev armancên Tevgera Bakurê Kurdistanê: Dewleta serbixwe, federasyon, konfederasyon, Komara Demokratîk a Tirkiyeyê, Otonomiya Ozerk û wekî din in.

 

Ev armanca nemişterek, di navbeyna rêxistinên Kurdistanê de qasî ku dûrbûyinekê çê dike, di hemendem de li pêş yekîtiya neteweyî û têkoşîna hevmişterek, afirandina giştî û civakî ya neteweyî de jî astengekek e.

 

Divê Tevgera Bakurê Kurdistanê vê pirsê çareser bike. Divê ji bona Tevgera Bakurê Kurdistanê, Tevgera Başurê Kurdistanê wek model bê pejirandin.

 

*****

Li Başurê Kurdistanê armanca hevbeş bû sedem ku bi hêsanî YNK û PDK a Iraqê û hêzên din di armanc û statûya federasyonê de bibin yek, xwe organîze bikin; bawerî bidin gelê Kurdistanê û dinyayê.

 

Li Rojhilata Kurdistanê jî, ev pirsa çareser bûye. Di destpêkê de hemû rêxistinên Kurdistanê “ji bo Îranê demokrasî û ji bona Kurdistanê otonomî” daxwaz dikirin, di vê merhelê de jî armanca wan: Îraneke federal, Kurdistaneke federe ye.

 

Li Rojavayê Kurdistanê jî armanca hevmişterek wek Tevgera Bakurê Kurdistanê pirsgirêkek e. Li Rojavayê Kurdistanê jî, statûya bê de lihevkirinek tune ye.

 

*****

Ev rastiya ji bona hemû parçeyên Kurdistanê jî derbas dibe. Armanceke hevmişterek ji bona hemû beşên Kurdistanê jî pêwist e. Netewe kurd, neteweyeke parçe bûyîye. Kurdistan jî welatekî parçe bûyîye. L” hevbeşbûna Kurdistanê û neteweya kurd armanca mişterek ya hemû kurdan e. Ev jî di pirsên strarejîk û armancê de lihevkirinekê dixwaze.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev