Kula ku li deșta Diyarbekirê peyda bûbû

Kula ku li deșta Diyarbekirê peyda bûbû

Kemal Tolan, berhevkar û xemxwarê zargotina Êzdîtiyê

Li gorî ku min ji ber zargotina bavkalan bihîstiye, digotin di wextekî de nexweșiyeke pir dijwar, ya ku hingê jêre digotin Kul, di nav wan 20-30 gundên li deșta Diyarbekirê peyda bûbû. Hingê ev kul li neynokên însanên van gundên ku li derûdora Dawidiyê hebûn diket û gelek meriv pê dimirin.

Di wî wextî de maleke pîren Êzdiyan ya qedîm hebûye, ku hingê ji wan ra digotin mala Eyoyê Pîr. Ev pîran binemala Pîr Dawidê ku ziyareta wî hîna jî li gundê Dawidiyê ye ne.

Gava Eyoyê Pîr nikaribuye dermanekî ji saxkirina wan merivên ku bi vê kula xedar diketin û pê di mirin ra bivîne, ew lêdixe ji Dawidiyê bi piya diçe ber Lalișê. Eyoyê Pîr li Lalișê rewșa vê nexweșiya miletê xwe ji koçekekî Êzdiyan re dibêje û lavan ji Koçek dike, ku ew serê xwe ji bo çareyeke dermankirina vê nexweșiya miletê wî, yê li deșta Diyarbekirê pêdikeve bivîne.

Wexta Koçek serê xwe ji bo çareyeke dermankirina vê nexweșiya xedar datîne û radibe dêje Eyoyê Pîr, haște tû vê berûyê bive di navenda wan gundên li deșta Diyarbekirê de biçîkîne. Gava ev beruya te danî șîn bive, hingê tû zanibî ew miletê we yê ku bi vê kulê xedar nexweș ketine, tevê sax bivin û ev kula jî car din di herêma we da peyda nabe.

Pîr Eyo wê beruya ku Koçek li Lalișê dabuyê tîne, di navbêna gundê Dawidiyê û Dirêșkê de diçîne. Ji wê roja ku ev berû șîn bû pê ve, miletê li deșta Diyarbekirê teman jî hew bi wê kula ne baș nexweș ketine.

Dûre hemû miletê gundên li derûdora vê darê hatine ji keremata darê bawerkirine û navê darê jî kirine dara Șêx Mașalah. Ev dara Șêx Mașalah waye hê jî di wê deșta Diyarbekirê de bi tenê ye û kesek jî ji ber vê kerametê wê destên xwe nade çiqilkekî darê û nabire. Vêga jî kî çiqilkekî vê dara Șêx Mașalah bibire, teșqeleyek (qusumetek) tê serê wî, an jî yê malbata wî.

Ev berhevkirin ji ber gotinên Cindîyê Kinhê (lawê Kolos, Cindî, Elo, Melho, Haco), yê ku di 01.06.1938 de li gundê Dawidiyê yê – herêma Çinarê de çêbûye, hatiye girtin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev