Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

Şaredarên Sêrt û Dêrsimê hatin binçavkirin

untitled

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Di çarçoveya lêpirsîna PKK-ê de Serdozgeriya Sêrtê biryar da ku  Hevşaredarê Sêrtê yê DBP-yî Tuncer Bakirhan were binçavkirin.

Li ser biryara serdozgeriyê polîsên ji emniyeta Sêrtê avêtin ser mala Bakirhan û avahiya şaredariyê. Dogan Haber Ajansi DHA-yê ragihand ku Bakirhan li mala xwe hate binçavkirin.

Dema ku ev nûçe dihate amadekirin dorpêç û serdegirtina li Şaredariya Sêrtê hê jî berdewam dikir.

Li Şaredar Bakirhanê ku bêgirtin dihate darizandin, di danişîna biryara dadgehê ku 28-ê Cotmehê pêk hat de, bi tawanbariya ‘propogandaya rêxistina terorê’ salek cezayê hepsê standibû.

Tuncer Bakirhan berê jî ji Doza KCK-ê (Koma Civakên Kurdistan) 1,5 sal di hepsê de razabû.

Bakirhan di hilbijartinên 30-ê Adara 2014-ê de ji sedî 49-ê dengan wergirtibû û bibû Şaredarê Sêrtê.

Li hêla din serê sibê li Dêrsimê jî operasyonek destpê kir. Di operasyona ku bi biryara Serdozgeriya Dêrsimê pêk hat de hevserokên Dêrsimê Mehmet Ali Bul û Nurhayat Altunê DBP-yî li malen xwe hatin binçavkirin.

Li gorî çavkaniyên Riataza-yê ketin û derketina ji avahiya şaredariyê jî ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatiye qedexekirin.

Şaredariya DBP-ê di hilbijartinên 30-ê Adara 2014-ê ji sedî 42-yê dengan wergirtibû.

***

 “Daiş ketin û derketina Reqayê qedexe kiriye”

untitled

Li gorî Ajansa BBC-yê, çavkaniyên ku ji Reqayê radigihînin dibêjin ku Daiş li Reqayê piraniya cafeyên înternetê girtine û ketin û derketina bajêr jî qedexe kiriye.

Li gorî koma çalakvan “Raqqa Being Slaughtered Silently” (Reqa bi bêdengî tê qetilkirin) ku ji bajêr saloxan werdigire, piştî ku Hêzên Demokratîk ên Suriyeyê (HDS) bi pêşengiya YPG-ê dest bi operasyona Reqayê kiriye, Daişê hatûçoya agahdariyan daye sekinandin.

Mûsayê Reqayî yê 31 salî dibêje ku Daiş nûçeyên li ser tora ragihandinê bi hûrbînî kontrol dike, lewre jî ji ber kontrola dijwar a li ser internet û kanalên peykan/satalaytan agahî vergirtina li ser operasyona Mûsilê gelekî bi zehmet bûye.

Ebû Muhammedê ji înîsiyatîva ‘Reqa bi bêdengî tê qetilkirin’ jî diyar dike ku piraniya Reqayiyan dixwazin bajêr biterikînin, gelek caran plan hatine kirin ku birevin lê ev planen wan hatine eşkerekirin, lewre jî niha gelek kesên ku xwestine birevin girtî ne.

Li gorî Ebû Muhammed Daiş dest daniye ser pereyên wan û kesên ku piştgiriya hewla reva wan kirine wê bêne kuştin.

Dîsa li gorî heman kesî du malbatên ku xwestin bi zarokên xwe re birevin çendek berê ji hêla Daişiyan ve hatine girtin.

***

Esed: Heke Trump li dijî terorê şer bike wê bibe hevkarê me

untitled

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Serokomarê Suriyê Beşar Esed diyar kir ku heke Trump li dijî terorê şer bike wê bibe hevkarê wan ê xwezayî û ji dil.

Esed daxuyaniyek daye kanala RTP-ya Portekîzî û wiha gotiye: “Em niha nikarin li ser kirinên Trump tiştekî bibêjin. Lê heke sere terorîstan bike, wê bibe hevkarê me. Wê wekî Rûsya, Îran û gelek welatên din bibe hevkarê me yê xwezayî.”

Esedê ku pirsên RTP-yê bi îngilîzî bersivandiye li ser daxuyaniyên Trump ên li ser Suriyê jî wiha gotiye: “Tiştên ku dibêje hêviyên me geş dike. Lê gelo wê bikaribe pêk bîne? Wê çawa serederiya hêzên dijber ên di rêveberiya Amerîkayê de ne û medyaya bingehîn bike? Loma jî em nizanin ka wê sozên xwe bîne cih an na. Ji ber van sedemê em bi baldarî guhdariya gotinên Trump dikin.”

Esed li ser Amerîkayê jî got: “Ew xwe wekî polîsên dinyayê dibînin, lê ne wisa ne.”

Donald Trump, hefteya borî gotûbêjek dabû Wall Street Journalê û wiha gotibû: “Ez derbarê suriyê de ji gelek kesan cuda difikirim. Heke DYA êrîşê Esed bike, evê bê wê wateyê ku li dijî Suriyê şer daye destpêkirin.”

***

Pakîstan xebatkarên dibistanên Fethûllahçiyan dersînor dike

untitled

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Beriya serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Pakîstanê, rêveberiya vî welatî ji 108 mamosteyên ku di 23 dibistanên Fethullah Gulen de kar dikin, xwest ku tevî malbatên xwe terka Pakîstanê bikin.

Wezîrê Karên Navxweyî Yê Pakîstanê Çodri Nisar Ali Xan, di televizyoneke Pakîstanê de diyar kir ku wan bi awayeke fermî ji 108 mamosteyan xwestiye ku tevî malbatên xwe terka welatê wan bikin.

Wezîrê Pakîstanî eşkere kir ku ew li bendê ne ev kes heta 20-ê Sermawezê terka welêt bikin ku hejmara wan li dora 400 kesî ye.

Berê jî li Pakîstanê 28 midûrên dibistanên Fethullah Gulen ji kar hatibûn avêtin.

Tevgera Fethullah Gulen li Pakîstanê bi navê “PakTurk” karê xwe dimeşîne. PakTurkê di malpera xwe ya fermî de daxwaza Pakistanê piştrast kir.

Dema ku ev nûçe dihate amadekirin, Serokomarê Tirkiyê Erdogan ber bi Pakîstanê ve sefer dikir.

***

Şoygu: Me li Sûriyeyê 7 moşekên S-300 bicih kirin

untitled

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Li gorî Ajansa Sputnîkê Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu diyar kiriye ku wan li Sûriyeyê 7 moşekên parastinê ya bi nave S-300 bicih kirine.

Sergey Şoygu di civînekê de axiviye ku Serokwewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û rayedarên din jî tê de amade bûne.

Wezîr Şoygu di axaftina xwe de wiha gotiye: “Wekî hûn dizanin li Sûriyeyê pergala me ya moşekên bi nave S-400 demeke dirêj e ku dixebite. Ji bilî vê di behrê de ji bo heta Qibrisê parastin bê kirin, me 7 heb heb sîstemên moşekên S-300-î jî bicih kirin.”

Divê bê gotin ku sîstema moşekên S-400 li Baregeha Hmeymîma Lezqiyeyê piştî xistina balafira Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû bicihkirin.

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev