Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

SIWARÎ Û MURTULE BEG – 3

SIWARÎ Û MURTULE BEG – 3

Ev serpêhatîya nivîskarê kurd yê navdar Nado Maxmûdov di pirtûka wî a bi zimanê ermenî a bi sernavê ”Rasthatinên nebîrkirî” çap bûye. Têmûrê Xelîl ew ji ermenî wergerandîye kurdî. Li wir behsa Murtule begê navdar dike, ku di dema gelkujîya ermenîyan da gelek ermenî û kurdên êzdî ji qirkirinê parastîye. Nivîskar rastî muxtarê gundê Murtulegê begê (muxtar ermenî bûye) hatîye û ev serpêhatî nivîsîye. Fermo, bixwînin û hûn jî wek me lezetê jê bibînin.

Me beşên pêşin û duduyan berî çendekê weşandibû, niha jî keremkin beşa sisîyan, a dawî bixwînin.

Femdarî ye, ku îzbatîyên derheqa dostanîya ermenîyan û kurdan da ji guhdarîya sultanên tirkan der nema. Wana rind derc dikir, ku hevgirtina herdu miletên me wê zirar bida dewleta wan, lema jî dest davîtine her cûre şerletanîyan. Em bîr bînin, ku Ebdul Hemîd bona ber dilê kurdan da bê, axa ermenîyan ji dest wan digirt û dida derebegên kurd, bi wê yekê va dijminayî dixiste navbera wan.

Tirkîye ne tenê ji dostanîya ermenîyan-kurdan ditirsîya, lê wek ku me jorê destnîşan kirîye, zêde ji tevgera haydûkan ditirsîya ya bi serokatîya Sêrob paşa û Andranîk paşa. Û sultan biryar dike wana ji holê rake. Pêşî Sêrob paşa, ku bo serê wî pereyekî gelek mezin kivş kiribû. Wê bêbextîyê Beşîrê Xelîl hildide ser xwe, ku merivkuj û talankarekî navdar bû. Ew pêwendî bi ermenîyekî xwefiroş ra datîne, ew jî cîyê Sêrob jê ra dibêje. Lê bûka yê xwefiroş – Xanê biryar dike haya Sêrob pêxe, lê heta ew difikirî, Sêrob dikeve telika merivkujan. Serê wî tê birînê û wî serîyî dibin nîşanî sultan dikin, sultan jî pere dide wan û xelat dike. Sultan soz dide xelata duduyan jî bide, eger ew serê Andranîk jî bînin.

Murtule beg derheqa wê yekê da pê dihese, bi destî alîkarê xwe yê ermenî behs ji Andranîk ra dişîne, dibêje ku jîyana wî di xeterê da ye. Em wê jî bêjin, ku Murtule beg, Gêvorg Çaûş û Cangîr axa gelek nêzîkî hev bûne.

-Em mêzekin çika diya kê wê bigirî, diya min, yan diya Beşîrê Xelîl?- Andranîk paşa bersîvê dide.

Kuştina Sêrob paşa gişkan zendegirtî dihêle, zêde jî Andranîk paşa. Ew sond dixwe, dibêje ew merivkuj li esmanan bin, li erdê bin, yan di binê behrê da bin, ewê ceza xwe bistînin. Û dest pê dike li rêça wî digere. Zûtirekê behs digihîje wî, ku Beşîrê Xelîl bi jina xwe, bi rêberîya xulaman diçe bona hevalê xwe yê ermenî bibîne, jê ra sipasîya sultan bêje û hediya wî bidê bona xizmeta wî. Wextê hevdîtina wî bi wî neyarî ra tê. Û dema tu şika wî tunebû, ku çi ecêb dikare bê serê wî, di serê xwe da plan kiribû çawa Andranîk ji holê rakin, dikeve telika kesên ku dû wî digerîyan, dor lê tê girtin. Andranîk paşa bi derbeke zîrek va ew ji hespê tîne xwarê, destxweda serê wî hildiqetîne û dike xurcê xwe.

-Kûçik gerekê wek kûçikan bisekite. Xweş gotine – kesê ji xelkê ra çal dikole, gerekê bifikire ku ew bi xwe çawa ji wê çalê derkeve,- min got.

Wê demê jina kesê serê wî hatîye jêkirin berê hespê diguhêre, ku ji wir bireve. Ji dest me kevok nikaribû bifilitîya, vêca ewê çawa birevîya. Wêya vedigerînin, tînin cem Andranîk. Jin lava-dîlekan dike, ku Andranîk wê sax bihêle.

-Em di hindava jinan, kal û pîran, zaran çekê bi kar naynin. Em berê çeka xwe didine wan kesan, yên ku xaîntîyê ji me ra dikin, bo me hesab yek e, ew kurd e, yan ermenî ye,- Andranîk dibêje û emir dike wê berdin. Lê dema dibîne, ku ji ber benê pişta wê şûr û xemil-xişir derdixin, dibêje: di edetê me da dizî-talan tune.

Piştî ku ji heq û hesabê Beşîrê Xelîl tê der, ew berê xwe dide mala ermenîyê xayîn, bona ji heq û hesabên wî jî bê der. Wî xayînî hazirîya xwe dîtibû, ku Beşîrê Xelîl ser dereceya bilind qebûl bike, û şaş û metel dimîne, dema Andranîk paşa bi wî va dertê. Ew yekser ser va diçe, ku hatina wî a nişkêva ne ji bo xêrê ye. Xwe şaş dike, reng lê diçe û dest pê dike lawazîyan dike.

-Çi bextewarîyeke mezin e bo min te bibînim, tu hêvîya me yî, parastvanê me yî. Tu ser serê min, ser çavên min ra hatî.

Andranîk tehmûl nake, nahêle ew gotinên xwe yên qels berdewam bike. Ji hesabê wî jî tê der, dixweze vegere, lê ji hundur jinek dertê û bi îskeîsk xwe davêje ber pîyên Andranîk.

-Min jî bikuje, ez jî gunehkar im,- jinikê got. Heta minê behs bigîhanda Sêrob, ew êdî kete nav lepê xayînên ha,- û destê xwe bir ber cinyazê xezûrê xwe.

Ew bûka wî xayînî bû, Xanê.

-Negirî, keça min. Hilbet, eger te bikaribûya di wextê da behs bişanda, ewê şehîd neketa, wê bi destê bêbexta neçûya. Baş e, ku di vê malê da jineke ha helal dijî.

Û pesinê wê dide, ber dilê wê da tê, bêhna wê fieh dike.

Tarî êdî ketibû erdê. Siet 10ê şevê bû. Em di xeberdanê da ketibûn û me ji bîr kiribû, ku gerekê ronahî xuya nebe û bona wê şaşîyê nobedarîya şevê gazinê xwe li me kir. Malxwêya malê bi lez pencere girtin, perde kaş kire ber wan. Me şev baş ji mêvanan ra got û em çûne odeya razanê, ku keçên biçûk li wir ketibûne xeweke şîrin. Ez wê jî bêjim, ku mêvanên me cixarekêş bûn, gelek dikişandin. Xwesma Harûtyûn, ku miştika zîvkildayî ji devê wî dernediket, wek ku wî digot, ew hediyaya tek tenê ye ku ji Miksê maye.

Heta pencere vekirîbûn, hewa hinekî xweş bû. Lê piştî ku girtin, arîka odeyê di dû û dûxanê da mabû. Hewa xefe bû, meriv nikaribû bêhna xwe hilde, xwesma kesên cixarenekêş. Min bi mecbûrî carina ronahî ditemirand, pencere hinekî vedikir, bona hewa paqij bê. Lê min nikaribû cixarekişandin li wan bida qedexekirin.

Me sohbeta xwe berdewam dikir. Û gilî dîsa hat ser Murtule begê. Harûtyûn miştika şêlazî ji devê xwe derxist û berdewam kir.

-Kesên wek Murtule begê ermenîhez li herêma Miksê gelek kêm bûn. Ez ku heft rojan, heft şevan derheqa wî da xeberdim, dîsa têrê nake. Em gundîyê hev bûn, malên me jî nêzîkî hev bûn. Navê gundê me Haxîn bû. Malên me hema li rex hev bûn. Derê me ber wan vekirîbû, derê mala wan jî ber me. Me ferq danetanî navbera xwe. Ew rasterêkirê me bû, her tişt hel dikir. Mêvan ji mala wî kêm nedibûn. Ewî ber her kesî textê nan rast dikir, ew beg bûya, cindî bûya, bazirgan bûya, cendirme bûya, kurd bûya an miletekî din bûya ferq nedikir. Dema mêvanên wî pir bûna û tiştek kêm bûya, xulamê xwe dişande mala me.

-Em wê jî bêjin, ku berî gelek salan zanyarê genc Hovsêp Orbelî bona ser zargotin û deba devera Miksê lêkolînan bike, du caran diçe Miksê û herdu caran jî dibe mêvanê mala Murtule begê. Zanyarê mezin di bîranînên xwe da wî dihesibîne wek kesekî mirovhez û xwedî aqilê Xwedêdayî.

Paşê Harûttyûn gewrîya xwe şil kir û sohbeta xwe berdewam kir.

-Karê bavê Murtule begê – Evdal yê sereke çodarî bû, ango pezfirotan bû. Piranî jî wî li bajarên Wanê, Bîtlîsê, Şamê û Helebê difirot. Ew di hindava tirkan da merivekî gelek zalim bû, bi a hukumeta tirkan ne dikir, hela di ser da jî xelkê fêr dikir derkevin dijî dewletê. Wê demê Bedirxan begê ji Hekkarîyê jî di hindava hukumeta sultan da dijminatî dikir û ew nas ne dikir. Hukumeta Osmanîyê mînanî rûvîyên tewlebaz ew dixapîne, davêje telikê û sirgûnî Polîsê (Konstantînopol.- wergêr) dike. Ji vira bi gemîya Fransîyayê direve Rûsîyayê, li wir îltîca sîyasî distîne û heta dawîya emirê xwe li bajarê Tbîlîsîyê dimîne (li vira qesta nivîskar Kamil beg Bedirxan e.- wergervan).

Piştî demekê bi eynî cûreyî Evdal beg bi malê va sirgûnî Polîsê dikin. Li Polîsê Evdal beg Murtule beg dike dibistana tirkî, dide ber xwendinê. Li vira begê genc bi xwendkarên ermenîyan ra dikeve nava pêwendîyan, bi alîkarîya wan fêrî herfên ermenî dibe. Dibistan xilaz dike, lê kar nabîne. Piştî demekê Evdal beg tê efûkirinê û ew vedigere gundê xwe – Haxînê. Murtule begê genc li gund cem keşîş Martîros dest pê dike ermenî fêr dibe, bi serbestî bi ermenî dinivîse, dixwîne û diaxive. Ew alîkarîya dibistanê dike, alî zarên destteng dike bona ji xwe ra pirtûkên dersan û tiştên lazim bistînin.

-Piştî vegerîya gundê xwe,- sohbetvanê min berdewam kir,- Evdal beg dirêj nejît. Ewî dû xwe du kur – Murtule beg û Nûredîn beg û keçeke bi navê Şureta bedew hîşt, ya ku ji Royê ra wek dibêjin digot: tu derneyê, ezê derêm. Ewê gelek baş hesp dajot û dikaribû gulleya xwe li nîşanê xe. Û zêde bi birayê xwe yê mezin – Murtule beg ra girêdayî bû. Carina bi hev ra diçûne nêçîrê û destevala venedigerîyan. Ew herdu bira ji dêyekê bûn, di bin banekî da mezin bûbûn, lê xuyê wan ji hev pir cuda bû. Piştî mirina Evdal beg Murtule beg bû serekeşîr. Ew bi merivhezî û rastgotinîya xwe ji alîyê gelekan va dihate hezkirin. Him ji alîyê kurdan da, him jî ji alîyê ermenîyan da. Yekî helal bû, neheqî qebûl ne dikir. Kê ku bona kul û derdê xwe berê xwe dida wî, poşman nedibû. Heta di hindava kesên ew bêhurmet kiribûn jî berbihêr bû.

Li vira sohbetvanê min demekê sekinî, cixare kişand, paşê berdewam kir.

-Rojekê Murtule beg di rê da diçe, dibîne li rex kanîyê gundîyekî ermenî melûl rûniştîye. Ev yek bala beg dikişîne. Ew ji hespê tê xwarê, silavê didê û pirs-pirsyaran li wî dike.

-Tu ji ku têyî, di ku da diçî?

-Ez ji cîkî dûr têm, diçim gazinê xwe ber Murtule begê bikim, derdê xwe jê ra bêjim, bira can,- gundî bersîvê dide.

-Lê te ew dîtîye, tu wî nas dikî, wê ji derdên te ra derman bibîne?- beg dipirse.

-Ez çi bêjim, wek dibêjin kûçik ji kûçik e, herdu jî ji malekê ne,- gundî bersîvê dide û ji wî cixarekê dixweze, paşê berdewam dike.

-Cihana tirkan cihana neheqîyê, merivkujîyê, zulm û zorê ye. Lê dinya zorê nîne, ku wê rojê axayê gundê me gayê min ser du rojan deyn kir bona erdê xwe bajo, niha jî naxweze bide? Ka bêje, li vê dinya kambax qanûn û heqî hene?- gundî bi dilekî kovan dibêje.

-Çi dibêje, ku nade?- beg dipirse.

-Xudêgiravî kalikê min deyndarê kalikê wî bûye, ew ga ber wî deynî va hildide. De were bêje, ku derew e. Ê, ê, ê… ez çi bêjim, li vê dinyayê derewa zorbeyan derbaz dibe, ne rastîya kesên belengaz. Tu çi difikirî, beg wê alî min bike, yan na?

-Çi bêjim, eger gotinên te rast bin, ez ser wê bawerîyê me, ku wê alî te bike,- Murtule beg di bin pozê xwe da dikene û dibêje. Û navê wî jê dipirse, yek jî ji kîjan gundî ye.

-Navê min Bedbext e,- gundî bersîvê dide û dibêje.- Rehme li pêşîyên te be, diya min a rehmetî dema ez anîme dinyayê, hema wê rojê dimire. Merivên me difikirin çi navî li min bikin. Yek dibêje navê wî deynin Mamîkon, yekî dinê dibêje Tîgran, yê sisîyan dibêje Hayk. Dawî bavê min dibêje: ”Ji ber ku bextê zarê lê ne xist, diya xwe nedît, navê wî gerekê daynin ”Bedbext”. Û wisa jî biryar dikin”.

-Lê tu ji ku têyî, di ku da diçî, evdê Xwedê, xuya ye tu jî mînanî min xwedî derd î,- gundî dibêje.

-Li vê cihanê merivên bê derd tunene. Her yek ji me xwedî kul û derd e. Ez jî yek ji wan im. Ez çûbûm cem Murtule beg şikyat bikim, lê dîwanxaneya wî girtî bû, ew ne li wir bû. Gotin wê sibê bê. Ez fikirîm vegerim gund, rojtira dinê herim,- Murtule beg got.

-Rojtira dinê, berbangê,- sohbetvanê min dibêje,- gundî dikeve dîwanxaneya Murtule beg. Dikeve hundur û di cî da dibe risas. Dibîne, ku ew kesê duh ewî ber kanîyê pê ra qise dikir, wê li ser xalîçeya rengoreng rûniştîye û pala xwe daye balgîyên xas û qumaş. Çokên wî dilerizin, zimanê wî nagere. Ne ew e pêşda here, ne ew e paşda vegere.

-Roj baş, Bedbext, pêşda were, rûnê,- beg got.

-Ez çawa pêşda bêm, bi çi rûyî li te mêze kim, begê min,- zimanê Bedbext vedibe û bersîvê dide.- Min mala xwe bi bêxwedîyê zimanê xwe xirab kir. Bona gotinên duh yên pîs lêborînê dixwezim, beg,- ew lava-dîlekan dike û bêhemdî xwe li erdê, ser xalîçeyê rûdinê.

-Ez guh nadim gotinên te yên duh. Ber xwe nekeve. Haya min ji derd û kulên te heye; êdî qal neke. Min behs ji Mexsûd axa ra şandîye, ku gayê te li te vegerîne. Lê eger nede, êdî ew karê min e, ka ezê çi bînim serê wî,- beg dibêje û emirî ser xulam dike Bedbext bi nav û av bikin û verê bikin.

Murtule beg merivekî çiqas rehm û dilovan bû, Nûrî beg jî ewqas ruhbiçûk û dilkevur bû. Ji bo wî tenê bigihîje armanca xwe, ji bo wî ferq ne dikir yê pêşberî wî xaçparêz e, an misilman e. Sê kurên wî hebûn – Adil beg, Fetha beg û Arif beg. Evê dawî xwedî xuyekî nerm bû, lê herduyên din bavê xwe çûbûn, mînanî marên bi jehr bûn, kesên li rex wan ra diçûn, li wan vedidan. Wê jî bêjim, ku Murtule beg û xûşka wî Şuret herdem ew rexne dikirin bona helwesta wan a nemerivane, lê weke ku dibêjin: ”Ji kesên reş ra sabûn çi ye, ji dînan ra şîret çi ye”.

-Ne tenê hûn – xelkê Miksê derheqa Murtela begê da gotinên xweş dibêjin, lê herwiha xelkên Şataxê, Wanê jî, ku rastî min hatine,- min got.- Ew nezewicî bû. Carekê min jê pirsî, got begê min, tu bo çi nazewicî? Bersîva min da, got: -Ditirsim zureta min bişibin birayê min û zarên wî.

Wek ku min got, meriv derheqa Murtule begê da xeberde, heft roj, heft şev lazim in. Lê ez dixwezim bala we bikişînim ser du meseleyan.

Gulana sala 1896an bû. Her kes bi karê xwe va mijûl bû. di nav gel da behs belav bû, ku ermenî di bin xetera kuştinê da nin. Paşê em wê jî pê hesiyan, ku cem welîyê Wanê Elî paşayê, ku xwe firotibû tirkan, civîneke surî derbaz bûye, ku qaymeqaym, polîs, herwiha çend axayên kurdan jî tev lê bûne, wek baba Axasî, Ahmed beg, Lezgî axa, Murtule beg û şêx û melleyên fanatîk. Li wir fermana sultan Ebdul Hemîd a derheqa qirkirina ermenîyan da tê xwendinê. Di fermanê da ermenî dihatine gunehkarkirinê wek casûsên rûsan. Dû ra dihate destnîşankirinê, ku tevgelên qirkirinê ji bo talankirina hebûna ermenîyan ber Xwedê û qanûnê cabdar nînin, ji ber ku ew bi daxweza Xwedê dihate kirinê. Kafir dervayî qanûnê ne. Li ser vê axa kal û bavên me xên ji lawên quranê, destûra kafiran tune bijîn,- ew dibêjin. Ji kurdên ku di wê civînê da amade bûn, ew ferman tenê bi dilê Lezgî axa bû. Murtule beg dibêje: ”Lezgî axa, namûs û xîreta te heye? Heyfa xwîna bavê xwe hilde, ku polîsên tirkan ew kuştin, ne ku piştgirîya qirkirina ermenîyên bê sûc bike”.

Destpêka qirkirinê roja 31ê gulanê tê kivşkirin, roja înîyê. Şeva 29ê gulanê Murtule beg diçe gundê Haxînê. Di rê da du hespan ber hev diguhêze, rojtira din êvarê digihîje gund, wê demê, gava Nûredîn beg kesên wek xwe bêbext berev kirîye bona ew tevî qirê û talanê bibin. Beg destxweda wê civîna ewareyan bela dike û birayê xwe hebis dike. Rojtira dinê ew gazî axa, şêx û melleyên navdar dike, careke din gotinên serekê ruhanî yê navdar Şêx Ubeydullah dike bîra wan, ku gotîye: ”Sultan dixweze bi destî me ermenîyan qir bike, ku dû ra jî bi destî artêşê me bikuje. Em gerekê ew nan û xwêya me bi ermenîyan ra xwerîye, cînartî û kirîvtîya me jibîr nekin”,- ew dibêje û di ser da zêde dike. ”Eger yek ji we destê xwe bide hema ermenîyekî jî, ewê bê hesabê dijminê min û ewê ber Xwedê û ber min bersîvê bide”.

Ji haziran hemû jî bi Murtule beg ra razî dibin, xên ji Qurşûr, ku bingeha wî jî qurana Muhemmed pêxember bû, li ku hatîye destnîşankirin, ku kafiran, ango ermenîyan gerekê qir bikin. Murtule beg bi hêrs dibêje: ”Ka bixwîne, bira ev maqûl guh bidinê”. Dema melle şaş dixwîne, Murtule beg dibêje: ”Rast bixwîne, an na ezê şaşika serê te perçe-perçeyî bikim, li serê te xim. Di rîyê te yê mîna pirça bizinan da cin hatine veşartin. Tu derewçînek î, destûra te tune tu ji navê Xwedê û pêxember xeberdî. Sultan merivek e, îro heye, sibê tuneye. Lê milet herdem hebûye û wê hebe”,- ew dibêje û ji çepilê melle digire, ew kewkî dike derva. Bi vî awahî, bi saya Murtule beg ermenîyên Miksê ji qirê hatine rizgarkirin.

Çiqas diçû qedir û hurmeta Harûtyûn û Mûşêx di çavên min da zêde dibû. Wê jî bêjim, ku hela di zarotîyê da min ji çîrok û hikyatan gelek hez dikir. Di rojên zivistanê yên sar da, ku şev dirêj bûn, em berevî odeya gomê dibûn û me guh dide hikyat û serhatîyan û jê têr nedibûn. Weke ku niha jî ez bi wê zewqê guh didime mêvanên xwe yên ezîz. Her gotineke wan, her fikireke wan bala min dikişand û ji guhdarîya min der nedima, min her bûyareke hêjayî bîranînê û hewaskar di deftera xwe a notan da dinivîsî. Dema min xilaz kir, Harûtyûn xeberdana xwe berdewam kir.

-Wek min got, gundê me – Haxîn ne mezin bû. Di wî da 50 malên ermenîyan û kurdan hebûn. Ez muxtarê gund bûm, lê Murtule beg welîyê deverê bû.

Di gund da mala wî ji kevirên xas hatibû çêkirin û hemû nislên binemala wî di wê da diman. Zûtirekê ewî mala xwe firot û cîguhastî Miksê bû. Li vira ewî koçk û serayak li perê bajêr çê kir. Xûşka wî êdî mêr kiribû. Li malê xên ji wî xulam-xizmetkar jî hebûn. Ji wana çar kurd bûn, çar jî ermenî bûn. Hemû karên nivîsarê ermenîyekî bi navê Haklan dikir. Ewî bi herdu zimanan jî – tirkî û ermenî dikaribû binivîsîya û bixwenda. Bi dilê serekê Taronê yê tirkhez nîbû, ku Murtule beg piştgirîya ermenîyan dike. Bona wî ji me dûr xe, dixwest wî bike qaymeqamê Başqelê. Ev behsa han di nav me da tevlihevî û xemgînî peyda kir. Ew dihate wê maneyê, ku emê bêy pişt bimana. Him ermenî, him jî kurd derketin dijî wê biryarê. Em berev bûn, me kir-pîva, biryar kir nameyekê ser navê welîyê Taronê Elî paşa binivîsin û hîvî jê bikin, ku serekê me cîguhastî neke. Me di wê hîvîkirina xwe da nivîsîbû: ”Eger hîvîkirina me bê înkarkirinê, wê demê me jî bi wî ra bişînine Başqelê”. Bona birina wê nivîsê sipartine çend mirovên bi nav û deng, di nav wan da min û keşîş Martîros. Me xeysetê karmendên tirk zanibû, lema jî em destevala neçûn. Piştî rêwîtîya me a du rojan em gihîştine bajarê Wanê. Ji me nasên kê hebûn, ew çûne malên wan, nasên kê tunebûn, çûne karvanserayê, lê ez û keşîş Martîros bûne mêvanê nasê min Karapêt axa. Me ji wî ra derheqa armanca hatina xwe da got û me nivîsa xwe nîşanî wî kir, ku bi tirkî hatibû nivîsar, bi tirkîya herfên erebî. Ewî nivîsa me di destê xwe da bir û anî, dû ra got, ku ez ji vê tiştekî fêm nakim, ev kaxeza we a bi tenî qirûşek jî ne hêja ye. Bi vê karê we wê bi ser nekeve. We yê zer jî bi xwe ra anîye?

-Lê çawan,- keşîş Martîros got.

-Wê demê şuxulê we wê bi ser keve, xulamên sultan bona wanên zer wê mirîyên xwe ji gorê derxin,- malxwêyê malê got û em ezimandine ser sifirê bona taştê bixun.

Rojtira dinê di dema ku welî merivan qebûl dike, em li ber dîwanxaneyê li bendê bûn. Piştî em demeke dirêj li bendê man, xulamê wî em teglîfî hundur kirin. Keşîş Martîros wek dua rûyê xwe xaç kir û em gişk ketine hundur. Welî li ber maseya bi cûrê rohilatê xemilandî, bi rîyê hinekirî, şaşika rengê tarî li sêrî, bi dêmekî tirş rûniştibû, te digot qey xerc û xeracên dinyayê kirine situyê wî. Wî sibexêrîya me bi dilsarî qebûl kir.

-Ka bêjin, derdê we çi ye,- wî pirsî.

Me nivîsa xwe danî ber wî, ser maseyê,- Li vir her tişt hatîye gotin, axayê me,- keşîş Martîros got.

Paşa nivîsa qatkirî vekir, qelema xwe li maseyê dikir tixetixk û dixwend, rûyê wî pirtir tirş bû û di bin pozê xwe da kire mirte-mirt.

-Ew ne tiştê bûyînê ye. Bi vê yekê va hûn derdikevine dijî qeyde û qanûnên dewletê,- weke ku mar lê xe ji cîyê xwe quloz bû û bi dengekî hêrs kire qareqar.

-Hûn çi dibêjin, paşa? Çima em xwedîyê çend serîyan e, ku derkevin dijî qeyde û qanûnên dewletê. Çawa dibe, ku tiştên ji ezmanan rijyayî erdê qebûl neke. Em qanûnên wê bi dilxweşî pêk tînin, em hemû xerc û xeracên wê di wextê da didin, esker bixweze – ew wê jî didin, gerekê rê bêne çêkirinê – em çê dikin,- min bersîv da.

Dawî, piştî rica û lavayan wî got:

-Bes e, serê min neêşînin, herin hûn jî bifikirin, ezê jî bifikirim, sibê van çaxan werin, ezê bersîvekê bidim.

Wê demê xulamek qedeha qahweyê li ser sinîyeke zîvîn anî da ber xwedîyê xwe. Paşê îşaret da me, ku em derkevin. Me serê xwe ber welî berjêr kir û bi dilekî kovan derketin, me fikirên xwe bi hev ra guhart, bi gavên nerm va berê xwe da mala em lê bûbûn mêvan – mala Karapêt axa. Ew ber makîneya terzîyê rûniştibû, kinc didirûtin. Ew ne tenê li Wanê, lê herwisa li tevaya deverê terzîyekî binavûdeng bû. Axa û beg, muxtar û midûrên deverê diçûn cem wî bona ew ji wan ra arxalix û çuxe bidirû. Karapêt axa hostayê neferên malbeta Elî axa bû jî. Di wê malê da qedirê wî gelek digirtin.

Dema Karapêt axa çav li me ket, dest ji dirûnê berda, vegerîya ser me. Ji kêfa me texmîn kir ku çi qewimîye.

-Wek ez dibînim, rasthatina we ne serketî bûye,- ewî bi ken got.

-Belê, qet ne bi dilê me bû,- me bersîv da.- Mînanî berazên bêkêr serê xwe kiribû ber xwe, dikire mirte-mirt, qet rûyê me jî ne dinêrî. Eger mêşek bihata ser rûyê wî rûnişta, wê perçe-perçeyî bûya.

-Axirî bû çi?- Karapêt axa pirsî.

-Piştî gelek lava û dîlekan got bes e serê min biêşînin, herin bifikirin, ezê jî bifikirim, sibê werin ezê bersîvekê bidim.

-Ha, ha…,- Karapêt axa ji dil kenîya,- karê we wê bi ser keve. Qet ber xwe nekevin, meseleya kurdî dibêje: ”Xwedê yek e, dergeh hezar”. Qet şika min tune, sibê bi daxweza Xwedê û bi zora zêran hûnê bigihîjine mirazê xwe.

Paşê Karapêt axa siparte kesekî ji me ra qahweyê bînin. Dû ra, heta qahwe çê dibû, pêşnîyar kir bi wî ra nerdî bilîzin.

-Em zeran bi qedehê gulol bikin, an bi destan?

-Ji bo min ferq nake,- keşîş Martîros got.

-Baş e, bêy qedehan,- malxwêyê malê got û di ser da zêde kir:

-Eger min zora we bir, bizanibin wê karê we baş bimeşe, eger ji min çû, hêvîya xwe daynin ser milyaketan.

-De fikira xwe vekirî bêje, ku tu dixwezî ji me here,- keşîş Martîros bi henekî got.

Xên ji Muxtar beg tu kesî li Miksê nikaribû zora keşîş Martîros bibe. Nerdî anîn. Dest bi lîstinê kirin. Piştî demekê malxwêya malê qahwe jî anî û berî ku here, ji mêrê xwe ra got:

-Wek ez dibînim, tuyê ji bo nerdîya xwe mêvanan îro bê xwerin bihêlî.

-Tişt nake, emê zirarê nekişînin. Kara me ye,- Karapêt axa bi henekî got û zerên xwe avîtin.

Û rastîyê jî, em ji xwerinê bê par man. Herdu jî ketibûne lîstikê, yek ber yê din danedixwar, herdu jî lîstikvanên ji dil bûn. Min bêdeng li lîstikê mêze dikir. Êvar di ser me da dihat. Lîstik wekehev xilaz bû.

-Dêmek, wê karê we jî wekehev xilaz be,- Karapêt axa got û em rûniştin xwerinê bixun.

Ronahîya pencên tavê ya li ser kela Wanê xeyirî. Tarî dikete erdê. Karapêt tiştek pêça da ber piçenga xwe, dû ra berê xwe da me.

-Yên zer cem kê ye, ka bidine min,- wî got.

Bêy ku ez jê pirs bikim bo çi, min kîsê zêran da wî. Ewî kîse kire berîka arxalixê xwe.

-De, niha werin em herin,- ewî pêşnîyar kir.

-Emê di ku da herin?- Martîros pirsî.

-Çawa emê di ku da herin? Em herin mala Elî axayê walî,- wî got.

Dima, ku em bêdeng bi a wî bikin. Piştî demekê em ketine mala walî.

-Akşamin xêr (êvara we bi xêr), Elî efendî,- Karapêtê keşîş silav da wî.

-Wey, xoş galip sin, hosta Karapêt, bûyûrin (tu bi xêr hatî, hosta),- ewî got û teglîf kir em rûnên. Em li ser xalîçeyê rûniştin, lê ew ji textê peya bû, pala xwe da balgîyan û destpê kir qeylan kişand.

Rêvebirê me torbe di bin piçengê xwe da derxist, danî ber paşa. Ew şalwarê wî bû, ku wî tembe kiribû. Paşê got: ”Ricayeke min ji te heye, ricaya van mêvanên min li erdê nexe, daxweza wan pêk bîne, ew jî merî ne, di bin deynan da namînin”,- Karapêt axa vêya got û ji berîka xwe kîsika tije zêr derxist.

-Eva jî me bona te wek ”çay pûlî” anîye,- got û kîsik danî ber wî. Paşa ew kire bin balgîyê xwe. Paşê jî got: ”Bi hezaran merivên wek vana hîvî bikirana, hesab yek e, minê biryara xwe neguhêranda. Lê ez naxwezim ji xatirê te derkevim”,- ewî bi henekî got.

-Wek ez dibînim ev keşîşê we yekî bi aqil û zane xuya dike. Belkî êdî Murtule beg kirîye xaçparêz jî, lema ew li xatirê tu xaçparêzekî nakeve. Eger melleyên me yên muftexur jî xwedî wî aqilî bûna, niha di zû da ermenîyan anîbûn ser dînê Mihemmed pêxember. Lê ruhê wan tê ber devê wan heta yekî xaçparêz dikin misilman. Ez zanim, ku hûnê dest ji jîyana xwe berdin, lê ji dînê Îsa pêxember bernadin.

-Efendîyê qedirgir, qet di fikira keşîşên me an jî kesên ruhanî yên derecebilind ra derbaz nabe Murtule beg bikine xaçparêz, ew jî mînanî we ji dîn û meshebê xwe hez dike. Ew jî mînanî we dikeve derdê miletê xwe. Bona wê jî milet qedirê wî zane. Hurmet û hezkirina milet di hindava wî da bê hed û hesab e. Herwiha ew di hindava xirabîyan da sert e, neheqîyê qebûl nake,- Martîrosê keşîş got.

-Minetdarîya me a din di hindava Murtule beg da ew e,- Harûtyûn gotina xwe berdewam kir,- ku berî pêkanîna biryara qirkirina ermenîyan, contirkan ermenî bêçek kiribûn. Bona wî meremî serekê cendirmeyan mînbaşî Çerkez fermana wezîrê karên der Talaat paşa di dêst da hatibû Miksê. Wek hemî karmendên mezin û biçûk yên sultan, ev jî bû mêvanê koçk û seraya Murtule begê. Ez wê jî bêjim, dema ji sultan karmendek dihate Miksê, em tevlihev dibûn, me hîs dikir, ku bo ermenîyan wê tu tiştekî xêrê tunebe. Lê hatina cendirmeyan xof û saweke diha mezin dikir dilê me.

Murtule beg merivekî zane bû. Hela berî hatina serekê cendirmeyan Çerkez, ewî min, keşîş Martîros û çend ermenîyên din yên berbiçav haydar kiribû û ji me ra gotibû:

-Wisa xuya ye tirk wê kesên devera me jî bêçek bikin. Lazim e ku di malan da tu çek nemîne, wana berevî cîkî ewle bikin, hela em mêze bikin ev ecêba mezin wê çawa xilaz bibe.

Hilbet, merivên wisa hebûn ku bawerîya xwe bi wê pêşnîyarê ne dianîn, heta şika wan jî hebû, ku xudêgiravî ew yek qestbende tê kirinê bona teslîmkirina çekan hêsantir be.

Neyse. Kesên wisa şikber dihatine şermezekirin, ji ber ku wana bi wê nebawerîyê beg bêhurmet dikirin, ku per û baskên me bû, dostê me yê erhede bû. Bi pêşnîyara wî me hemû çek berevî ser hev kir û li cîyekî wisa veşart, ku şeytan jî wê cîyê wan nizanibûya. Ha, ez wê jî bîr nekim bêjim, ku wî temî da ku çend tivingên bêrdang, eynelî û çaxmexlî cuda bikin, dema lazim be em wana teslîm bikin, bi wê va wana bixapînin. Me wisa jî kir. Zûtirekê em ji Haklan pê hesiyan, ku dema bînbaşî xwestîye çekan berev bike, Murtule beg bersîva wî daye, ku çekên ermenîyên di bin hukumdarîya wî da tunene, miletekî aram e. ”Baş e, emê mêze bikin, binêrin çika çi dibe”,- bînbaşî dibêje. Derkete holê, ku ew nêçîrvanekî ji dil e û gotîye ku dixweze here nêçîrê. Murtule beg ji gotina wî dernayê. Lê li çiya û daristanên Miksa me da çi heywan bêjî hene – wek xezal, pezên kûvî, hirç, gur, rûvî, kêvrûşk û teyredeyên cuda-cuda. Mihîneke Murtule begê ya erebî hebû, ku ji bayê jî leztir dibezîya. Bînbaşî dema dide dû xezalan, paş dikeve, xwesma di dema hilkişîna çiyê, ew bi mihîna Beg va heyrî dimîne û çavê wî li ser e. Li vegerê, di dema sohbetê heyrîbûna we venaşêre, ji beg ra dibêje: “Beg, eger mihîneke min a mînanî mihîna te hebûya, minê xwe bextewarê dinyayê bihesibanda”.

-Çerkez efendî, ez naxwezim te ji wê bextewarîyê bêpar bihêlim. Ez vê mihînê diyarî te dikim. Ez bawer im, ku tuyê jî min ji bextewarîya min mehrûm nekî. Zirarê nede ermenîyên me, ku hêvîya xwe bi min va girêdane, were dest ji wan bikişîne,- Murtule beg got.

Ew pêşnîyar ji bo serekê cendermeyan ji nişkêva bû. Ewî erf-edetên kurdan rind nas dikir, zanibû, ku kurd bêy ku zêde bifikire, dikare her tiştê xwe dîyarî bide, xên ji çeka xwe, hespê xwe û jina xwe. Ew cûrê jîyana kurdan e, ew di xwîna her kurdekî da heye. Lê dema ew di rastîya gotinên beg da tê bawerkirinê, destê xwe nêzîkî çavên xwe dibe û dibêje:

-Gyuzum usti (ser çavên min), Murtule efendî. Lê bona ez ber serokatîya xwe nekevim rewşeke teng, emir bike bira çend çekên zenggirtî, kêrnehatî teslîm bikin.

Di dema vê sohbetê, diha rast vê bazarê, Haklan jî hazir bû û wî derheqa vê yekê da ji me ra got. Herwiha got, ku beg bi pêşnîyara serekê cendirmeyan ra qayîl bû û siparte min ji we ra bêjim, ku çend heb tivingên bêkêr yên ”bêrdang”, ”eynelî” û ”çaxmaxlî” berev bikin, teslîm bikin, bona em bikaribin wî kûçikî verê bikin.

Dema Nûredîn beg dibihîse ku birayê wî mihîn pêşkêşî serekê cendirmeyan kirîye, bi qerf dibêje:

-Çi baş e, ku ew nezewicîye. An na dikaribû bona xatirê xaçparêzan jina xwe jî bida wan. Ew li wî tê…

Bi vê yekê va hilbet xetera qirkirina ermenîyan ji holê ranebû. Ew tenê destpêka bedbextîyê bû. Ecêbên mezin di rojên pêş me da bûn. Û ew sala reş – sala 1915an hat. Tallat paşayê ji zureta Çîngîz xan û Ling Têmûr bi şûrê xwe yê qetil wek pilingan bezîya, destpê kir li her deran xwîn rêt, hewil da beşa ermenîyan ya li rovayê tune bike.

Di wan rojên reşeheş da ermenîyên Miksê hêvîya xwe danîne li ser Murtule beg. Û hêvîyên me deya neçûn. Em nebûne xurê wê qetilê.

Harûtyûn qiseya xwe xilaz kir û cixareya xwe a temirî pê xist.

Sibe nêzîkî safîbûnê bû, em ketine nava cîyan.

Ji wan rojan bi dehan sal buhurîne. Lê min xwest ez nasîya xwendevanan bidim wî merivê ermenîhez yê mezin – Murtule begê Miksê.

(Wergera ji ermenî: Têmûrê Xelîl)

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev