Pasajak ji Bênavê

Pasajak ji Bênavê

Welat Agirî

Duwanzdeh sal berê bû. Selîmê Rifet derketibû li ser banê mizgefta gund, bangî gundiyan dikir. “Gelî gundîno, înşela hûn di xêr û xweşiyê de nin, em duh ji zozanan dageriyan û me xwe gîhande gundê xwe. Havîna îsal havîneke xweş û bi bereket bû. Xwedê hez bike em ê payîz û zivistana xwe li gundê xwe derbas bikin. Lê mêvanekî me jî heye. Di vî gundî de xêncî me kes naçe zozana û hersal hûn ji bo heywanên xwe şivanan digerin. Min jî ji we re şivanekî delal ji zozanên Erdîşê aniye. Navê wî Zibo ye. Ez bo hertiştî kefîlê vî camêrî me. Ew bi serê xwe ye, kozî û kulfetê wî tunene. Wisa bawer im ku hûn ê alikariya wî bikin. Xwedê hez bike, Zibo ê vê zivistanê li gund, li mala me bimîne, mêvanê min e. Bi destpêka biharê re yê dest bi karê xwe bike. Şivanê me dê heya beranberdanê pezê gund biçêrîne, dema payîz hat emê heqê wî bidinê. Hûn jî edetên herêmê zanin ku ew kesê ku xwedî bîst mîha ye, dê kavirekî bide şivên. Bila ser xêrê be.”

 

Di Gundê Dirbê de ji bilî Selîmê Rifet kes nediçû zozana. Ev xûy û xisletekî malbata Rifet bû. Rifetê bavê wî jî evîndarê zozana bû. Ji bo wî şahî jî serfirazî jî zozan bûn. Heval û hogirên wî gul û gîha, mîh û bizin bûn. Ji masîkî re wateya avê çibe, ji Rifet re jî zozan heman tişt bû. Di wan zozanên bêserî û bêbinî de Rifet azad bû û nedixwest ji wê behra azadiyê serê xwe derxe bê nefes bimîne. Lê di dawiya emrê xwe de ji wê azadiyê bêpar mabû. Salek beriya hevdîtina Rifet û Ezraîl, derdê kotîbûnê jê peyda bûbû. Birîn û pirzikan laş rapêç kiribûn û camêr nedihat naskirinê. Lê tiştê ku dil diêşand ne birîn û ne jî pirzikên bedenê bûn. Revîn û dûr ketina heval û hogiran, dost û nasan êşa herî giran bû. Hêsîrê kotîbûnê di dawiya emrê xwe de li zozaneke Erdîşê ji benî adem dûr, tena serê xwe bêbaxtiya dinê dîtibû.

Ev cara duyem bû ku Rifet ji miletê xwe, ji dost û hevalên xwe dixeyîdî. Cara ewil sî û du sal berê bû. Ew çi demeke bextreş bû. Tofana zilmê rabûbû û hêviyên dila ên sed salî dixeniqand berdida. Lehîke qetilkar hest û fikrên welatekî azad dida ber xwe û ber bi şevereşe roda dibir. Firokên Komara Tirkiyê mirin direşandin li ser welatê bindest. Geliyê Zîlan bûbû gola xûnê. Ji asîmana mix, bizmar û bombe dibarîn û ji erdê jî xwîn dibû dûkel û xwe digîhand asîmana. Rifet du keçên xwe, du kulîlkên xwe bi destê xwe çel kiribû. Û êdî jiyan li wir nedibû. Divê biçûya, divê sê sondê qesemê sond bixwara û dev ji cîh û warê xwe berda. Û wî jî wisa kiribû, xeyîdîbû. Ji birayên xwe xeyîdî, ew birayên di roja teng û tengasiyê de pişta xwe dabûn Geliyê Xwînê û xwe avêtibûn paşila jinê.

Vê carê jî dil şkestibû, tenê hîştibûn. Ka li ku bûn dost û hevalên roja hebûnê, roja kêfxweşî û dilxweşiyê. Lê rastiyek hebû ku ew jî tiştek ji destê kesî nedihat, tirsa milet ew bû ku çavik û pirzik derbasî wan bin jî. Selîmê kurê wî, du hefta carekê şeşek nanê tenûrê û du serî penêrê sîrimkirî û qûşxanek şîr jê re dibir û ew dibû xwarin û vexwarina bindestê gulîgirtîyê.  Pey mirina Rifet, malbata wî çûyina zozana wek erk û wezîfe xwe re dîtibûn û qet navber nedabûnê. Selîm camêrekî xwedî xîret bû û di nav gundiyan de gelek dihat hez kirin. Herkesî baweriya xwe pê dianî. Bi kefîlbûna Selîm re tu kesî nepirsî ka Zibo kê ye, ji ku tê û çi kes e. Tek pirsgirêkek hebû ku ew jî derbarî lingê şivên de bû. Zibo bi lingê çepê dukuliya.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev