Kar û xisara ji Înternetê

Kar û xisara ji Înternetê

Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner/nivîskar

Gelo hûn zanin kar û xisara Înternetê çiqas heye?
Bêguman çi tiştê ku li dinyayê heye, hem kara xwe hem jî xisara xwe heye. Yek ji wan jî Înternet e.
Îcar eger meriv zana û zîrek be, meriv di her tiştî de karê ji xisarê zêdetir dike. Na eger meriv xişîm, tiral, lat û parrav be, hingê meriv xisarê ji karê zêdetir werdigire.

Îcar îro Înternet di rojeva dinyayê de pir xwe daye bicihkirin. Heta wisa bûye ku niha li dora sê milyar û hefsed milyonî kes bûne aboneyên Înternetê.

Eger meriv bixwaze xwe di warê zanînê de berepêş bibe, Înterneta ku di mala meriv de (di nava lepên meriv de ye) ye, ji meriv re hem dibistan e, hem zanîngeh e, hem jî di her warî de bo meriv alîkar e.

Li gor ku çewa ji rewşa rêveçûna mirovan li jiyanê diyar dibe hewqas kes ku Înternetê bi kar tînin, çewa ku Înternet sûd ji wan werdigire, ew hewqas sûd ji Înternetê wernagirin.

Sûda ku Înternet ji meriv werdigire:

– Înternet dema meriv dikuje û nahêle ku meriv sûd ji dema xwe werbigire û tê de karekî erênî ji xwe re, ji mirovatiyê re bike.

– Înternet (computer) çavên meriv korevîşkî dike, çermê ruyê meriv dike mîna yê pisîkan, movikên stuyê meriv diwerpixîne dike mîna yên îşkencedîtiyan, dest û tiliyên meriv dike mîna yê kalên 99 sale. Herweha gelek siqûmatên mezintir jî tîne serê meriv, lê meriv ageh jê namîne, tenê di pêşveçûna salan de dibîne.

– Meriv xuyê xwe yê nijadî diterikîne û dibe xwedanê xuyekî torederî. Û gelek xisarên wisa yên dî…

Lê sûda ku meriv ji Înternetê werdigire jî, ev in:
– Zanîna meriv her roj dubare dibe.
– Çi tiştekî ku meriv bixwaze, di nava demekurtekê de li ber meriv amade dike. Û bi sedan tiştên wisa yên qenc û baş…

Bi kurdî ger bête gotin, Înternet du riyan datîne ber meriv; yek riya xweşî û zanistiyê ye, yek jî ya xirabî û çepeliyê ye.

Ev e 15-20 sal in ku Înternet derketiye qadê û suxreya mirovan dike. Di nava demeke hewqas dirêj de, diviyabû ku mirovên li jiyanê pir zana û gelek jî mirovperwer bûbûna. Lê mixabin tê xiyakirin ku ew kesên hewqas xirabî dikin û didin kirin, sûd ji qenciyên Înternetê wernegirtine.

De îcar temaşe li jiyanê bikin, ka mirov çima di van salên Înternetê yên bihurî de hewqas cewrkar, xwînxwar û xirabkar bûne?

Yan wek serpêhatiya Eshabên Kehf li wan hatiye ku ew xwe hê jî di dema 80-100 sal berê de dibînin û nabînin ku dinya çiqas berepêş çûye û ketiye nava xweşiyeke rewa, yan jî mejiyê wan bi zengarê dorpêç bûye û nikarin başî, qencî û mirovatiyê fêm bikin, belkî jî nikarin bi cih bînin.

Eger zanîna dinyaê tev têkeve nava mejiyekî, tenê %17 tije dibe û hêj %83 vala ye.

Bi hêviya bipêşketina zanîn û serkeftinê, her şad û bextewer bin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev