“MEMIKÊ NOFAYÊ DERMAN A”

“MEMIKÊ NOFAYÊ DERMAN A”

Salihê Kevirbirî

 

Hezar spasî û malavahî bo Xidirkê Omerî û Hiseynkê Omerî

 

Min armanc ne ew e ku ez bi vê nivîsara quncikê behsa du dengbêj û hunermendên qerase, ango behsa Xidirkê Omerî û Hiseynkê Omerî ji we re bikim. Helbet ew du kesên wisa ne ku hêja ye mirov pirtûkan li ser wan binivîse, konferansan li ser wan amade bike û nirxên hêja radestî wan bike. Helbet hez û daxwaza min ew e ku ez maweyekê bibim mêvanê van her du kalemêrên rûmeta çanda me ya bi zar û bi saetên dûvedirêj li civat û caqiyên wan, li dîwan û şevbêrkên wan amade bim da bi serbilindî, di nav nivîsarên xwe de ciheke baleberz ji wan re terxan bikim…

 

Lê armanca vê nivîsarê ew e ku nimûneyek ji hunera ku bi salan e ev her du mêrên xas pêşkêş dikin, bi awayeke nivîskî rapêşî dêhn û bala we bikim… Helbet ev strana ku bi melodiyeke xweş, salên dirêj in ku dibe mêvana malbat, şahî, govend û dawetên kurdewar, ji hêla gelek hunermendên ji “Herêma Torê” hatiye strandin. Lê min strana dabaşa mijarê ya bi navê “Nofa” ji devê Hiseynkê Omerî guhdarî kir û nivîsand.

 

Sedema nivîsandina min ew bû ku ev stran-kilam; wekî bi sedan stran-kilaman, bêjeyên wisa xweş di nava xwe de dihewand ku min hew dabar kir, rabûm min nivîsand…

 

Bi rastî jî lihevanîneke hosteyî di nava vê stran-kilamê de heye. Kilam bes ji 4-5 deqeyan pêk tê. Lê di nava vê kurtedemê de, mirov pê dihese ku “Evîna li ser Nofayê”, bêjerê kilamê li seranserê bajar, herêm, welatan gerandiye. Kilambêj, stranbêj an jî bêjer, ji ber derdê evînê xwe bi Qamîşlo û Nisêbînê ve berdide. Ji wir berê xwe dide Serhedê, ji wir jî diçe Stenbol, Bulxar heta nav Yewnanan… Hûn dizanin xwe davêje tor û bextê kê? Her wekî ji stran-kilama me jî diyar e; Li Qamîşloyê dibe mêvanê Doktor Nafîz, li Serhedê diçe ber dîwana Mele Ehmedê Xanî, li Stenbolê li Nexweşxaneya Siltanan diqeside…

De îcar xêr û guneh li stûyê bêjerê kilamê; pir balkêş e ku paşê goyendeyê kilam-stranê li nêv yewnan ango rûman diçe cem qonaxa Serkeşe/serpîskopos Maqariyos (Navê rastîn, Mihail Hristodolu Muskos 1913-1977) ku di navbera 1964-1973-an de 3 caran serokomariya Qibrisê Beşê Rûman kiriye… Her bi çi awayî be, baş li hev aniye, jixwe xweşiya edebiyata me ya klasîk û zargotinî hinek jî ev e…

We got te zêde dirêj kir?

Gotina we ye, xwendevanên hêja…

De kerem bikin hûn û xweşiya kilama me…

***

Endîwerê dikan a lê lê lê lê kezeba min şêrîna min…

Endîwerê dikan a, Nisêbîn qaymeqam a,

Enqera textê siltana,

Çavê min l’yekî ciwan a,

Nexweş im l’nav livîna.

Çûm heya nav Bulxara,

Heya b’nav Aleman a,

Daketim nav Yewnan a,

Hilkişyam cem Meqeryos,

Ewraqêm girê dana,

Avêtine Stenbolê,

Xestexanek li wê’d hebû,

Şanzdeh derzî li min dana

Go Hiseynkê Omerî,

Êşa te pir xedar a,

Dermanê te tuneye,

Encex li cem Xwedan a.

Diketime trênê,

M’xwe berda Nisêbînê,

Daketime Qamîşlo,

Jêr dibên Textor Nafiz,

Textorkî pir yeman a,

Wexta filîmêm girtî,

Go; “Hiseynko pepûko,

Êşa te pir xedar a,

Dermanê te tuneye”.

Çûm Welatê Serheda,

Jêr dibên Mele Ehmed,

Melakî misilman a,

Bi derdê dila zana,

Gava geriya Qûrana,

Heya gizûyê eman a,

Go; “Hiseynko Omerî,

Êşa te pir xedar a,

Qûrana min xwendiyê,

Duh pêrê çûm camiyê,

Min kitêb vekirinê,

Tiştê kitêb dibênê,

Memikê Nofa derman a”.

Nofa Nofa Nofa Nofa,

Nofa Nofa Nofa Nofa min…

 

Nofa wela tu bax î,

Nofa Nofa Nofa Nofa,

Nofa Nofa Nofa Nofa min…

 

Nofa wela tu bax î,

Tu b’fîstankî qaçax î,

Êvarê cîka raxî,

Ramûsankê bida min,

Ez di bextê wê diya te de,

Çi bi dijî, çi batax î,

Nofa Nofa Nofa Nofa min…

 

Min nûka anî piştê,

Nofa Nofa Nofa Nofa,

Nofa Nofa Nofa Nofa min…

 

Min nûka anî piştê,

Keçikê Xwedê hiştê,

Gora memika b’niviştê,

Xwedê mêrkê te kuştê,

Nofa Nofa Nofa Nofa min…

 

Qamîşlo ber bi ba ye,

Nofa Nofa Nofa Nofa,

Nofa Nofa Nofa Nofa min…

 

Qamîşlo ber bi ba ye,

Omerya jê b’xuya ye,

Nofa tu pir hêja ye,

Nofa Nofa Nofa Nofa min…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev