Ji Nubiharê ”Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî”

Ji Nubiharê ”Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî”

Nivîskarê vê pirtûkê Mihemed Heme Baqî, bi belge û nivîsên fermî, bi nameyên dewlet, konsolos, serokeşîr, karmend û rêvebiran… û xebatên heya niha li ser Serhildana Şêx Ubeydullah hatine kirin, wê me gav bi gav, roj bi roj li cih û qadên serhildanê digerîne.

Bi hûrgulî û dorfirehî em agahdar dibin ku kîjan eşîr û serokeşîr beşdarî serhildanê bûye, an jî li dijberî serhildanê rol leyîstiye. Nivîskar bi belge û arşîvên dewleta Qacarî (xanedana Îranê ya wê demê), û herwiha Osmanî, Rûsya û Îngilîstanê nêrîna wan ya li ser Kurdan nîşan dide û bi vê jî parçeyek ji dîroka Kurdan dinivîse.

AGAHIYÊN KITÊBÊ:
Nav: Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî -1880-
Di Belgeyên Qacarî de
Nivîskar: Mihemed Heme Baqî
Wergêr: Ziya Avci
Weşanxane:Nûbihar
Rûpel: 580
Cûre: Dîrok
Ziman: Kurdiya Kurmancî
Çapa Yekem: 2016

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev